• img

    HDP’ê ji PDK'ê xwest êdî siyaseta Enqereyê bibînin

    Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr, bal kişand ser siyaseta Enqere, Şam, Tahran û Bexdayê ya dijberiya kurdan dike û ji PDK'ê ya bi AKP'ê re îtîfaq dikir xwest ku êdî vê siyaseta li dijî kurdan bibînin û hişyariyên HDP'ê li ber çavan bigirin.

  • img

    Di Şêwira Yekîtiya Neteweyî de banga yekîtiyê

    Beşdarên Şêwira Yekîtiya Neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê helwestên partiyên ku beşdarî şêwirê nebûne rexne kirin û banga lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê kirin.

  • img

    HDP dest bi gera bajaran dike

    HDP, du duyemîn gava kampanya "Em ranewestin, faşîzmê rawestînin" de, dê heta 29'ê Cotmehê li 17 bajaren gerê pêk bîne û gel ziyaret bike.

  • img

    Turk: Êdî dema yekîtiya neteweyî û azadiya Ocalan e

    Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk destnîşan kir ku referandûma serxwebûnê ya li Başûrê Kurdistanê pêk hat, pêwiste bibe sedemê kongre û yekîtiya neteweyî ya gelê kurd û got: “Êdî dem dema yekîtiya neteweyî ya kurdan e.” Turk tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî bibîr xist û got: “Êdî dema azadiya Brêz Ocalan hatiye.”

  • img

    Roja yekem a şêwra Yekîtiya Neteweya Kurd bi dawî bû

    Roja yekem a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanî ya Rojava bi nîqaşên derbarê dûrketina ji berjewendiyên kesayetî û yekîtiya gelê Kurd de, bi dawî bû.

  • img

    'AKP bi jahriya metanê ketiye'

    Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Parlamenterê HDP'ê Abdullah Zeydan, peyam ji Koma HDP'ê ya Meclîsê ku rastî barîkata polisan hat re şandin. Demîrtaş û Zeydan, di peyamê de diyar kirin ku AKP ne Metalê Westiyayî, bi jahriya metanê ketiye.

  • img

    Erdogmuş ê HDP'î: Tirkiye dê sê qat zerar bike

    Parlamenterê HDP'ê yê Amede Nîmettullah Erdogmuş, der barê êrîşên li dijî Herêma Kurdistana Federe û heqaretên li gelê kurd tên kirin axivî. Erdogmuş, destnîşan kir ku li hemberî mudaxaleya dagirker bêdeng namînin û wiha got: "Em li dijî dagirkirinê bê helwest namînin. Ger ku Herêma Kurdan yek qezenç dike, Tirkiye 3 qat qezenç dike. Ger ku Tirkiye ambargo dîne dê 3 qat winda bike."

  • img

    Sancar: Pêvajoya serxwebûnê dest pê kir

    Hiqûqnasê Makeqanûnê Mîthat Sancar bal kişand ser referanduma li Herêma Federal a Kurdistanê û got ku "Serxwebûnê dest pê kirine", "Pêvajoya Sykes-Pîcot rûxiya ye" û aşkera kir ku mafê tu hêzî tune ku êkrîşê Herêma Federal a Kurdistanê bike.

  • img

    Ayhan Bîlgen dê carek din bibe berdevkê HDP

    Hat zanîn ku dê carek din ji nû ve Parlamenterê HDP’ê yê Qersê Ayhan Bîlgen bibe berdevkê HDP’ê. Piştî Bîlgen hat girtin ev demek bû Parlamenter Osman Baydemîr berdevkiya HDP’ê dikir. Di nav CHP’ê de jî dê hin peywîr bên guhertin.

  • img

    HDP dê di vekirina Meclîsê de li Edirneyê be

    Berdevkê HDP’ê Osman Baydemîr, agahî da ku dê tevlî merasîma vekirina Meclisê nebin û di 1’ê Cotmehê de koma wan li ber Girtîgeha Edirneyê bin.

  • img

    Kongreya PYD'ê di roja duyemîn de didome

    Roja yekem a 7'emîn kongreya PYD'ê bi dawî. Kongre di roja duyemîn de bi hilbijartina meclîsa partiyê didome.

  • img

    HDK: Li dijî faşîzmê em Eniya Demokrasiyê ava bikin

    HDK encamnameya Civîna Asayî ya Meclîsa Giştî ya 4’emîn aşkere kir. HDK diyar kir ku divê li dijî faşîzmê, zemîna hevgirtina têkoşîna demokrasiyê bê avakirin û carek din peyama avakirina “Eniya Demokrasiyê” hat dayîn.

  • img

    Meclîs bi cezayan dest bi mesayê dike

    Meclîsa Tirkiye ku bi guhertina rêziknameya navxweyî ket betlana havînê, di 1'ê Cotmehê de dest bi salê dike. Di serdema nû de parlamenter dê nikaribin her tiştî li meclîsê biaxivin. Wekîl, ger ku gotinên li dijî rêziknameyê biaxivin dê rastî ceza bên.

  • img

    8 salin li heviya edaletê ye

    8 sal di ser kuştina Ceylan Onkol a 12 salî re derbas bû. 8 sal derbas bûn, lê di milê darazê de der barê doza Onkal de tu pêşketin pêk nehatin. Tu berpirsiyarê kuştinê nehatin cezakirin. Malbata têkoşîna hiqûqê dide jî di bin zextan de dijîn.

  • img

    HDP: Divê Barzanî rûyê AKP’ê bibîne

    Li Tirkiyê ji nava partiyan tenê HDP’ê piştgirî da referandûma serxwebûna Kurdistana Federe. HDP diyar kir ku divê Barzanî rûyê rast ê AKP’ê bibîne û got: “Êdî pêwîste Barzanî bêtir siyasetek û seknek netewî bide nîşandan.”

LÊGERÎN