‘Binçavkirina rojnamegeran sansûreke fiîlî ye’

  • rojane
  • 10:45 9 Hezîran 2022
  • |
STENBOL – Rojnamegeran bertek nîşanî binçavkirina rojnamegerên kurd ên li Amedê hatine binçavkirin dan û wiha gotin: “Ev êriş, sansûreke fîîlî ye. Ya ku dikeve ser milê hempîşeyên me ew e ku piştgiriyeke xurt bidin û bibin dengê wan.” 
 
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de polîsan duh bi ser gelek malan de girtin û Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Gerînendeya JINNEWS’ê Safiye Alagaş û edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Oruç jî di nav de bi giştî 21 rojnameger binçav kirin. Ji bo dosyaya rojnamegeran biryara bisînorkirinê hate dayîn û biryara girtîgehê ku parêzeran dixwest jî bi hinceta “lêgerîn û çalakiyên binçavkirinê berdewam in” hate redkirin. 
 
Gelek derdoran bertek nîşanî binçavkirina rojnamegeran dan. Têkildarî mijarê rojnameger Fehîm Işik, Candan Yildiz, Mûrat Sabûncu û Alî Demîrhan bi ajansa me re axivîn. 
 
ÇAPEMENIYA AZAD LI BER NE DANΠ
 
Rojnameger Fehîm Işik bal kişand ser salên 90’î û wiha got: “Wê demê bi dehan rojnamegerên kurd ji hêla JÎTEM’ê ve hatin qetilkirin. Niha jî rojane hevalên me tên binçavkirin. Êrişa li dijî rojnamegerên kurd her tim berdewam in. Çapemeniya azad xebatên xwe ji wê rojê heta niha bênavber domandin. Bedela wê çi dibe bila bibe ev peywira xwe bi serfirazî pêk anîn. Di van binçavkirinên dawî de mijarek heye ku bala min dikişîne. Hewldanek heye ku êrişên li dijî çapemeniya kurd weke êrişeke asayî nîşan bidin. Rojnameger û derdorên ku xwe weke muxalîf dibînin jî ketine nava helwesteke ‘heke êriş li dijî kurd û çapemeniya wan be tiştekî asayî ye.’ Bertekekî nîşan nadin. Heta piştgiriyê didin van sepanên barbar ên desthilatdariyê. Desthilatdarî dixwaze tevahiya medyayê têxe kontrola xwe û bi nûçeyên derew ên medyaya alîgir re gel manîpûle bike.” 
 
‘DÊ SIBE BIÇIN MALÊN WAN JÎ’ 
 
Bi domdarî Işik anî ziman ku desthilatdarî hewl dide çapemeniya kurd krîmînalîze bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di demên berê de her ku bêdeng diman, desthilatdarî hîn bihêztir bûn. Sepanên xwe yên faşîst bêhtir xistin meriyetê û bi demê re bêhtir êrişî derdorên cuda kirin. Ne tenê kurd û çapemeniya wan di hedefa êrişan de ne. Dê desthilatdarî biçe mala her kesê li dijî faşîzmê disekine û yên dibêjin ‘xwe têkilî min nakin’ û xwe li bêdengiyê datînin jî. Çapemeniya kurd tevî komkujiyan jî paşdegav neavêt û dê îro jî neavêje. Ya ku dikeve ser milê hempîşeyên wan jî ew e ku li wan xwedî derkevin û bibin dengê wan. Heta ku wiha nebe, em ê bibin şirîkên vî sûcî.” 
 
 
BINÇAVKIRIN SANSÛREKE FÎÎLÎ YE 
 
Rojnameger Candan Yildiz jî destnîşan kir ku li Tirkiyeyê zextên li ser rojnamegeran her tim domiyane û ev tişt anî ziman: “Hedefa ewil jî rojnamegerên kurd in. Ev rewş her tim wiha domiya ye. Piştî hewldana darbeyê ya 2016’an, Rewşa Awarte (OHAL) hat ragihandin û bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de (KHK) re Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA), JINHA, Ozgur Gundem û gelek ajans û rojnamegerên din hatin girtin. Dezgehên çapemeniyê yên li ser şopa wan jî rastî heman zextan hatin. Li gel binpêkirinên mafên mirovan ên li dijî kurdan, her wiha kuştina Kemal Kurkut, Ceylan Onkol, valakirina gundan, cînayetên kiryarnediyar, qeyûm û nelirêtî kirin nûçe.” 
 
