* Li eskerê ku Mehmet Uytun ê 18 mehî kuştibû tenê 18 hezar û 200 TL cezayê pereyî hat birîn. Bavê wî Tûran Uytun bertek nîşan da û got: "Heger edalet ev be, ez vê edaletê qebûl nakim."
* Şêniyên Mexmûrê bertek nîşanî êrîşa Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) a li ser Mexmûrê dan û gotin: "Mafê tu kesî tune ye ku bi dengê bombeyan zarokên me ji xewê şiyar bikin."
* Di hilbijartinên Iraqê yên 10'ê Cotmehê de, 8 namzet jê jin in. Ji namzetên jin a serbixwe Ronak Mecîd, got: "Divê Iraq êdî bi hişmendiya jinê bê birêvebirin."
* Li Çelê palehiya çeltûkê ku ji ber rewşa erazî bi rê û rêbazên berê tê çandin, dest pê kir.
* Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Tûran, anî ziman ku bi kampanyaya dane destpêkirin re rêjeya doza ewil aşiyê bûye ji sedî 63 û rêjeya doza dudoyan jî bûye ji sedî 41 û ev yek hejmara pêketiyan jî kêm kiriye.
* 45 karkerên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya qeyûm tayinî wê hatiye kirin, bi darê zorê hatin teqawidkirin. Li dewsa wan jî xizmên rêvebirên şaredariyê yên di çaxê teqawidbûyînê de hatin bicihkirin.
* Li navçeya Bayrakliyê fatûreya 3 mehan a ceryanê ya malbatekê 3 hezar û 533 TL hatiye. Ferdê malbata 3 kulfetî Mehmet Şerîf Salman, diyar kir ku ji ber krîza aborî kar bi dest wî nakeve û debara xwe bi karên rojane dike.
* Li navçeya Xîzan a Bedlîsê Hûrînaz Arikbaşli ya 65 salî 50 sal in karê tûtinê dike. Arikbaşli got: "Ne havîn ne zivistan, karê me saloqat heye. Hatime vî umrî, lê hê jî heya êvarî bi tûtinê re bilî dibim."
* Şaxa OHD’ê ya Rihayê, ji bo roja 200’emîn a nobeta edelatê ya malbata Şenyaşar a li ber edliyê dewam dike, banga piştevaniyê li 200 parêzeran kir.
* Derbarê 17 girtiyên jin ên li Girtîgeha Sîncanê dimînin ji ber ketine greva birçîbûnê doz li wan hatiye vekirin.
* Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar a ku 198 roj in li ber Edliyeya Rihayê didome wê were şopandin.
* TUHAY-DER'a Çûkûrova wê li bajarê Mêrsînê têkildarî serdegirtina polîsan a bi ser avahiya xwe ve li avahiya xwe daxuyanî bide çapemeniyê. (12.00)