Di Doza Kobanê de gilîker li ser pirsa ‘tu gilîdarî’ wiha got: Bûyer nayê bîra min

  • rojane
  • 14:41 1 Tîrmeh 2022
  • |
img
ENQERE - Di Doza Kobanê de dadgehê ji bo siyasetmedarên kurd pirsa “tu gilîdarî” ji gilîker Onur Bal kir û Bal got ku bûyer nayê bîra wî û gilîdar nîne.
 
Li ser êrişa DAIŞ’ê ya li dijî Kobanê, di navbera 6-8’ê Cotmehê de li seranserî bakurê Kurdistanê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin. Têkildarî bûyeran doz hatibû vekirin. 14’emîn danişîna Doza Kobanê ku hevserokên giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) jî di nav 21 jê girtî bi giştî 108 kes tê de tên darizandin, li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê di roja 4’an de berdewam dike. Danişîna dozê li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê tê dîtin. Di danişînê de malbatên siyasetmedarên girtî, rêveberên rêxistinên HDP’ê yên navend û navçeyan ên Enqereyê û gelek parêzer jî amade bûn. 
 
Siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê di danişînê de amade bûn û siyasetmedarên li girtîgehên cuda jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. 
 
Piştî tespîtkirina nasnameyê, ewraqên li dosyayê hatine zêdekirin hatin xwendin. Di danişînê de gilîker Onur Bal ê li Girtîgeha Tîpa L a Hejmar a Sîlîvriyê tê ragirtin bi rêya SEGBÎS’ê axivî. Bal, diyar kiribû ku di 6-8’ê cotmeha 2014’an de li Zeytînburnu ya Stenbolê birîndar bûye û serokê dadgehê pirsa “Tu gilîdarî” ji Bal kir. Gilîker Bal jî got ku bûyer nayê bîra wî û ji siyasetmedaran gilîdar nîne. 
 
PERGALA MÊRÊ SERDEST
 
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata derheqê “şahid û gilîker” de mafê axaftinê girt. Ata, diyar kir ku operasyonên li dijî jinan piştî îfadeyên “şahidê nepen A53” hatine destpêkirin û wiha domand: “Ne pêkane ku çalakiyên me werin îllegalîzekirin. Dema jinên li rojhilatê welêt wekheviyê dixwazin jê re dibêjin ‘welat parçe dikin’ û dema yên li rojavayê welêt wekheviyê dixwazin jî jê re dibêjin ‘malbatê parçe dikin.’ Belê rast e jin dixwazin tiştekî parçe bikin û ew jî pergala mêrê serdest e. Dema dengê çekan tê ji ewil dengê jinan qut dikin. Ya ku A53 kirî jî ev e. Xwest ji ewil dengê jinan qut bike. Bo me jinan her roj 8’ê Adarê ye û li dijî tundiyê her roj dadikevin kolanan. Mimkin nîne ku zilam beşdarî civînên me bibin. Lê şahidê nepen dibêje ‘li filane erdê civîn kirin.’ Hûn guh nadin gotinên me lê guh didin dengê îtîrafkaran. Îdia dikir ku ez di 6-8’ê Cotmehê de beşdarî civînê bûme. Min berê jî gotibû ku ez tev li civîna MYK’ê nebûm û wê demê li Pirsûsê bûm. 
 
JI BER DAXWAZA MIN A AZADIYÊ GOTIN ‘TERORÎST’ 
 
Em li dijî vê pergalê xwe birêxistin dikin û weke jin em dibin hedefa pergalê. Ji ber ku em jinên kurd in lewma cihêkarî li me tê kirin. Bêyî ku serî li tundiyê bide, hemû kes dikare fikrên xwe bibêje. Lê belê weke jineke kurd çima ji ber daxwaza min a azadiyê ji min re dibêjin terorîst? Ji ber îdiaya xwe ya azadî û wekheviyê em îro tên darizandin. 
 
Em jin têkoşîna wekheviyê dimeşînin lê weke jinên li Kurdistanê fikara me ya aştiyê heye. 17 hezar cînayetên kiryarnediyar me jiyan. Balafirên F-16 her roj ji nizm ve li ser serê me difirin. Em di şert û mercên şer de mezin bûn. Dijderketina şer çima sûc e? Bila hinek bifikirin bê ka çima mirov derdikevin çiyê. Me nedizanî ku binpêkirina mafê me yê perwerdeyê tundî ye lê bi demê re em hîn bûn. Li hêlekî bi gotina ‘welat parçe dibe’ hûn jinan krîmînalîze dikin û li hêla din jî jinan jinedîtî ve tên. Niha jî îtîrafkarekî mêr ji me re dibêje ‘kadroya rêxistinê.’ Baş e ev çi rêxistine ku kesek hemû kesan nas dike.” 
 