Di berdewamê de Yildiz bal kişand ser gefên Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha pê de çû: “Divê ev binçavkirin, weke sansûreke fîîlî bê dîtin. Her wiha hewl didin rojnamegeriyê krîmînalîze bikin. Naxwazin haya gel ji geşedanan hebin. Dixwazin rojnamegeran bitirsînin û nehêlin karên xwe bikin.” 
 
SABUNCU: EM Ê DEV JI PIŞTEVANIYÊ BERNEDIN
 
Nivîskarê T24’ê rojnameger Mûrat Sabûncû jî bi lêv kir ku zext û binçavkirin ne tenê bi demekî re bisînor e û wiha derbirî: “Ev yek li Tirkiyeyê her tim heye. Kurd an jî tirk, bi gelemperî li dijî rojnamegeran her tim zextek heye. Desthilatdariyê ev rewş êdî veguherandiye rewşeke domdar. Bi taybet jî bi nêzbûna hilbijartinê re ev zext dê zêdetir bibe. Ev zext îro jî heye û duh jî hebû. Di dema Ozgur Gundemê de jî hebû. Lewma em ê dev ji piştevaniya xwe bernedin.” 
 
DEMÎRHAN: EM Ê BÊDENG NEMÎNIN
 
Têkildarî mijarê edîtorê Sendika.org’ê Alî Demîrhan jî got ku desthilatdarî hewl dide krîza siyasî ya ku dijî bi êrişên li dijî rêxistinên girseyî yên demokratîk û rojnamegeran asayî bike û wiha got: “Divê zext û binçavkirin jî di vê çarçoveyê de bê nirxandin. Her wiha polîtîkaya şer di dewrê de ye. Texmîna min wisa ye ku dê vê zextê zêdetir bikin. Ya ku dikeve ser milê rêxistinên çapemeniyê, rojnameger û raya giştî jî ew e ku li dijî van êrişan bêdeng nemînin. Divê bi tu awayî biçûk nebînin û piştevaniya xwe zêdetir bikin. Ez ê tev li konferansa Federasyona Rojnamegeran a Ewropayê ku dê li Îzmîrê bê lidarxistin bibim. Ji bo ku asta zextên li ser çapemeniya kurd bidim fêmkirin, dê weke pêşnûmeyekê bidim wan. Em ê zexta desthilatdariyê ya li ser rojnamegeran teşhîr bikin.” 
 
