Koç ê HDP’î: Ne qanûna dezenformasyonê lê ya hilbijartinê ye

  • rojane
  • 15:29 6 Hezîran 2022
  • |
img
ENQERE - Abdullah Koç ê HDP’î, “Qanûna Dezenformasyonê” ku AKP-MHP’ê aniye Meclisê weke “qanûna hilbijartinê” pênase kir û wiha got: “Desthilatdarî hewl dide kî dibe bila bibe dema dengê xwe derxist dengê wan qut bike û bi vê qanûnên re sûcên xwe binixûmîne.” 
 
Pêşniyazqanûna têkildarî medyaya dijîtal û medyaya civakî (Qanûna Dezenformasyonê) ku bi îmzeyên parlamenterên AKP-MHP’ê pêşkeşî Meclisê hate kirin, ji hêla Komîsyona Qadên Dijîtal ve hate qebûlkirin. Partiyên muxalîf û rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran ku beşdarî hevdîtinan bûbûn, xwestin ku ev qanûn paşve bê kişandin. Pêşniyazqanûn dê di roja pêncşemê de li Komîsyona Edaletê bê nirxandin. 
 
Rexneyên ku dê bi vê pêşnazqanûnê re çapemenî were bêdengkirin, tên kirin. Tê payîn ku bi vê qanûnê re dê zextekî giran li ser saziyên çapemenî û ragihandinê yên weşana xwe bi dijîtal dikin, bê kirin. Bi xala çaremîn a teklîfê re ji bo rojnameyek dest bi weşana xwe bike, Saziya Ragihandinê ya Çapemeniyê (BÎK) tê peywirdarkirin. Heta niha ev peywir di destê Serdozgeriyên Komarê de bû û tê gotin ku piştî ev peywir dewrî BÎK’ê tê kirin, dê rê li ber sepanên keyfî veke. 
 
DÊ WEŞANÊN MUXALÎF BÊN VEKOLANDIN
 
Di xala 6’emîn a teklîfê de tê gotin ku malperên înternetê dikarin nûçeyên xwe du salan muhafeze bikin. Ev sererastkirinên ku bi mebesta teqîbat û lêpirsînê hatine kirin dê rê bide ku malperên derdorên muxalîf her di bin zexta teqîbat û lêpirsînan de bimînin. 
 
YÊN KU ERDOGAN DIXWAZE DIKARIN QERTA ÇAPEMENIYÊ BIGIRE 
 
Di xala 7’emîn a teklîfê de sererastkirineke ji bo tekzîpê heye. Ji bo nûçeyên hatine rakirin jî tê xwestin ku halê wê yê sererastkirî li ser malperê bimîne. Sînorên sererastkirin û bersivê nehatine diyarkirin û tê payîn ku hejmara tekzîpên ji bo nûçeyên derheqê Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan de hîn zêdetir bibin. Di xala 11’an a teklîfê de rêveberên komele û weqfên ku bi biryara Serokkomar hatine tespîtkirin jî dikevin ber enformasyonê. Bi vê yekê re tê gotin ku dê qerta çapemeniyê bidin gelek rêveberên weqf û terîqetan. 
 
KRÎTERÊN NE DI RÊZIKNAMEYÊ DE 
 
Her wiha di xala 12’an a teklîfê de şertên weke “sûcên li dijî aştiya cemaweriyê, sûcên li dijî pergala Qanûna Bingehîn, sûcên li dijî parastina neteweyî, sûcên li dijî sirrên dewletê û hwd.” ku di rêziknameyê de nînin jî hatine zêdekirin. 
 
RÊZIKNAMEYA HATIYE BETALKIRIN BI VÊ QANÛNÊ RE DÎSA TÎNIN 
 
Partiyên muxalefetê û rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran, li dijî sererastkirina qanûnî ya komîsyona qerta çapemeniyê bûn. Şûreya Dewletê beriya niha ew rêzikname betal kiribû lê desthilatdarî dixwaze vê rêziknameyê weke qanûn dîsa bîne. Ev xala ku rê li ber vedike ku qerta çapemeniyê ji hêla Serokatiya Ragihandinê ve bên dayîn, ji hêla Şûreya Dewletê ve hatibû betalkirin. Di teklîfê de tê gotin ku ji 9 endamên komîsyonê 5 jê ji hêla Serokatiya Ragihandinê ve bên diyarkirin. 
 
