Bersiva pêşnûmepirsa Komkujiya Parîsê: Wezaret berpirsyar e
- polîtîka
- 15:33 20/2/2021
Alîkarê Serokkomar Fûat Oktay, di bersiva xwe ya ji bo pêşnûmepirsa têkildarî Komkujiya Parîsê de diyar kir ku Wezareta Edaletê ji rewşê berpirsyar e.
Alîkarê Serokkomar Fûat Oktay, di bersiva xwe ya ji bo pêşnûmepirsa têkildarî Komkujiya Parîsê de diyar kir ku Wezareta Edaletê ji rewşê berpirsyar e.
Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay destnîşan kir ku îqtidar li ser kesên di operasyona Garê de jiyana xwe ji dest dane siyasetê dike û got: “Yên ku heqîqetê berovajî dikin, dixwazin xwe bi siyaseta şer û kuştinê birêve bibin û meseleya Garê îstîsmar dikin.”
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar destnîşan kir ku têkildarî 13 leşker û polîsên di operasyona Garê de hatine kuştin nakokî hene û divê heqîqet derkeve holê û got: “Bila kes ne li bendê be ku em ji gotinên wezîr û hikumet dibêjin bawer bikin.”
Parlementerê HDP'ê Sezaî Temellî anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê paya hevpar a pirsgirêkên li Tirkiyeyê ye û got: "Li dijî netewdewletê têkoşîna neteweya demokratîk divê."
Parlamenterên Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP’ê, têkildarî 63 welatiyên Sûriyeyê ku ji aliyê Tirkiye û SMO’yê ve hatine revandin, li Tirkiyeyê hatine girtin û bi cezayê muebbetê tên darizandin Lêkolîna Meclisê xwest.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê di kongreya partiya xwe ya Colemêrgê de axivî û bal kişand ser greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Ocalan û got: “Dijderketina tecrîdê û parastina aştiyê rê vekirina çareseriyê ye. Divê teqez em dengê girtiyan bibihîzin.”
Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, hûrguliyên kampanya “Destpêkê Edalet" parve kir û anî ziman ku dê li pêş Edliyeyên Stenbol û Enqereyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Gunay, anî ziman ku dê di 15'ê Sibatê de bi daxwaza “Ji tecrîdê re bes e, Ji bo jiyanê edalet" li 3 bajaran meşên girseyî li dar bixin.
Hevserokên Giştî yên HDP’ê, diyar kirin ku ji bo avakirina edaleta civakê ewê heya meha Hezîranê dest bi seferberiyê dikin û gotin: “Em bang li hemû hêzên mûxalîf ên civakî û demokratîk, hemû mirovên bi wijdan dikin ku li dijî bêedaletî, bêmafî û rejîma zordest hêza xwe bikin û bi hev re têbikoşin.”
HDP’ê starta kampanya “Destpêkê Edalet” li Enqereyê da. HDP’ê kampanya xwe bi van gotinan ragihand: “Ji me re ne bi gotinan, ne bi qencî, edaleta rastî lazim e.”
HDP bernameya xwe ya serdema nû kampanya bi navê “Destpêkê Edalet" li Enqereyê eşkere dike.
MYK’a HDP’ê êrişa polisan a li dijî çalakiya Hêzên Têkoşînê yên Yekbûyî şermezar kir û got: “Li dijî êrîşan em ê têkoşîn û piştevaniya xwe bidomînin.”
Parlamentera HDP’ê Dersim Dag, diyar kir ku di salekê de 160 endamên Meclîsa Ciwanan ên partiya wê hatin revandin û pirsa “Kesên nepen kîne?” ji Wezîrê Karên Hûndir Suleyman Soylû kir.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû ziyaret kir.
HDP di 8’ê sibatê de kampanya bernameyek naverokek tije dide destpêkirin û dirûşma sereke ya kampanyayê jî wek “Ji Bo Her Kesî Edalet” hat diyarkirin. Hevserokên Giştî yên HDP’ê dê bernameyê eşkere bikin.
Cîgirê Serokê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç, têkildarî daxuyaniya Serokkomar Erdogan a “destûra bingehîn a nû” xebatên sala 2011’an ên li Meclîsê hatibûn kirin bi bîr xist û wiha got: “Sicîla AKP’ê xerabûyî ye."