MA / Mehmet Aslan
 

Sernavên din

11/06/2022
22:33 Togrûl: Qethiyen em ê ji azadî û demokrasiyê tawiz nedin
20:57 Polîsan alayên HDP'ê rakirin
18:14 3 kesên li Timoqê hatibûn girtin hatin berdan
17:47 Dema binçavkirinê ya rojnamevanan hat dirêjkirin
17:30 OHD’ê rapora xwe ya binpêkirinên li girtîgehên Herêma Anatoliyaya Navîn aşkera kir
17:14 ‘Çi dibe bila bibe em ê tecrîda li Îmraliyê bişikînin’
16:41 Li Amedê ji bo azadiya Ocalan meş hat lidarxistin
16:32 Ji HDP’ê sempozyuma ‘Zarok’: Em ê ji bo zarokan jiyaneke biewle ava bikin
16:04 ÎHD’ê aqûbeta 6 kesên di bin çavan de hatibûn windakirin pirsî
15:42 Rûniştina F a 533’yan: Bila hunermend Nûdem Durak were berdan
15:35 Ji Wanê ber bi Gemlîkê ve: Heta ku azadiya Ocalan pêk were em ê têkoşîna xwe bidomînin
15:16 Ji bo berdana girtiya nexweş Muhlîse Karaguzel bang kirin
14:56 Di Doza Kobanê de kesek nehat berdan
14:49 Rojnamevan li edliyeyê bi saetan bikelemçekirî hatin sekinandin
14:45 Serokê Sendîkaya Basin Îş’ê Eren: Heke bertek neyên nîşandan dê ev zext sibe li deriyê her kesî bidin
13:59 TJA'yê komxebata 'Weke Jin di Girtîgehê de' li dar xist
13:46 ‘Qêrînên Çayanê min derketin ber ezmanan’
12:45 Ji bo mitînga Erdogan li Wanê rewşa awarte di meriyetê de ye!
12:29 Malbata Şenyaşar: Heke têkoşîn hebe hêvî jî heye
12:24 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Çayan Çîçek pirsîn
12:03 Ji Botanê bo Meşa Gemlîkê bang: Heta Ocalan azad nebe civak jî azad nabe
12:02 Rewşenbîran ji bo rojnamevanên kurd bang kirin: Li dijî zextan xwedî helwest bin
11:25 Berdevka SKM’ê Otlu: Meşa Gemlîkê meşa edalet û azadiyê ye
10:52 Qeyûm neguhêzbarên şaredariyê bi teqsîdan difiroşe
10:51 Hevalên me 4 roj in di bin çavan de ne: Em ji rastiyan hêz digirin
10:16 Zaroka ku hat îdiakirin di şaneşînê de ketiye jiyana xwe ji dest da
10:13 16 endamên GOÇÎZDER’ê hatin girtin
10:02 Endamê KNK'ê Hiso: Kurdistaneke bêêzdiyan mîna laşekî bêcan e
10:01 Jinên ji Bakurê Efrîkayê: Pêkanîna azadiya Ocalan peywîreke
09:04 Rojnamevan Dogan: Tirkiye ji bo nixûmandina têkçûna xwe ya li Zapê hewl dide eniyeke nû ava bike
09:02 Ji bo Meşa Gemlîkê banga parêzeran: Ji bo gelan gaveke pir girîng e
09:01 Meşa Gemlîkê ya Mezin: Divê em dîwarê Îmraliyê biderizînin
09:00 Ji ber krîza aborî îhaleya nexweşxaneyê betal bû
09:00 ROJEVA 11'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
10/06/2022
23:01 Li Tekirdagê 10 siyasetmedarên din jî hatin girtin
21:19 Li Şirnexê 8 kes hatin berdan
16:51 Li Mêrsîne jinan giliyê Erdogan kir
16:47 ESP: Em jî dê li Meşa Gemlîkê bin
16:14 775 parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
16:11 'Çapemeniya Azad dê serî netewîne''
15:53 Dema binçavkirinê ya rojnamevanan 2 rojan hat dirêjkirin
15:08 Rojnamegerên binçavkirî peyam şandin: Em ê her binivisînin
15:07 Herêma Egeyê ji Meşa Gemlîkê re amade ye: Em ber bi azadiyê ve bimeşin
15:00 Yuksekdag: Şêwaza heyeta dadgehê dişibe şêwaza Erdogan û Bahçelî
14:41 Başaran: Em li dijî her cure êrişan dimeşîn Gemlîkê
14:19 Hevserokê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan ji bo piştevaniyê çû serdana DFG’ê
14:14 Di cînayeta Elçî de harddîsk a xerabe ji TUBÎTAK’ê re şandin
13:57 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:46 Di sempozyuma HDP’ê de wê ji bo zarokan lêgerînên nû bên nîqaşkirin