CUREYEKÎ NÛ YÊ SÛC 
 
Yek ji xala herî zêde tê nîqaşkirin, xala 29’emîn e. Di vê xalê de bi gotina “Bi zanebûn belavkirina agahiyên şaş” re hewl didin cureyekî nû yê sûc bikin zagon. Heke ev xal bê qebûlkirin, bi sedemên “Kesên ku bi agahiyên xelet re gel ditirsînin û xofê di nava civakê de belav dikin, yên bi van agahiyan ewlehiya navxweyî û ya derve ya welêt têxin xetereyê, pergala cemaweriyê û tenduristiya civakê hedef digirin û aştiya cemaweriyê têk dibin, dê ji salekî heta 3 salan bên cezakirin. Heke ev sûc bi nasnameyekî veşarî bê kirin an jî di çarçoveya xebatên rêxistinan de bê kirin, dê nîviya cezayê li jor hatiye destnîşankirin li cezayê wan bê zêdekirin.” Heke ku xalên 29 û 30’emîn bên qebûlkirin, dê çêkirina nûçeya axaftinên pêşengên muxalefetê jî weke sûc bê hesibandin. 
 
JI BO MEDYAYA CIVAKÎ ASTENGKIRINÊN MEZIN
 
Bi xala 34’emîn a pêşniyazqanûnê re ji bo platformên medyaya civakî astengiyên mezin hatine diyarkirin. Li gorî xala navbihûrî, dema “sûcên” weke “Îstîsmarên zayendî yên li dijî zarokan, kesên agahiyên xelet bi civakê re parve dike, yên ku yekitî û yekparetiya dewletê xera dikin, sûcên li dijî pergala qanûnan bingehîn û li dijî sirrên dewletê dikin” dozgerî dikarin agahiyên wan kesan ji platformên medyaya civakî bixwazin û ev platform neçarin ku agahiyên wan kesan bidin dozgeran. Heke nedin jî dê firehiya banta platformê ji sedî 90 bê tengkirin. Heke li gorî biryarên derxistina averokê yan jî astengkirinê tevnegerin, heta 6 mehan dê qedexeya reklaman bidin wan platforman. Bi vê yekê re kengî bixwazin dê bikarin bikarhinêran binçav bikin û lêpirsînan bidin destpêkirin. 
 
‘JI BO XELASIYA XWE ANÎN’ 
 
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Agiriyê û endamê Komîsyona Edaletê Abdullah Koç têkildarî pêşniyazqanûnê bi ajansa me re axivî. Koç, anî ziman ku desthilatdarî ne ji bo civak û demokrasiyê lê ji bo xelaskirina xwe pêşniyazqanûnan tîne meclisê û wiha got: “Di demekî ku ber bi hilbijartinê ve, dixwazin rêya xwe paqij bikin. Dixwazin derhiqûqiyên xwe veşêrin û tevdîran bigirin. Bi vê teklîfê re pêvajoyeke tarî û dijdemokratîk li civakê ferz dikin. Bi xala 29’emîn re cureyekî sûc ê nû hatiye afirandin. Dixwazin rejîma otokratîk û yekzilamî bi her awayî serwer bikin. Ji bo ‘terorîzekirina’ kurdan, jinan, ciwanan û rêxistinên demokratîk ên girseyî ku têkoşîna demokratîkkirina Tirkiyeyê û çareserkirina pirsgirêka kurd didin, ev teklîf anîn.”
 
‘TEKLÎFA HILBIJARTINÊ’
 
Koç, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Sepanên dijdemokratîk ên TMK’ê bes nedikir ku dema rojnamegerek li ser medyaya civakî nûçeyekî parve dike dê weke sûc bê dîtin. Ev yek her wiha li dijî rêgeza “sûcê neqanûnî sûc nîne” ya TCK’ê û hûkmên Qanûna Bingehîn jî binpê dike. AKP-MHP dixwazin di vê pêvajoya ber bi hilbijartinê ve hemû dengên muxalîfan qut bikin, sûcên xwe binixumînin û nehêlin haya civakê ji van sûcan hebe. Mînak, yên ku dixwazin nûçeyên weke ya helîkoptera Wanê bînin ziman, bi sedema ‘ev nûçe nîne’ dikare bê astengkirin û bantê teng bikin. Dê nûçeyên derheqê îşkence û êrişa zayendî ya derheqê Garîbe Gezer de neyên parvekirin û nehêlin nûçeyên derheqê cezayên RTÛK’ê de bên dayîn. Qanûneke AKP û MHP’ê ya ji bo hilbijartinê ye.” 
 
