Bîlgen: Yên gotinên wan hebin bila îro bêjin
- polîtîka
- 14:55 28/11/2017
Berdevkê HDP'ê û parlamenterê Qersê Ayhan Bîlgen, diyar kir ku îktîdarê bi rejima OHAL'ê welat xistiye halê ku nayê birêvebirin û wiha bang li muxalîfan kir: "Yên der barê siberoja Tirkiye de gotin û fikrên wan hebin bila niha bêjin. Bila îro derkevin qadan û dengê xwe bilind bikin. Anjî bila carek din lehengiya demokrasiyê nekin."