Parêzerên ku li qereqolê hatine îşkencekirin: Dixwazin kurdan bêparastin bihêlin

  • rojane
  • 09:44 28 Hezîran 2022
  • |
img
COLEMÊRG - Hevserokên Şaxa OHD’a Colemêrgê Harîka Gunay Karataş û Firat Îke ku bertek nîşanî binçavkirina miwekîlên xwe ya bi awayekî fiîlî dan, ji hêla leşkeran ve hatin derbkirin. Hevserokan, diyar kirin ku dewlet bi van sepanan dixwaze gelê kurd bêparastin bihêle lê belê ew ê dev ji parastina gel bernedin. 
 
Artêşa tirk di 26’ê hezîranê de li dijî herêma Astenga Reş a li çoltarê gundên Şîşemzîn, Xurekana Seyîda û Xurekana Temo yên Gever a Colemêrgê operasyon da destpêkirin. Di dema operasyonê de 13 gundî hatibûn derbkirin û binçavkirin. Hevserokên Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Colemêrgê Harîka Gunay Karataş û Firat Îke ji hêla leşkeran ve hatin derbkirin, li erdê hatin kaşkirin û bi vî awayî ji qereqolê hatin derxistin. 
 
Ji 13 binçavkiriyan 11 jê şevê din piştî îfadeyên wan ên li Fermandariya Cendirmeyan a Geverê hatin berdan. Birayên hev Behçet û Bîrhat Engudar jî hêj di bin çavan de ne. Piştî hewldanên endamên Şaxa OHD û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê, welatiyên binçavkirî ji bo rapora derbê dîsa rêkirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê. Her du bira ev 2 roj in di bin çavan de ne û di raporên nexweşxaneyê de diyar bû ku rastî îşkenceyê hatine. 
 
Parêzerên ku li qereqolê hatine derbkirin têkildarî mijarê bi ajansa me re axivîn. 
 
BINÇAVKIRINA FIÎLÎ
 
Hevseroka Şaxa OHD’a Colemêrgê Harîka Gunay Karataş anî ziman ku li gel derbkirinê, her wiha li qereqolê rastî çêrên zayendperest hatine û wiha qala wan kêliyan kir: “Piştî binçavkirina gundiyan, ez û Firat Îke çûn qereqolê. Ji me re gotin ku gundî nehatine binçavkirin û tenê bi sîfetê ‘agahî girtinê’ anîne wê derê. Ev yek, binçavkirineke fîlî ye. Em li dijî vê rewşê derketin û li ser vê yekê jî hatin derbkirin. Me bi çavên xwe dît ku li binçavkiriyan dixin û wisa tînin odeya hevdîtinê. Dema me mudaxale kir jî vêcarê li me jî xistin. Em hatin derbkirin û ji wir derxistin. Li nîzamiyeyê jî li me xistin. Bi dest û lingên min girtin, li erdê kaş kirin û li min xistin. Çêrên zayendperest ên giran li me kirin. Nehiştin em ji wesayîtê paya bibin. Em bi darê zorê ji nîzamiyeyê hatin derxistin.” 
 
FERMANDARÊ ‘ÎŞKENCEKAR’ 
 
Bi domdarî Karataş anî ziman ku Fermandarê Cendirmeyan ê Geverê weke “îşkencekar” tê naskirin û wiha domand: “Fermandarê bi navê B.K. ku fermana îşkenceyê da, par di meha tebaxê de jî fermana îşkenceya li dijî me û hempîşeyeke me yê din dabû. Di vê pêvajoyê de li gundê Tiloranê jî 7 şivan hatibûn îşkencekirin. Tiştên li erdnîgariya kurdan diqewimin, ji polîtîkaya şer cuda nînin. Li Edeneyê siyasetmedar hatin binçavkirin û 16 xebatkarên çapemeniya azad hatin girtin. Ev tevek jî ji vê polîtîkayê cuda nînin. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ev 23 sal in di tecrîdeke giran de tê ragirtin. Vê polîtîkayê jî li dijî her kesê di têkoşîna azadî û parastinê de cih digire bi kar tînin. Piştî ku windahiyên wan ên di şer de zêde bûyîn, TSK’ê berê xwe da qadên sivîlan û ev rewş li Wan û Colemêrgê hêj didome.” 
 