‘TRAJÎKOMÎK Û VALA’
 
Piştre jî Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya Berê Fîgen Yuksekdag mafê axaftinê girt û ev tişt anî ziman: “Êdî tu cidiyeta guhdarîkirina ‘şahid û gilîkeran’ nema ye. Tu bingehekî aqilane yên van îfadeyan nînin. Ji bo ku tiştekî aqilane hebe, ji ewil divê şahid şahidî kiribe. Şahidê nobedar ê duh hatiye guhdarîkirin, îftîrakar e. Dema îfade dida, îfadeya xwe ya berê derewand. Lewma min duh xwe negirt û keniyam. Trajîkomîk bû. Heke hiqûq ewqas ji exlaqê were dûrxistin, di encama wê de jî şahidên wiha yên mîna robotan derdikevin holê û doz li ser gotinên wan didomin. 
 
Êdî mirov nikare xwe ji wan aciz jî bike. Hem û hem jî hûn baş dizanin bê ka saziyên emniyetê pergalekî çawa ava kirine. Şahidê ku we duh guhdarî dikir, sîxûrên asta herî jêr û yên bi pereyê herî kêm ên ji hêla polîsan ve tên xebitandin in. Xebatkarên taşeron in ku tu pênc qirûşan bidî destê wan, diçin ser xelkê îfadeyan didin. Emniyet kengî bixwaze ji van kesên pereyê herî kêm werdigirin bixwaze bangî wan dike û dibêje ‘were em ê biçin operasyonê. Were îfadeyê bide.’ Bo wan girîng nîne bê ka jêbawerin an na. 
 
Dînên vî welatî jî ji van bawer nakin lê hûn li wê bendê ne ku em jê bawer bibin. Mirovek ewqas jî ji mirovbûna xwe nayê derxistin. Dema me pergaleke rasteqîn a hiqûqê ava kir, dê van jî biavêjin sergoya dîrokê. Qet nebe şahidên birêxistinkirî bînin da ku em bibêjin hûn bi rastî jî cidî nêz dibin. Derewên şahid teşhîr bûn. Parêzerê me îfadeyên wî yên derew bi bîr xistin lê we parêzer bêdeng kir. Serê wî şahidê bêmejî tevlihev bû û gotinên xwe tevlihev kirin. Niha jî li dijî vîna demokratîk a gelan bi destê dadgehan şerekî qirêjî hatiye destpêkirin lê em ê bi serkeftinê bersivê bidin vî şerê qirêjî. Dê di nava wê zîhniyeta xwe ya beredayî de bifetisin.” 
 
'ŞERTÊN ŞAHIDBÛNÊ ÇÊNEBÛNE’
 
Piştre jî parêzer Çîgdem Kozan axivî û ji bo şahidên ku di dosyayê de ji bo wan tevdîrên parastinê hatine girtin got “şertên şahidbûnê çênebûne” û wiha bi dawî kir: “Ji bo ku bibin şahidê nepen, divê xetereyeke berbiçav hebe. Samî Baran û Kerem Gokalp weke şahidên vekirî hatin guhdarîkirin. Gelo tiştek yek ji wan bû? Me duh dît bê ka şahid çiqas bi rehetî derewan dike. Sedema vê jî ew e ku dosyaya kompasê ye. Şahid di îfadeyên xwe de dibêje ‘ez kadro me û li qada legal nînim.’ Diviya derheqê kesekî wiha de lêpirsîn bihata vekirin û dê ji poşmantiya bibandor sûd bigirta. Lê belê got ku derheqê wî de lêpirsînek nehatiye destpêkirin. Ev rewşeke absûrd e.” 
 
Şandeya dadgehê navber da danişînê. 
 

