Kemalbay: Şer û kuştin girêdayî tecrîdê ye

img

STENBOL – Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpîl Kemalbay, dest nîşan kir ku nediyariya ewlehiya jiyanî, bi awayekî ne zelal nedaxuyandina îthamên der barê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de, tên wateya şer û pevçûnê û wiha got: “Ancax bi hevdîtina bi Ocalan re ev şik û guman dikarin ji holê rabin.” 

‘DIVÊ TENÊ WEK TECRÎDEKÊ NEYÊ DÎTIN’ 
 
Kemalbay, bal kişand tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û ev tişt gotin: “Pevçûnên ku heta niha xwe didin der girêdayî vê polîtîkaya tecrîdê ne. Di du sal û nîvên dawî de li Tirkiyeyê gelek mirin û êş xwe dan der. Ev hemû têkildarî polîtîkayên hikûmetê yên der barê Îmraliyê de ne. Ji ber vê yekê divê ev pirsgirêk tenê wek pirsgirêkeke girtîgehê, wek pirsgirêka tecrîdê neyê dîtin. Divê hîn berfirehtir lê bê nihêrîn. Tenê ne têkildarî gelê kurd û daxwazên wan, divê wek daxwazên hemû gelên Tirkiyeyê û herêmê lê bê nihêrîn û esas bê girtin. Ji bo nêvenga pevçûnî ya Tirkiyeyê û herêmê gelek pêşniyarên Birêz Ocalan hebûn. Bi taybetî jî der barê dînamîka darbeyê de hişyariyên wî hebûn.” 
 
‘DAXUYANIYÊN TÊN DAYÎN GUMANAN JI HOLÊ RANAKIN’ 
 
Kemalbay, dest nîşan kir ku divê tecrîda didome û nûçeyên der barê Ocalan de derdikevin esas bên girtin û wiha domand: “Di vê mijarê de Wezareta Dadê ji bo partiya me daxuyanî da û Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê jî daxuyanî da, lê belê daxuyaniyên wan zaf kêmber in. Em dibînin ka gelê Tirkiyeyê bi rîskên çawa re rû bi rû ye. Nediyariya ewlehiya jiyanî, bi awayekî ne zelal nedaxuyandina îthamên der barê aktorekî wisa girîng tên wateya şer û pevçûnê. Ancax bi hevdîtina bi Ocalan re ev şik û guman dikarin ji holê rabin. Bereksê vê wê tu daxuyanî şik û gumanan ji holê ranekin.” 
 
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpîl Kemalbay, geşedanên siyasî yên li Tirkiyeyê, rewşa Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, parlementerên girtî, pêvajoya dozên wan, tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û geşedanên li Kerkûkê ji bo Ajansa Mezopotamyayê (MA) nirxandin. 
 
‘ARMNACA WAN A SEREKE GIRTINA HDP’Ê YE’ 
 
Di destpêkê de Kemalbay, balê kişand ser zext û zoriyên li ser HDP’ê û van polîtîkayên çewsîner wek polîtîkayên “zilimkar” nirxand. Kemalbay, got ku armanca sereke ew e ku tasfiyekirin û girtina HDP’ê tê xwestin. Kemalbay, dest nîşan kir ku dixwazin ji HDP’ê xelas bibin û difikirin ku heke jê xelas bibin dê bi rihetî karibin rejîma yek zilamî ava bikin. 
 
'DARAZ TESLÎMÎ QESRÊ BÛYE’ 
 
Kemalbay, der barê betalkirina parlementeriya HDP’iyan û girtina wan de jî got ku tê xwestin hebûna wan a li parlementoyê ji holê rabikin. Kemalbay dest nîşan kir ku ji bo vê rewşê jî daraz wek amûrekê tê bikaranîn û wiha got: “Em dibînin ku daraz bi temamî teslîmî Qesrê bûye.” Kemalbay, diyar kir ku ji bo mafên gelê kurd bên naskirin û qebûlkirin ew têdikoşin û li parlementoyê hewl didin ku bibin dengê hemû derdorên bindest. Kemalbay, dest nîşan kir ku lê belê li dijî vê her cure hewldanên tunekirinê xwe didin der û bi vî awayî dixwazin muxalefetê ji holê rabikin. 
 
‘JI DARIZANDINÊ DITIRSIN’ 
 
Kemalbay, balê kişand ser rewşa Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ku nêzî salekê ye derneketiye pêşberî dadwer û wiha got: “Ev tê wateya ku girtina Demîrtaş ne huqûqî ye, lê siyasî ye.” Kemalbay, anî ziman ku hevserokê wan dixwaze tevlî danişîna 7’ê Kanûnê bibe û ev yek mafê her mirovî ye. Kemalbay, got ku madem darizandinek heye, nexwe divê rêgeza rûbirûbûnê esas bê girtin, lê belê li holê astengiyek heye. Kemalbay, diyar kir ku saleke hevserokê wan rehîn hatiye girtin, lê belê li holê jî îdiaya normeke huqûqî jî tune ye û bi ser de jî darizandina vê yekê wê SEGBÎS’ê bê kirin. Kemalbay wiha got: “Ji vê danişînê û darizandinê ditirsin. Ji ber ku dizanin wê hevserokê me wan bidarizîne, vê polîtîkaya bêhuqûqî û tasfiyeye bidarizîne, beşdarbûyîna bi riya SEGBÎS’ê ferz dikin. Ev yek nayê qebûlkirin. Pêvajoya huqûqî li gor fermanên Qesrê tev digere.” 
 
‘WÊ DI 4’Ê MIJDARÊ DE PROTESTO ÇÊ BIBIN’ 
 
Kemalbay, roja 4’ê Mijdarê ku Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û zêdeyî 10 parlementer hatin binçavkirin û girtin, wek “darbeye” pênase kir û got ku wê di vê rojê de li navçe û bajaran çalakiyên protestokirinê bên lidarxistin. 
 
Kemalbay, der barê hevdîtinên budçeyê yên li Meclîsê didomin de jî anî ziman ku li Tirkiyeyê gendeliyeke mezin û aboriyeke rizandî heye û wiha got: “Budeçeya AKP-Qesrê, budçeya şer e.” 
 
 
'DIVÊ WEZARETA XEBATÊ ÎSTIFA BIKE’ 
 
Kemalbay, ji bo hezana ku li kana komirê ya Şirnexê çê bû û 7 karker jiyana xwe ji dest dan jî got ku heta niha li hemberî qetilîamên karkeran tu tevdîr nehatine girtin û wiha got: “A rast her roj karker dimirin. Lê belê tenê di rojnameyan de wek nûçe tên dîtin.” Kemalbay, dest nîşan kir ku divê Wezareta Xebatê berpirsiyariya xwe ya di cinayetên karî de qebûl bike û dev ji qoltixên xwe berdin. 
 
Herî dawî Kemalbay ji bo geşedanên Kerkukê jî wiha got: “Geşedanên rû dan careke din nîşan da ji bo desketinên hevpar ka pêdiviyeke çawa bi yekîtiya netewî heye.” Kemalbay, diyar kir ku divê li hemberî mudaxileyên leşkerî yên li Şengal, Mûsil û Kerkukê bê derketin û daxwazên kurdên çar perçeyan nayên binpêkirin. 
 
MA / Yasin Kobulan - Muhammet Dogru