Nagihan Akarsel: Bi berxwedana jinên Rojhilat serbilind im

  • rojane
  • 11:34 23 Cotmeh 2022
  • |
img
RIHA - Narîn Roj ku hevala xebatê ya Nagihan Akarsel e, da zanîn ku Akarsel beriya were qetilkirin têkildarî berxwedana jinên Rojhilat ji wê re wiha gotiye: “Berxwedana jinên Rojhilat a bi dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ min pir bi kelecan dike. Ez bi vê berxwedana jinên Rojhilat serbilind im.” 
 
Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, akademîsyen û rojnameger Nagihan Akarsel, di 4’ê cotmehê de li bajarê Silêmaniye yê Herêma Federal a Kurdistanê di encama êrişeke sûîqestê de hat qetilkirin. Hevalên xebatê yên Akarsel,  Zehîde Mamo û Narîn Roj têkildarî têkoşîna wê axivîn. 
 
Zehîde Mamo, da zanîn ku di sala 2016’an de dema ji bo xebatên di bin sîwana Navenda Lêkolînên Jineolojiyê de derbasî Kantona Cizîrê bûyî Akarsel nas kiriye û wiha qala wê pêvajoyê kir: “Hevala Nagihan di qada Jineolojiyê de xwe gelek pêşve biribû. Hevaltiya me jî hevaltiyeke gelek xurt bû. Baweriya wê ya ji Jineolojiyê û zanebûna wê, hêz dida me û em teşwîq dikirin. Hezkirina me ya li hemberî Jineolojiyê hîn mezintir kir. Piştî xebatên li Kantona Cizîrê, em bi hev re derbasî Efrînê bûn. Firsenda min çêbû ku wê li Efrînê hêj baştir nas bikim. Wê demê Nagihanê têkildarî civaknasî û dîroka jinan de li Efrînê xebat dimeşandin. Ji ber ku her ku li gundên Efrînê digeriyan, berhamiyên dîrokê didîtin. Her ku didîtin jî girêdana wê zêdetir dibû. Dixwest her bihostekê Efrînê nas bike. Heta roja dagirkirina Efrînê jî li wir ma. Piştre neçar ma ku derbasî Şehbayê bibe.” 
 
BAWERIYA WÊ YA BI JINEOLOJIYÊ
 
Bi domdarî Mamo got ku Akarsel dema li Şehbayê xebatên jinan berdewam kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di wê pêvajoyê de li Şehbayê kampeke penaberan hat vekirin. Wê demê jî têkildarî têkoşîna jinan agahî didan û di birêxistinkirina jinan de rolekî mezin dilîst. Di wê demê de her jina ku bi Jineolojiyê hevnas dibû, teqez Nagihan nas dikir û hezkirin û baweriya wê ya bi Jineolojiyê dizanin. Ji ber ku Nagihanê Jineolojî ji wan re vegot û bi wan da hezkirin. Wêneyên ku Akarsel li Efrîn û Şehbayê bi jinan re kişandine tevek niha li cem me ne. Cihekî mezin ê Nagihanê di jiyana wan de heye.”
 
Ji hevalên Akarsel, Endama Akademiya Jineolojiyê Narîn Roj jî wiha qala hevnasîna xwe dike: “Naskirina keseka wekî Nagihanê ku wateyeke mezin dida jiyanê, bo min şenseke mezin bû. Bi hest û nêrînên xwe wate dida jiyanê, pir bi felsefî difikirî û jineke şoreşger bû. Tiştekî nûwaze di enerjiya Nagihanê de hebû. Û ev enerjiya xwe li derdora xwe jî belav dikir. Xwedî kesayeteke zelal bû û ewqas hesas dijiya ku ziyan nedigihand tu zindiyekî. Ji hêla bîrdoziyê ve keseka kûr û êdî xwe gihandibû rastiya jiyana azad. 
 
Bi xebata xwe ya Pirtûkxaneya Jinên Kurd a li Herêma Federal a Kurdistanê hewl dida dîroka winda ya jinên kurd bi awayekî stratejîk dîsa derxîne holê û dîroka heyî derhî bike. Bi vê projeya xwe bû wesîle ku jin hêza xwe ya cewherî nas bikin û bikevin ferqa dîroka xwe. Armanca Nagihanê ew bû ku civaka kurd û bi taybet jî gelê Başûr bêhtir pêş bixe û zanatir bike. 
 
HER GOTINA WÊ FELSEFEYA JIYANÊ BÛ
 
Her gotina Nagihanê felsefeya jiyanê bû. Digot; ‘xebat, azadî ye.’ Projeyeke wê ya ji bo jinan hebû. Kengî qala xeyal û projeyên xwe ji bo jinan bikira, çavên wê diçirûsiyan. Dixwest dîroka jinan a li her çar parçeyên Kurdistanê veşarî mayî, dîsa raxe ber çavan. Qetilkirina jineke mîna wê ya şoreşger, biryardariya me ya bo têkoşînê zêdetir kir û hêrsa me ya li hemberî dijmin mezintir kir. Bi qetilkirina wê re, jinên kurd paşdegav neavêtin. Beravajî wê, hîn bêhtir xwedî li têkoşînê derketin û dê derkevin jî. 
 