Sernavên din

03/07/2022
15:12 Leyla Guven: Dem dema hesabpirsîna ji rejîma faşîst e
14:41 Jinên girtî bo kongreya HDP’ê peyam şandin: Dê dengê we mîna qêrîna azadiyê olan bide
14:34 Sancar rêyên çareseriyê nîşandan: Li ser Îmraliyê lîstikan nelîzin
14:05 Mêvanên ji Ewropayê beşdarî kongreya HDP’ê bûn: Me ruhê gelê kurd dît
13:25 Buldan: Çareserî em in û dê desthilatdariyê têk bibin
13:09 Tekoşîna edaletê ya malbata Şenyaşar di kongreya HDP'ê de ye
12:23 Kongreya HDP’ê bi beşdariya deh hezaran dest pê kir: Çareserî em in
11:01 Di AKP’ê de skandala bertîlê
10:14 Nameya rojnamevan Omer Çelîk ‘bixeter’ hate dîtin
09:56 Bi deh hezaran kes ji bo kongreya HDP’ê li Enqereyê ne
09:08 Doza JÎTEM a Kerboranê: Pêdivî bi helwesta dadgerekî wêrek heye
09:06 7 partî û rêxistin dê 'Manzûmeya Rêgezan' biweşînin
09:05 Li Hezexê bi mehan ava welatiyan hatiye birîn
09:04 Nobeda Edaletê di roja 230'yî de ye: Partiyan sozê xwe bi cî neanî
09:01 ROJEVA 3'YÊ TÎRMEHA 2022
08:41 Li Colemêrgê leşkerek mir
02/07/2022
23:09 Ên li Madimakê hatin qetilkirin li gelek bajaran hatin bibîranîn
22:25 Binkeya eskerî ya Tirkiyeyê ya li Sîrê hat bombekirin
20:57 Şagirtên Zarok Ma'yê destûrnameyên xwe wergirtin
19:55 Dayika Şemiyê Sarê Demîr jiyana xwe ji dest da
19:20 Banga HDK'ê ji bo hevrûbûna bi Madimakê re
17:54 Sînemager Orhan ê hat revandin: Her kes di talûkeyê de ye
16:58 Li Edeneyê 37 kes 6 roj in di bin çavan de ne
16:30 Girtiyê ku rapora wî ya “nikare tena serê xwe bimîne” heye di hucreyê de tê ragirtin
16:02 ÎHD’ê bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Mûhlîse Karaguzel
15:37 Qurbaniyên Komkujiya Madimakên hatin bibîranîn: Wê ronahiya Sêwazê qet venemire
15:23 ‘Bila girtiyên nexweşê giran Koyûncû demildest bê berdan’
15:09 Jinên ji Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur bi jinên HDP'î û TJA'yî re hatin gelhev
14:54 Dayikên Şemiyê: Em dest ji Galatasarayê bernadin
14:12 Meclîs kete betlaneyê
13:59 Xizmên windayan li Êlihê Wedat Aydin bi bîr anîn
13:36 DTSO’yê komxebata kooperatîfa jinan li dar xist
13:19 Xizmên windayan aqubeta Huseyîn Ertaş pirsîn
12:30 Orhan ê hate revandin li goristanan gerandin û wêneyên wî yên tazî kişandin
12:29 Malbata Şenyaşar: Ji bo bidawîbûna êşê bila edalet bê
12:29 Li Şemrexê şerê bi çekan: Kesek mir û 3 kes jî birîndar bûn
11:50 Li Beyoglûyê mirineke biguman
11:44 Li Mêrsînê qezaya trafîqê: 4 kesan jiyana xwe ji dest da
11:41 Li Osmaniyeyê êrişî penaberan kirin: Gelek birîndar hene
11:19 Li ber qamerayan îşkence li girtî Şehmûz Emen kirin
10:30 Li Îranê li du hev 3 caran erd hejiya: 3 kes mirin 19 kes birîndar bûn
09:39 Qeyûm guhertina sendîkayê li karkeran ferz dike
09:09 Barkêşên Deriyê Rihayê: Nêzî 2 hefte ye me sifteh nekiriye
09:07 Dadgeh ket etra pêşeroja zilamê dest dirêjî zarokê astengdar kir: Cezayê wî kêm kir
09:05 Li Şirnexê Tûrnûvaya Fûtbolê ya Kemal Kûrkût dest pê dike
09:00 ROJEVA 2'YÊ TÎRMEHA 2022
01/07/2022
21:25 ‘Em ê dest ji Peymana Stenbolê bernedin'
19:25 Di Doza Kobanê de şahid ji dadgehê pirsî: Hûn dixwazin ez çi bibêjim?
16:37 HDP’iyên ji bo stant vekiribûn hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:31 Li Sêrtê û Êlihê du zarok ji şaneşînê ketin: Zarokek mir yek jî bi giranî birîndar bû
