‘Rêwiyên hêviyê’ li cihê hatibûn qetilkirin bi bîr anîn

  • rojane
  • 15:27 20 Tîrmeh 2022
  • |
img
RIHA - 33 ciwanên li Pirsûsê di encama êrişa bombeyî ya DAIŞ’ê de hatin qetilkirin, di saeta hatine qetilkirin de hatin bibîranîn. Di bîranînê de endama MYK’a SGDF’ê Tanya Kara wiha got: “Şoreşa me ya Rojava dê mîna ro yê hebûna xwe bidomîne.” 
 
Di 20’ê tîrmeha sala 2015’an de DAIŞ’ê bi bombeyên zindî êrişî Navenda Çandê ya Amarayê ya Pirsûsê kir û di encamê de 33 ciwan hatin qetilkirin. Ciwanên hatine qetilkirin li baxçeyê Navenda Çandê ya Amarayê bi merasîmekê hatin bibîranîn. Merasîm bi pêşengtiya Platforma Edalet ji bo Pirsûsê hate lidarxistin û Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Rihayê Ayşe Surucu û Omer Ocalan, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê, Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Rihayê, Şaxa Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ya Rihayê, Hewldana 78’an a Rihayê, Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Komeleya Piştevaniya Jinan a Mala Jiyanê û gelek welatî jî beşdarî merasîmê bûn. 
 
’33 RÊWIYAN XWESTIN BO ROJAVA BIBIN PIŞTEVAN’ 
 
Girseya ku li Rêxistina HDP’a Pirsûsê hatiye ba hev, bi pankarta kurdî û tirkî ya “Di sala 7’an de edalet ji bo Pirsûsê û ji bo her kesî” ber bi Navenda Çandê ya Amarayê ve meşiyan. Di dema meşê de ji bo protestokirinê jî beşdaran çepik lê xistin. Girseyê gul danîn cihê komkujiyê û dirûşma “Şehîdên Pirsûsê nemirin” berz kirin. Her wiha beşdaran wêneyên 33 ciwanên hatine qetilkirin bilind kirin. Daxuyanî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî endama MYK’a SGDF’ê  Tanya Kara axivî. Kara, da zanîn ku di roja komkujiyê de li Pirsûsê bû û wiha got: “7 sal berê em li vî baxçeyî qetil kirin. Ev bombe bi mebesta tunekirina biratiya gelan û têkoşîna hevpar hate teqandin. Lê wekî me her carê got; hûn bi ser nekevin. Şoreşa me ya Rojava ku li Rojhilata Navîn mîna ro yê dibiriqe û encama fedaîtiyeke mezin e, dê heta dawiyê mîna ro yê bijî. 33 rêwiyên me xwestin ji bo vê şoreşê bibin piştevan. Di sala 10’an de jî şoreşa me hêj li ser pêyan e û ji bo gelên Rojhilata Navîn dibe hêvî.” 
 
 ‘DÊ BAJAREK AVA BIKIRANA’
 
Piştre jî endamê MYK’a ESP’ê Soner Çîçek axivî û got ku bi vê komkujiyê hat xwestin ku xeyalên 33 ciwanan nîvco bihêlin. Çîçek, destnîşan kir ku ew 33 ciwanan weke “rêwiyên hêviyê” pênase dikin û wiha pê de çû: “Xeyala wan ew bû ku ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê li ber wan qedera xwe girtibûn nava lepên xwe bibin pirek. Dixwestin Şoreşa Rojava mezin bikin. Ji bo avakirina bajarekî rûxiyayî li vir hatin ba hev. Lê tehemûla vê nekirin.” 
 
‘YÊN KU TILIYA WAN TÊ DE HEYE DÊ HESABÊ BIDIN’
 
Parlamentera HDP’ê Ayşe Surucu jî destnîşan kir ku dê heta dawiyê vê komkujiyê bi bîr bînin û ev tişt anî ziman: “Her kesê tiliya wan di vê komkujiyê de heye dê hesabê bidin.” Parlamenter Omer Ocalan jî diyar kir ku mirin, komkujî, girtin û sirgûnan hêjayî kesên mil didin milê hev û têkoşîna jiyanê didin dibînin. 
 
NEHIŞTIN BÎRANÎNA LI GORISTANÊ BÊ KIRIN 
 
Piştî axaftin û dirûşman, daxuyanî bi dawî bû. Girseyê xwest biçe goristana li Pirsûsê kesên gorên wan li Pirsûsê bi merasîmekî bi bîr bînin. Lê belê daxwaza serdana goristanê bi hinceta “Ev der perestgeh e û li vir çalakî nabe” hate astengkirin. Girseyê jî bertek nîşanî astengkirinê da û li pêşiya goristanê daxuyanî da. Hevseroka HDP’a Rihayê Aliye Kizildamar di daxuyaniyê de axivî û wiha bertek nîşan da: “Bi van astengkirin û zilmê dê tu tiştekî bi dest nexin. Em ê xwedî li van rêhêvalên xwe derkevin ku ji bo biratiya gelan, wekhevî û jiyaneke hevpar têkoşiyan. Xwedîderketina li bîranîna wan, xwedîderketina li aştî û jiyana hevpar e.” 
 