ÊRIŞÊN SÎSTEMATÎK 
 
Di berdewamê de Karataş diyar kir ku êrişên li dijî parastinê bi awayekî sîstematîk tên kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Duh Hefteya Rûmetê bû û di dema meşê de nêzî 400 kes hatin binçavkirin. Hempîşeyên me li wir jî hatin derbkirin û îşkencekirin. Di esasê xwe de ev ne exlaqê dewletê lê yê çeteyan e. Em rastî sepanên vî exlaqê çeteyan hatin. Parêzer, nûnerên parastinê ne û di têkoşîna azadiyê ya gelan de li cem gel cih digirin. Hewl didin yên ji bo vê têdikoşin bêdeng bikin.” 
 
'PARASTIN SERÎ NATEWÎNE’
 
Karataş, destnîşan kir ku piştî îşkenceya leşkeran demildest li Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê rapora derbkirinê wergirtine û wiha pê de çû: “Me giliyê leşkeran kir. Dê pêvajoya piştre bi dozgeran re bidome. Li dijî her binpêkirinan em ê li edliye, kolan û qadan bin. Ji ber ku parastin tu carî bêdeng nema û serî netewand. Di vê têkoşîna birûmet a gelê xwe de em jî bi wan re ne. Em jî lingekî vê têkoşîna birûmet in. Ev 40 sal in ku îşkenceyên wan didomin lê tiştek bi dest nexistin. Ji ber ku li hemberî wan gelekî berxwedêr, xwedî rûmet û têkoşer heye.” 
 
'EM Ê DEV JÊ BERNEDIN’
 
Hevserokê Şaxa OHD’a Colemêrgê Firat Îke jî têkildarî mijarê ev tişt anî ziman: “Sepanên li dijî gelê kurd, ji berê ve hene. Çawa ku di qada siyasî de dest bi tesfiyeyê kiribin, dixwazin di qada parastinê de jî heman tesfiyeyê bikin. Dixwazin me tesfiye bikin û gelê kurd bêparastin bihêlin. Lê em ê li dijî van sepanan her tim li qadan bin û li ber xwe bidin. Em bên derbkirin û rastî û tundiyê werin jî dê dev ji parastina vî gelî bernedin. Em ê dev ji îşkenceya li fermandariya cendirmeyan û TEM’ê bernedin û biçin îfadeyên welatiyên mafên wan hatine binpêkirin.” 
 