‘BERXWEDANA ROJHILAT MIN KELECAN DIKE’
 
Di hevdîtina min û wê ya herî dawî de ji bo berxwedana jinan a li Rojhilat digot; ‘berxwedana jinan a bi dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ min pir kelecan dike. Ez bi berxwedana jinên Rojhilat serbilindim. Li hemberî wan dîmenên ku ji Rojhilat tên parvekirin hem gelek hestiyar dibim û hem jî dikevim şermê. Ji ber ku her gulek li ser xaka xwe şîn dibe û rehên gulên li ser xaka xwe şîn dibin jî pir xurt in. Tu çiqas axê biavêjî ser gula ku li ser rihên xwe şîn bûyî jî, dê nekarî pêşî li ber şînbûna wê bigirî.’” 
 
MA / Ceylan Şahînlî 
 

Sernavên din

19/11/2022
15:09 Têkildarî êrişa Taksîmê 8 kesên din hatin binçavkirin
14:51 Li Amedê panela ‘azadiya çapemeniyê’ hate lidarxistin
14:18 Xwişka Hayrettîn Eren: Dewlet dibe şirîkê sûc
13:30 DTO’yê bertek nîşanî binçavkirina Dr. Mûstafa Yaşa da
13:19 Tora li Dijî Tundiyê: Bila Mûsa Sevîm bê girtin
12:43 Li Egeyê jin dê bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' dakevin qadan
11:46 Li Amedê zarokek hat binçavkirin
11:39 Malbata Şenyaşar: Heya edalet neyê em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin
11:03 Temellî: Îktidar di Taksîmê de li ser sûc hat zeftkirin
10:34 Girtiyê li Girtîgeha Eregliyê: Nikarim bêhnê bistînim
10:03 Li Girtîgeha Sîncanê sepanên 12’ê Îlonê di dewrê de ne
09:41 'Xwendekar ne yekîne ne jî şeqşeqkerên we ne'
09:12 Serhildan mezin dibe: Jina azad civaka azad e
09:09 Mîmar Aslan: Sûrên li Ben û Senê derketin holê divê bên parastin
09:02 Li dû wê, tenê wêneyê wê yê bi dîwêr ve ji zarokên wê re maye
09:02 Ji Şemsê Allakê heya Jîna Emîniyê: Jin ber bi azadiyê ve dimeşin
09:01 Nerazîbûna ji bo çekên kîmyewî: Bêdengî mirin e
09:01 Cêwiyên 5 salî wekî "delîl" hatine bikaranîn
09:00 ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2022'YAN
18/11/2022
19:45 Li Girtîgeha Bakirkoyê îşkence: Mafê jiyanê yê girtiyan tê binpêkirin
17:53 TJA, li Şemrexê bi jinan re civiya
16:38 Jin li pêşiya edliyeyê ne: Ji Mîrabalan heta Emîne Şenyaşaran em ê têkoşînê mezintir bikin
16:22 Bîlançoya teqîna li Silêmaniyeyê giran e: 15 kesan jiyana xwe ji dest dan û 13 kes jî birîndar bûn
15:48 Li Edene û Mêrsînê ji bo jinên girtî qert hatin şandin
15:22 Ji bo girtiyên nexweş banga hestyariyê
15:16 Li Girtîgahe Eregliyê silavdayîn jî qedexe ye!
14:56 Li Semsûrê kesek hate girtin
14:54 Li Amedê starta 25’ê Mijdarê hat dayîn
14:53 Di doza Tahîr Elçî de daxwaza ji bo guherandina şandeya dadgehê hat redkirin
14:02 Bersiva ‘paramotorê’ da Soylu: Xwezî hûn jî hinek hêdî bifiriyan
13:41 Kujerê Meryem Sevîmê sîxûrê emniyetê derket!
13:38 Li Îranê jin 'tabûya heram a rejîmê' dişikînin
12:50 Li Mêrsînê malên elewiyan hatin îşaretkirin
12:44 Têkoşîna jinan hem jin û hem jî tundî berbiçav kir
12:08 Malbata Şenyaşar: Kesên komkujî pêk anîn hêza xwe ji piştgiriya Erdogan digirin
11:42 Endamê SES’ê Mûstafa Yaşa hate binçavkirin
11:42 Soylu dîsa biryara xwe guherand: Albashir ji Minbicê hatiye!
10:20 Karayilan: Biryara şewitandina leşkeran Akar da û Erdogan jî erê kir
10:17 Jinên SKM û OGKî hatin berdan
10:01 KON-MED: Divê li dijî sûcên şer xeta têkoşînê bê avakirin
09:59 'Ji bo berdana Ozkan hewcehî bi raporê nîne ji ber ku her tişt li pêş çav e ‘