Piştî daxuyaniyê jî bîranîn bi dawî bû. 
 

Sernavên din

24/07/2022
12:50 Qirkirina daran a li Şirnexê dê were protestokirin
12:34 Li Bursayê îşkence li zarokekî hat kirin
12:07 Girtî li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne
11:50 Ji bo girtî Balaç û Yildirim bang kirin
11:35 Di bûyera 4 kes hatibûn kuştin de hejmara girtiyan derket 6 kesan
11:32 Malbata Şenyaşar: Hêj dereng nebûyî divê daxwazên me bên qebûlkirin
11:28 Nameya Guven bi hinceta ‘dê moralê girtî xweş bike’ nedan girtiyê nexweş Ozkan
11:16 Ji ber nebûna ambûlansê piştî 3 saetan sewqî nexweşxaneyê hate kirin
10:44 Kesên ku di Turnûvaya Kemal Kortkut de hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:38 Qeyûmê Cizîrê ji bo şaredariya AKP’î seferber bû!
10:27 Di êrişa Tirkiyeyê de 2 kes hatin qetilkirin
10:23 Tirkiyeyê fermandara ‘Pêngava tunekirina DAIŞ’ê’ hedef girt
10:08 Dr. Oztoprak: Bûyerên Covîd-19’ê zêde dibin
09:34 Rojnameger: 24’ê Tîrmehê ne cejn e, roja têkoşînê ye
09:02 Ji Şirnexê nêzî 600 ton dar tên Rihayê!
09:02 Başaran: Em bi biryar in ku têkoşîna jinê mezin bikin
09:00 ROJEVA 24’Ê TÎRMEHA 2022’YAN
23/07/2022
16:40 Fermandariya Operasyonên Hevbeş ên Iraqê: Tirkiyeyê qetlîamê pêk aniye
16:39 Bi sûcdariya destdirêjiya li zarok ji serokê MHP'î re 20 sal ceza hat xwestin
16:14 Rapora Komîsyona Jinan a ÎHD’ê: Di 2021’ê de 323 jin hatine kuştin
15:57 Li Heskîfê du xwişk di golê de xeniqîn
15:30 Daxwaza berdana girtiyê nexweş Îvrendî kirin
15:28 Çalakvanê di protestoya bi darbest de hatibû binçavkirin hat berdan
15:26 Hevjînên hev Ozer bi zorê bêhn didin û distînin!
14:39 Parlamantoya Iraqê li ser Qetlîama Zaxoyê civiya
14:38 Iraqê derbarê êrişên Tirkiyeyê de ji NY'yê civîna taybet xwest
14:37 ÎHD'ê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweşş Fîlîz
14:11 Li Şirnexê dîmenên nû yên talankirina daran: Darek jî nehatiye hiştin
13:57 Dayikên Şemiyê: Şûna gora Abdulganî Dag nîşan bidin
13:38 Çêkirina rêya Bêrecûkê û Xelfetiyê sê sal in nehatiye qedandin
13:02 Xizmên Windayan li aqûbeta Mûsa Kolûman pirsîn
11:48 Li ber avahiya AKP’ê çalakiya bi darbest li dar xistin
11:32 Dolmîşa karkerên çandiniyê qeza kir: 2 kes mirin 17 kes birîndar bûn
11:13 Tirkiye gundên Kantona Şehbayê û Til Temirê topbaran dike
11:02 Hin navdarên cîhanê salvegera 10’emîn a Şoreşa Rojava pîroz kirin
10:10 Parlamentoya Iraqê dê îro bi mijara Qetlîama Zaxoyê bicive
10:02 Guleryuz: Divê muxalefet bi eşkereyî û wêrek li dijî dagirkeriya li Rojava derkeve
09:04 Xaniyê dawî yê Heskîfê jî hat xerakirin
09:03 Dayikên Aştiyê: Heke edalet bê Îmraliyê dê bigihê her kesî
09:02 Polîsan li nava kuçeyê, di wesayîtê de û li qereqolê lêxistin
09:01 Ragip Dûran: Çapemeniya kurd xwedî roleke girîng e
09:00 ROJEVA 23'YÊ TÎRMEHA 2022'YAN
22/07/2022
23:52 HDP: Berpirsê mirina girtiyan desthilat e
21:26 Li Stenbolê şermezarkirina komkujiya li Zaxoyê: Dest ji vê hezkirina xwe ya ji bo şer berdin!
20:30 Li Amedê bombebarana li ser Zaxoyê hat şermezarkirin
16:49 Li Girtîgeha Amedê di hucreya yekkesî de mirina bi guman
16:29 Deriyê DÎAYDER’ê hat mohrkirin
16:15 Dozger xwest ceza li Demîrtaş bê birîn
16:06 Milê Makbule Ozer tehl bû!
15:05 Kesek li Amedê hat binçavkirin