Sernavên din

30/06/2022
12:39 Cerdevanên ku birin qada şer ji ber ku pêşketin çênebû paşve şandin
12:38 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serî li dozgeriyê dan
12:37 Çalakiya Nobeta Edaletê di roja 227'an de ye: Em dê tekoşîna xwe bidomînin
12:36 Li Tarsûsê 19 kes hatin berdan
11:35 Gunay: Em ê bi kongreya xwe bersiva faşîzmê bidin
11:14 Li Tirkiyeyê jî nexweşiya kulilka meymûnê hat tesbîtkirin
10:55 ‘Jiyana astengdaran kesên bajaran bi rê ve dibin zehmet dikin’
10:51 Balekanî jiyan û Çarînên Omer Xeyam bi kurmancî dixwîne
10:44 Cezayê hefsê dan rojnameger Abdurrahman Gok
10:18 Desthilatdarî bi “qanûna sansûrê” amadekariya hilbijartinê dike
09:56 Turkay ê di Meşa Gemlikê de hatibû girtin: Armanca me azadiya Ocalan e
09:45 Kelecana ji bo kongreya HDP'ê: Dê ji Egeyê bi girseyî tev li kongreyê bibin
09:07 Rêxistinên çapemeniyê: Li dijî sansurê û çewisandinan têkoşîn şert e
09:05 Li Hezoyê nelirêtî: Belê min firot lê ez ê tiştekî jî nebêjim
09:03 'Huner guh nade tu astengiyan'
09:01 Zeytûn: Pergala Îmraliyê divê bê rakirin
09:00 ROJEVA 30'YÊ HEZÎRANA 2022
29/06/2022
21:14 Şagirtên Ma Musîcê destûrnameyên xwe wergirtin
20:10 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Em ê di kongreyê de bersiva êrişan bidin
19:41 Orhan Dogan li ser gora xwe hat bibîranîn
19:25 Rojnamevan Erencî li ser gora xwe hat bibîranîn
17:16 NATO'yê Swêd û Fînlandiya vexwend endamtiyê
17:08 Li Bismilê civîna gel: Çareserî û rizgarî li ba Ocalan e
17:01 ‘Serhildana Şêx Seîd li dijî dagirkeriyê bû’
16:22 AYM’ê ji bo Muharrem ê biçûk biryara xwe da
16:19 DEVA'yê serdana malbata Şenyaşar kir
15:55 Aşkan û Ayaz hatin berdan
15:51 Girtî Kaya ku hatibû derbkirin sirgûn kirin
15:50 Rojnamevanên muxalîf bernedan avahiya wezaretê
15:50 36 kes 3 roj in di bin çavan de ne
15:45 Nobeta Edaletê: Dengê me bibihîzin
15:27 Di pevçûnên li Çelê de 3 leşker hatin kuştin
14:58 DBP'a Wanê ji bo kongreya xwe bang kir
14:31 Dadgeha Îskenderûnê 22 sal cezayê hefsê li 22 girtiyan birî
14:14 Girtiya ku hatibû berdan bi biryara ‘şewitandina înfazê’ dîsa hate girtin
13:46 Li Mêrdînê di bîrekê de cenazeyek hate dîtin
13:27 Di nava gola avdanê de cenazeyek hate dîtin
13:21 Derbarê ‘îşkenceya gardiyanan’ de gilî hate kirin
13:19 Derbarê Baroya Amedê de lêpirsîn: Danezana Baroyê di wesfê danezana Biden de ye
13:12 Malbatên girtiyan li ber ATK’ê bang kirin: Bila ATK cihêkariyê neke
13:10 Şêx Seîd û hevalên xwe hatin bibîranîn
12:40 Ferît Şenyaşar: Dê dawiya dawî edalet serbikeve
11:46 Dê bi deh hezaran Stenbolî tev li kongreya HDP’ê bibin
11:37 Li Mêrdînê ji bo veguhastinê dîsa zem hate kirin
11:03 ATK’ê ji Emîn Ozkan pirsa ‘Serokkomar kî ye?’ kiriye!
11:01 Dadgehê got xistina parlamenterekî ya lîsteya lêgerînê ya ‘kategoriya sor’ li gorî hiqûqê ye
10:59 Cezayê li leşkerê ku Hazna Su kuşt hatibû birîn kirin 10 teqsîd
10:24 Dede: Dixwazin li Geverê herêmeke tampon ava bikin
10:16 Amedî: Hemû budçe ji bo şer tê veqetandin
09:53 Cenazeyê leşkerê kuştî ji çapemeniyê re girtî hat veşartin
09:20 Şeniyên gundan: Berpirsyarê vî şerî Barzanî ye
09:08 Ji Yekitiya Ekolojiyê Kayra: Li Îlîçê berê jî siyanur çiziriye