13:34 KESK’ê ji bo rojnamevanên binçavkirî serdana piştgiriyê kir
13:28 Polîsan ekîpmanên rojnamevanan û şirketên produksiyonê desteser kirin
13:07 Di konferansa HDP’ê de hem peyam dan desthilatdariyê hem jî dan muxalefetê
13:00 Malbata Şenyaşar banga tevlibûna bîranîna 14’ê Hezîranê kir
12:25 Rojnamevan 3 roj in di binçavan de ne
12:13 Li Çemê Dîcleyê tevdîr nayên girtin û xeniqîn zêde dibin
11:48 Rapora GOÇÎZDER’ê ya derheqê penaberan de weke sûc hat nîşandan
11:37 Ji bo rojnamegerên di binçavan de banga piştevaniyê hat kirin
11:34 Li Girtîgeha Îzmîrê hesasiyeta Soylû
11:24 Li Wanê erdhej
11:23 Nûnerên partiyên siyasî: Rojnamegeran berd in
10:46 Di merasîma derçûnê de pirsa 'Gulistan li ku ye?' kir
10:41 Nelirêtiyeke din a 40 milyon TL’an a qeyûm derket holê
10:28 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Tevlibûna PDK'ê ya şer wê xesareke mezin bi xwe re bîne
10:13 Ji Dayikên Aştiye banga meşa Gemlîkê: Ji bo aştî û azadiyê tev li meşê bibin
09:54 Parlamenterê YNK’ê: Divê Tirkiye bo xwe ji aqûbeta Sedam dersan bigre
09:10 ‘Em ê bi meşeke xurt bersiva dagirkerî û înkarkirinê bidin'
09:09 ‘Girtî bi mirinê re rû bi rû tên hiştin'
09:07 Piştî 17 salan dê cardin bi heman kelecanê tev li Meşa Gemlîkê bibe
09:05 Odeya Plansazên Bajêr xwest biryara qeyûm a ji bo 'qada bazirganiyê' bê betalkirin
09:04 Amadekariyên ji bo Meşa Gemlîkê didomin: Divê her kes rola xwe bilîze
09:01 Jinên Şirnexî: Divê tu kes li dijî talankirina erdnîgariyê bêdeng nemîne
09:00 ROJEVA 10'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
09/06/2022
23:57 Ber bi Çiyayê Cûdiyê ve sewqiyata eskerî
23:30 Li Tekirdagê 11 siyasetmedar hatin girtin
21:26 Komeleya Lêkolîna Heqîqetan a di Qada Çapemenî û Hiqûqê de: Heqîqet, di rewşa herî dijwar de parastina rastiyan e
20:00 Demîrtaş: Em ê wan di sindoqan de veşêrin!
17:38 Tirkîyeyê bi ÎHA'yê êriş bir ser Qamişloyê: 5 kes birîndar bûn
16:36 Konseya Çapemeniyê: Binçavkirina rojnamegeran nayê qebûlkirin
16:21 Hevserokê DBP’ê Bayindir serdana DFG’ê kir
16:13 Beştaş ji Bozdag pirsî: Rojnameger çima di bin çavan de ne?
16:13 Firinên li Dêrsimê firotina nan rawestandin
16:07 Rojnamevanên li Wanê: Ne dema bêdengiyê dema piştevaniyê ye
16:06 Li Amedê êrişa li dijî doktorekî hat protestokirin
15:45 Rapora girtîgehan: Tecrîd û îzolasyon hatiye mayîndekirin
15:39 Polîsan êrişî Nobeda Edaletê ya li Stenbolê kirin
14:15 Girtiyên li Afyonê greva xwe ya birçîbûnê didomînin
13:58 Rojnamevanên di bin çavan de di hucreyên yek kesî de tên girtin
13:56 2 zilamên ku êrişî jinan kiribûn hatin girtin
13:48 Doza Kobanê: Dozger xwest siyasetmedar girtî bên darizandin
13:41 ‘Malbatên girtiyan bi bêedeletiyê tên cezakirin’
13:31 Doza Taşkirin a ESP'î taloq bû
13:30 Doza 46 rojnamegeran hate taloqkirin
13:17 ÎSÎG: Di 5 mehan de 646 karkeran jiyana xwe ji dest da
13:15 Emîne Şenyaşar: Ez ê heta ku edalet pêk tê ji vir ranebim
13:05 Rojnamevanên li Mêrsînê: Hevpîşeyên me berdin
12:24 Notirvanê ku hevjîna xwe birîndar kir reviya
12:23 Rojnamevan Keko: PDK bi piştgiriya Tirkiyeyê çapameniya Başûr kiriye bin kontrola xwe
12:22 Karkeran qala DEDAŞ’ê kir: Xebatkar bi xwe qaçaxê girê didin û piştre ceza li gel dibirin
12:03 Derbarê kesên ji qetlîama malbata Îzol hatin berdan de biryara girtinê hat dayîn
11:52 Sendîkaya 175 salî ji bo Ocalan banga azadiyê kir