10’emîn Pakêta Darazê pêşkeşî Meclisê hate kirin

img

ENQERE - 10’emîn Pakêta Darazê pêşkeşî Meclisê hate kirin. Di pakêtê de sererastkirina têkildarî girtiyên nexweş jî cih girt. 

 
AKP’ê, “Pêşniyarqanûna Têkildarî Guherandina Qanûna Der heqê Ceza û Tevdîrên Ewlehiyê û di Hinek Qanûnan de” pêşkeşî Meclisê kir. Serowekîlê Koma AKP’ê Abdullah Guler têkildarî pakêtê ku ji ber çarçoveya wê li ser gelek nîqaş hatin kirin, li Meclisê daxuyanî da. Guler, diyar kir ku wan pakêt pêşkeşî Serokatiya Meclisê kirine û dê di rojên pêş de bînin Komîsyona Edaletê. Guler, diyar kir ku ew ê pakêtên cuda jî bînin rojevê û got: “Ev pêşniyarqanûn destpêkeke û dê bidomin.” 
 
DI PAKÊTÊ DE ÇI HEYE? 
 
Guler, destnîşan kir ku ew ê piştgiriyê bidin biryarên erênî yên Lijneyên Îdare û Çavdêriyê û ji bo naveroka pakêtê jî ev agahî parve kir: “Di pêşniyarqanûnê de em di 30 xalan de guhertinan dikni. Yek ji xalan jî ew e ku, ji bo hikûmxwar bikarin ji berdana bikontrol sûdê bigirin, divê heta wê demê ji 10 paran parekê cezayê xwe li girtîgehê derbas kiribin. Xaleke din jî ew e ku em derfetê didin kesên cara duyemîn mukerrer jî ji berdana bişert sûdê bigirin. Em hêvî dikin ku bi teklîfa me re rewşa başhaliyê û şertên berdana bişert xurt bibin. Kesên di vê çarçoveyê de dê bikarin dema ji 4 paran 3 parên cezayê xwe temamkirin ji mafê berdana bişert sûc bigirin. Di vê çarçoveyê de derdora 19 hezar û 800 mehkûm hene. Em, çarçoveya usîlên înfaza taybet diguherînin. Em çarçoveya teklîfa xwe ji bo leha jin û zarokan be berfireh dikin. Bi taybet jî em çarçoveya usûlê înfazê yê ji sûcên bi qesdî hatine kirin ji salek û 6 mehan derdixînin 3 salan. Ji bilî sûcê ji ber qisûriyê bûye sedema mirinê, em sûcê ji ber qisûrê hatiye kirin ji 3 salan derdixînin 5 salan. Em çarçoveya înfaza li malê jî berfireh dikin. Jin, zarok û kesên bi ser 65 saliyê de em ji salekê derdixînin 3 salan. Em ji hêla kesên 70 saliya xwe temam kirin ve jî ji 2 salan derdixînin 4 salan. Ji bo kesên 75 saliya xwe temam kirin jî em ji 4 salan derdixînin 5 salan. Her wiha ji bo kesên 80 saliya xwe temam kirin jî em derfetê didin ku 6 sal cezayê hefsê li malê înfaz bike. 
 
XALA TÊKILDARÎ GIRTIYÊN NEXWEŞ
 
Ji bo girtiyên nexweş û astengdar ku kesên muebbeta girankirî lê hatiye birîn di nav de nînin, li gorî rapora ATK’ê yên nikarin bi tena serê xwe bijîn, em derfetê didin ku ji bo mercên însanî û tedawiyê înfaza xwe li malê bike. Di vê çarçoveyê de em derfetê didin ku li şûna 3 salan 5 salan cezayê xwe li malê înfaz bike.”
 
Guler, da zanîn ku xaleke têkildarî zarokên girtî de jî heye û heke Lijneyên Îdare û Çavdêriyê guncav bibînin, ev zarok dikare ji malên perwerdeyê re bên şandin.