09:07 Dibistan hatin girtin, li kargehan hejmara zarokan zêde bû
09:04 Ruxseta înşeatê ya avahiya dijî tevna dîrokî ya bajêr tune ye!
09:03 Surucu: Em dikarin bi azadiya Ocalan ji vê pergala em tê de asê bûne xelas bibin
09:01 Wan ji bo kongreyê amade ye
09:00 ROJEVA 29'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
28/06/2022
23:55 Li Çelê piştî şer deriyê sînor hat girtin
22:59 Rêvebiriya AKP'ê ya Agiriyê îstifa kir
19:53 Îstinafê beraeta rojnamevan Aslan erê kir
18:35 Doza Kobanê: Nexweşiya kurdan jî nayê qebûlkirin
16:40 Aysel Tugluk bi SEGBÎS’ê beşdarî Doza Kobanê bû
16:38 34 partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang kir: Bila qada hewayî bê girtin
16:22 Nobeda Edaletê: Girtîgeh veguherîne navendên îşkenceyê
16:08 Ji Tarsûsê 4 girtî sewq kirin
15:44 Doza Komkujiya Konyayê: Hevdîtina 45 deqeyan a tetîkkêş Altûn a bi polîsan re winda ye
15:31 Ji bo Komkujiya Roboskê 126 meh in li edaletê digerin
14:57 Sancar: Wê kurd bersivên giran bidin we
14:56 Malbata Şenyaşar hişyariya hilbijartinê kir
14:32 Mêrdîniyan bertek nîşanî li benda dora nexweşxaneyê dan
14:23 Derbarê Xwediyê Îmtiyazê yê rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen de doz hat vekirin
14:22 Şaxa OHD’a Stenbolê ji bo endamên xwe yên hatine derbkirin daxuyanî da
14:16 Kesa pere ji wasiyê xwe re razandin hate berdan
14:04 Li gundên Geverê operasyon bi dawî bû lê zozanên gundiyan hatin qedexekirin
14:03 Gilîkerê Doza Kobanê: Ev doza çi ye ez nizanim
14:02 Polîsan heman dosye şandine cem du dozgeran
14:01 Cezayîrlîoglu ku karesata li Îlîçê ragihand: Ji tesîsa nukleerî talûketir e!
13:41 NY: Li Sûriyê ji 306 hezarî zêdetir sivîl mirin
13:13 Malbatên girtiyan: Bila partiyên siyasî guh bidin xwestekên me
12:45 Li jina ku di Newrozê de kefî hejandibû 10 meh cezayê hefsê hate birîn
12:35 Ozturk bang li CHP’ê kir: Bi Ocalan re hevdîtinê bikin
12:04 Dadgeha Îdareyê serlêdana ji bo gora Şêx Seîd red kir
11:59 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:54 Biryara girtina Çaglar Demîrel hate rakirin
11:31 Dê derheqê dayikên ku digotin ‘Em ji bo kes nemire li wir bûn’ de mutalaa bê amadekirin
10:58 Salih Muslim: Em ê dagirkirinê biqedînin û Sûriyeyê demokratîk bikin
10:46 HDP’ê bo kongreyê bang kir: Hûn jî bibin parçeyeke wêneyê berxwedanê
09:58 Xemsariya DÎSKÎ'yê şêniyên Xanika Jêr bêzar kiriye
09:44 Parêzerên ku li qereqolê hatine îşkencekirin: Dixwazin kurdan bêparastin bihêlin
09:21 97 sal derbas bûn: Hê jî cihê gora Şêx Seîd û hevrêyên wî nehatiye eşkerekirin
09:20 LaWje li Amedê konserek li dar xist
09:07 Gelo polîsan xaniyê tetikkêş Mehmet Altûn stendiye?
09:04 Platforma Azadî Ji Bo Girtiyên Nexweş dê biçe girtîgehan
09:02 Makbûle Ozer û hevjînê xwe 51 roj in girtî ne: Bila ev îşkence bi dawî bibe
09:01 ‘Di doza Komkujiya Pirsûsê de mexdûr tên darizandin'
09:00 ROJEVA 28'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
27/06/2022
21:17 Aktivîstên TJA'yê Aşkan û Ayaz hatin binçavkirin
20:49 Girtî Aksû çû şîna dêya xwe
18:30 Doza Kobanê: Dê Aysel Tûglûk bibin danişîna Doza Kobanê
17:56 Stranbêjê ku ji ber stranên kurdî hatibû binçavkirin hat berdan