15:46 Li Zapê leşkerek hate kuştin
14:43 Danişîna êrişa li dijî malbata Dedeogullari hat lidarxistin
14:41 Di Doza Kobanê de gilîker li ser pirsa ‘tu gilîdarî’ wiha got: Bûyer nayê bîra min
14:00 Ciwanên ku bihakirina xwarinê protesto kirin ji wargehê hatin avêtin
13:39 DW’yê têkildarî astengkirina ragihandinê daxuyanî da
13:33 Du cerdevanên dihat gotin ku winda ne di şer de hatine kuştin
13:33 Demekî kêm bo kongreya HDP’ê ma ye: Dê Lijneya Şêwrê bê ragihandin
13:11 3 welatiyên li dijî veguhestina saetên ceyranê derketin hatin binçavkirin
13:08 Îşkence li sînemager Orhan ê hate revandin kirine
12:38 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:30 Malbata Şenyaşar: Edalet civakan an ava dike an xera dike
12:15 Tundiya zilaman: Jinek hat qetilkirin, jinek jî hat birîndarkirin
11:52 Li Beyoglûyê mirineke biguman
11:09 Serlêdana ji bo ku Ozer ‘cezayê xwe li malê xelas bike’ hate redkirin
10:51 Şaredariya AKP’ê îhaleyê da fîrmaya ku teklîfa biha dabû
10:41 Şahidê Madimakê: Ew bêhna kizê her tê
10:40 Prz. Akîpa: Bila bi Ocalan re hevdîtin bê kirin
10:38 Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi sernavê ‘Mekan û Jin’ derket
10:01 Pêkhateyên HDP’ê: Dê kongreya me bibe bersiva bêhêvitiyê
09:35 2 cerdevanên tev li operasyonê bûne winda ne
09:09 Dê welatiyên Behra Reş li dijî talanxurî û kedxwariyê tev li kongreya HDP'ê bibin
09:07 Rojnamevan Eryilmaz: Bi qanûna sansurê civak hedef tê girtin
09:06 Ciwan dê tûrnûvaya fûtbolê li ser navê Kemal Kûrkût li dar bixin
09:04 Ji bo her kesî serbest e, ji bo malbatên girtiyan qedexe ye
09:03 Parêzerê Bekir Kaya: Di dosyeyê de delîleke berbiçav tune ye
09:01 Skêçên Hinek Henek mohra xwe li mîzaha kurdî dan: Hunera kurdî xwe digihîne her derê
09:00 ROJEVA 1'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
30/06/2022
23:12 RTUK'ê malperên Amerikan'in Sesi û DW Turkçeyê asteng kir
23:03 Ji sibehê ve xeber ji sînemagerê kurd Orhan nayê girtin
18:29 Cenazeyê Alpê li Hezexê hat veşartin
17:08 Ciwanan li pêş edliyeyê ji bo girtiyên nexweş çalakiya bi darbest li dar xistin
16:58 MAL-ÇEP: Li Îlîçê 20 ton siyanur tev li ax û avê bûye
16:57 Defînegeran goristana suryanan rûxand
16:47 Ji bo Ocalan bang li DMME’yê û CPT’yê hate kirin
16:39 Danişîna doza parêzerên bertek nîşanî Komkujiya Cizîrê dabûn hate taloqkirin
16:33 Gok: Em ê dest ji rojnamevaniya azad bernedin
16:30 Li Edeneyê hejmara binçavkiriyan derket 37’an
16:25 Ji ber dersoka kesk, sor û zer doza ‘Alaya PKK’ê’ lê hat vekirin
16:08 ‘Heta zext bi dawî bibin wê têkoşîna me jî bidome’
15:55 Gulum: Hûn çima ji daxwaza edaletê ditirsin?
15:42 Berdana girtiyê nexweşê giran Ozkan careke din nehat qebûlkirin
15:40 Nobeta Edaletê ya vê hefteyê ji bo 16 rojnamegeran hate girtin
15:28 Dayikên Şemiyê giliyê tundiya polîsan kirin
15:11 Cenazeyê Esma Afşar li Êlihê bi girseyî hat veşartin
15:03 Astengkirina Nobeta Edaletê hate protestokirin
14:22 Dema binçavkirina 36 kesan 4 roj din hate dirêjkirin
13:26 Kampanyaya ji bo Qirqirina Êzidiyan bi awayekî fermî bê nasîn hate destpêkirin
13:09 Di Doza Kobanê de îtîrafên ‘Atlas’ û ‘Hermes’ peyvek jî neguherîn!
12:47 Li gelek qadên operasyonê mobese hatin bicihkirin
12:41 Malbata Şenyaşar: Çima vê dayikê nabînin?