MA / Bêrîvan Altan
 

Sernavên din

09/06/2022
11:07 Endamê Konseya Serokatiya MSD'ê Hesen bang li hemû pêkhateyên Sûriyeyê kir
11:06 Hevpîşeyên rojnamevanên di binçavan de: Em ê serî netewînin
10:45 ‘Binçavkirina rojnamegeran sansûreke fiîlî ye’
10:28 Li Şirnexê hejmara kesên hatin binçavkirin derket 13’an
09:51 Hunermend Firat Med: Hûnera me lîstoka wan nîne
09:48 Bi hesreta kurê xwe yê girtî ku nikare bibîne nexweş e
09:08 Li nêzî Girtîgeha Saray Kapiyê gelek hestiyên mirovan hatine dîtin
09:06 Jinan ji bo Meşa Gemlîkê bang kir: Tecrîd tenê ne pirsgirêka kurdan e
09:04 Li Mereşê erdnîgariya kurdên elewî ji mirovan tê xalîkirin!
09:01 Kamaç: Divê polîtîkayên têkildarî destkeftiyên kurdan esas bên girtin
09:00 ROJEVA 9'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08/06/2022
18:18 Medya Haber: Em ê her tim li ser rêça heqîqetê bin
17:02 Hafiz Akdemîr hat bibîranîn: Heke ev hesab ji roja qiyametê re jî ma be dê ji we were pirsîn
16:55 Hejmara rojnamevanên hatin binçavkirin derket 21’an
15:43 Nobeta Edaletê: Em ê tecrîdê bi meşê bişikînin
15:42 ‘Şahidê nepen’ tev li doza parêzeran nebû
15:42 Doza Musa Farisogullari hat taloqkirin
15:20 Dadgeha Belçîkayê derheqê PKK’ê de biryareke nû da
15:03 Meclîsa Jinan a HDP’ê giliyê Erdogan kir
14:23 Hevşaredara Çinarê Tamrîş beraet kir
14:17 Bertek nîşanî qedexekirina şanoya kurdî dan
14:13 Banga ji bo Meşa Gemlikê: Ev meş meşa rûmetê ye
13:47 Hêrsa li dijî binçavkirina rojnamevanan zêde dibe: Demildest wan berdin
13:43 ÎHD: Bila derheqê îşkenceya li girtîgehê de lêpirsîn bê destpêkirin
13:21 Ji bo dosyaya rojnamegeran biryara bisînorkirinê hate dayîn
13:20 HDP’ê binçavkirina rojnamevanan şermezar kir: Em piştevaniyê mezin bikin
13:17 Li Çiyayê Cûdî tevgera hewayî
13:15 Ji bo piştgiriya bi malbata Şenyaşar re ji Almanyayê hate Rihayê
13:03 Bertek nîşanî binçavkirina rojnamegeran dan: Em ê bi piştevaniyê li hev xwedî derkevin
12:44 Binçavkirina rojnamevanan hat protestokirin: Em ê bibin dengê gelê kurd
12:18 ‘Bi hiqûqa dijminane nêzîkî girtiyan nebin’
12:03 Muftuoglu: Binçavkirina rojnamevanan berevajîkirina heqîqetê ye
11:53 Çapemeniya AKP-PDK’ê rojnameger hedef girtin
11:32 Hewlêr bûye qada cînayetan a îstîxbaratan
10:41 Li Şirnexê gelek kes hatin binçavkirin
10:22 Pena Kurd binçavkirina rojnamegerên kurd şermezar kir
10:11 ‘Bi sepanên keyfî yên li Xabûrê re dixwazin gel neçarî birçîtiyê bikin’
10:09 Bi 'tatbîqetê' zextê li girtiyan dikin
09:44 Hate îdiakirin ku li Qoserê zarokekê întîhar kiriye
09:12 Banga ji bo Meşa Gemlîkê: Ji bo hemû gel û mafan e
09:10 Dê bi hezaran kes careke din ji bo azadiya Ocalan ber bi Gemlîkê ve bimeşin
09:08 Segvan Yaman ê jiyana wî mişt têkoşîn û berxwedan
09:06 Parlamentera Iraqê ya berê Rêzan Şêx Dilêr: Êrişên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê li ser tevahiya Iraqê ne
09:04 'Pêdiviya gelê kurd bi PDK'ê tune ye'
09:02 Malbatên girtiyan: Em ê giliyê îşkenceyê bikin
09:01 Qeyûmê Şaredariya Mezin a Amedê qada avahiyan kiriye qada bazirganiyê
09:00 ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
06:56 Li Amedê herî kêm 16 rojnameger hatin binçavkirin
07/06/2022
20:57 Konferansa HDP'ê bi dawî bû: Em ê Komara Demokratîk ava bikin