14:34 Girtiyên Şêladizê li zindana PDK’ê dest bi rojiya mirinê kirin
14:25 Ferît Şenyaşar: Em dixwazin rayedar gavan biavêjin
14:21 Li Kozanê agir bi daristanê ket
14:18 Artêşa tirk dîsa êrişî gundê Perexê kir
13:57 NY’ê xwest ku derheqê komkujiya Zaxoyê de lêpirsîn bê destpêkirin
13:50 Li Girtîgeha Tarsûsê 4 girtî sewqî girtîgehên cuda hatin kirin
13:45 Li Îzmîrê şewata daristanê
13:44 Gunay: Şer ne çare ye, çareserî muzakere ye
13:43 Forûma Şoreşa Jinan a Rojhilata Navîn dest pê kir
12:52 HDP, Kemal Turkler di salvegera 43'yemîn de bi bîr anî
12:42 Derheqê Baroya Amedê de lêpirsîn hat destpêkirin
12:40 Li ser Rêya Hevrîşmê bi kîlometreyan wesayît rêz bûn
12:34 Li dijî baregeha leşkerî ya Bamernê êrişa hewayî hate kirin
12:30 Ji 4 kesên dixwestin derbasî Serêkaniyê bibin agahî nayê girtin
12:25 Parlamenter Kaçmaz ‘rûxandina’ li Birca Belek bir rojeva Meclisê
12:24 Darên Xozatê tên talan û wêrankirin!
12:02 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:13 Jinan bertek nîşan dan: Li dijî hewldana tunekirinê em ê hebûna xwe biparêzin
11:06 Li Êlihê dê bi hêceta ‘guran’ dar bên talankirin
10:28 Di lewheya 8 zimanî ya ÎBB’ê de cih nedan kurdî!
10:21 Li Rihayê 3 girtiyan li gel cezayê xwe qedandine jî nayên berdan
10:00 Platforma Yekitiya Jinên Kurd: Divê dagirker ji Kurdistanê derbikevin
09:44 Ciwanan li Edeneyê komkujiya Zaxoyê bi meşê protesto kir
09:37 Komîteya Amadekar a Mîhrîcana Munzurê: Zîhniyeta qedexeker ev sed sal in didome
09:04 Yucel: Doza Denîz Poyraz hê bi dawî nebûye, em ê daxwazên xwe dubare bikin
09:03 'Em ê Nûrhakê radestî kanên madenan û HES'an nekin'
09:03 Parlamenterê YNK'ê: Divê destûr neyê dayîn ku Tirkiye sivîlan bikuje
09:02 Parlamenterê PDK'ê Şerîf: Divê pêşî li êrişên Tirkiyeyê û dagirkeriya wê bê girtin
09:00 ROJEVA 22'YÊ TÎRMEHA 2022'YAN
21/07/2022
22:10 Sancar: Em pêşî li ber desthilatê û polîtîkayên wê yên şer bigirin
21:20 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar: Ev doz encama polîtîkayên bêcezakirinê ye
20:08 Xebata Tifaqa Kurdistanî: Êdî sebra gelê kurd nemaye
17:18 Li Rihayê êrişa Tirkiyeyê hat şermezarkirin
16:38 Derheqê komkujiya li Zaxoyê de kê çi got?
16:10 Nobeda Edaletê ya li Îzmîrê berdewam dike
16:09 Nûnerê CPT Iraqê: Topbaran ji baregeha Tirkiyeyê ya li Xamtirê hatiye kirin
15:53 Nasnameyên yek jê pitik 9 kesên li Zaxoyê hatine qetilkirin diyar bûn
15:53 Tirkiyeyê li Amûdê bi SÎHA’yan êrişî wesayîtekê kir
15:52 'Di êrişan de çekên kîmyewî û fosfor tên bikaranîn'
15:52 Festîvala Mûnzûrê betal bû
15:50 Bertekên li dijî êrişa Zaxoyê berdewam in
15:07 Polîsan dîsa mudaxileyî malbatên girtiyan kirin
15:06 Li Êlihê wesayîtekê li kesên li rawestgehê disekiniyan xist: Kesek mir û 6 jî birîndar bûn
14:59 Rojnameger Işik: PDK piştî êrişa Zaxoyê nikare heman helwesta xwe bidomîne
14:49 Ji bo girtiyan li pêşiya edliyeyê çalakiya runiştinê
14:28 ÎHD: Divê tezkereyên Iraq û Sûriyeyê bên betalkirin
14:08 Li Dêrsimê bi hezaran kes li dijî qedexeya festîvalê meş li dar xistin
14:07 Parlamentoya Iraqê dê ji ber komkujiya li Zaxoyê bi rojeva awarte bicive
13:58 Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 500’emîn de ye
13:57 Şahidên ku bo çapemeniya cîhanê axivîn: Tirkiye êriş dike