SÊRT - Hate diyarkirin ku li navçeya Berwariyê di dema derbasbûna leşkerên derketine operasyonê de têqînek pêk hatiye û 2 jê giran gelek leşker birîndar bûne.
Li gundê Osiyan ê girêdayî navçeya Berwarî ya Sêrtê, di dema derbasbûna leşkerên derketine operasyonê de têqînek pêk hat. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, di teqînê de 2 jê giran gelek leşker birîndar bûne.
Piştî teqînê gelek helîkopter sewqî cihê bûyerê hatin kirin û leşkerên birîndar rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Sêrtê.