19:13 SES: Binçavkirin û girtin nikarin têkoşîna me asteng bikin
17:10 Di doza êrişa li dijî HDP'ê de biryara bêpeywiriyê hat dayîn
16:55 Buldan bang li şandeya Şûreya Dewletê kir: Bila her kes weke dadgerên xwedî wijdan behsa we bike
16:48 Li Çiyayê Gabarê şer derket
16:48 Nobeta Edaletê ya Îzmîrê: Destê xwe bidin ser wijdanê xwe
16:47 Rojnamevan Hafiz Akdemîr wê were bîranîn
16:47 ‘Em li Xelîfanê santrala termîkê naxwazin’
16:10 Piştî biryara Peymana Stenbolê 495 jin hatin qetilkirin
16:01 HSD bi awayekî awarte li hev civiya
15:35 Di danişînê de îşkence li 4 girtiyan hat kirin
15:11 Doza Kobanê: Qasî ku di medyayê de şopandiye gilîker e
14:54 Eyûb Barzanî: PDK’ê Kurdistan radestî Tirkiyeyê kir
14:45 Baroya Îzmîrê giliya Serokkomar Erdogan kir
14:35 TJA’yê ji bo Meşa Gemlîkê bang kir: Em dikarin ji dîlîtiya xwe rizgar bibin
14:34 Ferît Şenyaşar bertek nîşanî cezayê li dayika wî hatiye birîn da
14:15 Fermana sûcên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji organîzasyona MÎT-DAIŞ’ê ne
14:12 Welatiyê 70 salî li Tetwanê hate binçavkirin
13:52 Tevî biryara binpêkirinê ya DMME’yê jî darizandin domandin
13:46 Rapora ÇED’ê ya Geliyê Zorê hate betalkirin
13:38 Pêşmergeyê Dêrîn: Li ser Kurdistanê planên mezintir di dewrê de ne
13:26 Nobeda edaletê di roja 204’an de ye: Heta edalet pêk neyê em dê li qadan bin
13:23 Pênûsa rojnameger Hafiz Akdemîr li erdê nema
13:13 Raportorê YE’yê Amor: Tirkiye di pozîsyona dagirkeriyê de ye
12:56 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:31 Doza Peymana Stenbolê: Ya ku ewil jinê dikuje dewlet e
12:23 Fermandarê YNK’ê yê berê: Sedema vê malwêraniya kurdan yeknegirtina wan e
12:04 Wêneyê şandeya şopandinê piştî 9 salan kirin sedema girtinê
11:52 Sergardiyan gefa ‘A rast dê min tu bikuşta’ li girtiyê nexweş xwar
11:51 Ciwan Haco: Ruh û mejiyê me êdî şerê kurdan ê li dijî hev ranake
11:44 Wê giliya qedexekirina şanoya kurdî bê kirin
11:06 Ok: Gava ewil a çareseriyê dawîkirina tecrîda li Îmraliyê ye
10:43 Xebatên AKP’ê yên 20 salan!
10:43 Doza Peymana Stenbolê li Şûreya Dewletê tê dîtin: Em ê dev ji xeta xwe ya sor bernedin
10:02 Ji bo tundî û nîjadperestiya li dibistanê ji 'birîndarkirina hêsan' dozname amade kirin
09:04 Bertek nîşanî heqê kirêya zêde da: Ma kî dikare ev qas pere bide?
09:03 Mala wan hilweşandin, bavê wan girtin: Bavê xwe nas nakin
09:02 Ji ber zextan kargeha xwe girt: Dê nikaribin pêşî li ber hunera min a kurdî bigirin
09:01 Xizmê girtî: Dewlet dibêje 'an tu yê dest ji kurdbûna xwe berdî yan na ez te bernadim'
09:00 ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08:24 Li Wanê 9 kes hatin girtin
08:11 Rojnamevan Kav: PDK bûye AKP
06/06/2022
21:25 Li dijî talankirina ekolojiyê meşiyan
20:07 Ber bi Cûdî û Gabarê ve sewqiyata eskerî
18:42 Şanoya bi kurdî bi hinceta 'ewlehiyê' hat qedexekirin
17:55 Rojnamevan Muftuoglû hat berdan
16:18 Li herêmên şer tevgera hewayî
15:58 'Bila zemên ceyran, gaza xwezayî û sotemeniyê bên vekişandin'
15:57 PDK’ê ciwanên enternasyonalîst asteng kirin
15:29 Koç ê HDP’î: Ne qanûna dezenformasyonê lê ya hilbijartinê ye
15:18 Ji GOÇIZDER'ê berteka binçavkirinan: Em ê gilî bikin
15:17 Dema binçavkirina 58 kesan hat dirêjkirin