09:23 Dayika girtiyê nexweş Mûtlû: Berî bimirim dixwazim berdana kurê xwe bibînim
09:01 Birayê girtiyê nexweş ê 74 salî: Ev îşkence ye
09:01 ‘Kurd divê li dijî bêhiqûqîtiya li girtîgehan deng derxînin'
09:00 OHD'ê bang li rêxistinên hiqûqî kir: Li hemberî tecrîdê xwe li nedîtinê daneynin
09:00 ROJEVA 18'Ê MIJDARA 2022'YAN
08:54 Li Mûglayê erdhej
08:49 Ji binçavkiriyên teqîna Stenbolê 17 kes jê hatin girtin
17/11/2022
23:08 Têkildarî teqîna li Taksîmê 17 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
21:48 Li Silêmaniyeyê teqîn: 3 xanî xera bûn
21:43 Li Kadikoyê polîsan avêt ser Komeleya Jinên Ciwan a Kaktusê
19:51 Platforma Jinan a Şahmaranê qert şandin ji girtiyan re
19:15 Di doza malbata Dedeogûllariyê de li tetikkêş Mehmet Altûn 7 caran cezayê muebeda giran hat birîn
18:38 Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê: Heya niha 342 kes hatine qetilkirin
17:04 Li Girtîgeha Eregliyê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdorveger hate destpêkirin
17:01 Di danişîna doza komkujiya Dedeogûllari de parêzer ji eywanê hatin derxistin
17:00 Albashir got ku ne ji Efrînê lê ji Idlibê derbasî Tirkiyeyê bûye
16:44 Xwendekarên welatparêz ‘Meclisa Xwendekarên Demokratîk’ ragihand
16:28 Baroya Enqereyê dê destûra ‘reglê’ bide xebatkarên xwe
15:58 Meclisa Jinan a DBP’a Wanê damezrandina xwe ragihand
15:43 ‘Divê Iraq li NY’ê giliyê Tirkiyeyê bike’
15:39 Di şer de leşkerek hat kuştin
15:38 Wezîrê Karên Derve dê ji ber êrişên Tirkiyeyê vexwînin Parlamentoya Iraqê
15:26 Nobeta Edaletê: Doza gelê kurd, doza demokrasî û azadiyê ye
15:02 ÎHD: Mûxalefeta ji hedefgirtinê re bêdeng ma jî hevkarê sûc e
14:59 Endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê Budak hat berdan
14:27 Danişîna xebatkarê ÎBB’ê Başkapan hat taloqkirin
14:05 Ji ber parvekirinên hesabeke din cezayê hefsê dan rojnameger Canozer
13:44 Dayikên Aştiyê çûn serdana Malbata Şenyaşar
13:12 ‘Dev ji sepanên keyfî yên li dijî rojnameger û parastvanên mafên mirovan berdin’
12:51 Li Girtîgeha Kalkandereyê dest danîn ser pirtûk, televîzyon û sarincên girtiyan
12:08 Rojnameger Ozdemîr: Avakirina komîsyonê tê wateya qebûlkirina bikaranîna çekên kîmyewî
11:48 MHP’ê TTB hedef girt: Bila peyva ‘Tirk’ jê were derxistin
11:39 Di êrişên rejîmê de 7 kes hatin qetilkirin
11:14 Hatîmogûllari: Neçarin bên ber deriyê HDP’ê, ji ber ku em xwedî roleke diyarker in
10:55 Binçavkiriyên teqîna Taksîmê anîn edliyeyê
10:39 Civaknasiya Azad mohra xwe li Konferansa Jinan a Navneteweyî da
10:33 Parêzer Vefa: CPT divê ji bo mueyîdeyan gavan biavêje
10:06 Ucaman bertek nîşanî plana îmarê ya DU’yê da: Bi rant û îmarên xwe Kurdistanê dagir dikin
09:10 Betalî dibe sedema 'mirinê'
09:02 ‘Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan rasterast bandorê li jiyana girtiyan dikin'
09:02 Banga Selma Irmakê ya ji bo çekên kîmyewî: Ger 'bêbextî' be nexwe bila bê vekolandin
09:01 Elewî dê li dijî Serokatiya Cemxaneyê komcivînekê li dar bixin
09:00 ROJEVA 17’Ê MIJDARA 2022’YAN
08:59 Êrişa bombeyî: Li Ezaza ku di bin kontrola Tirkiyeyê de kesek hat binçavkirin
08:36 Parlamentoya Iraqê ji bo lêkolînkirina çekên kîmyewî komîsyon ava kir
16/11/2022
16:51 Malbatên girtiyan bertek nîşanî lêferzkirina poşmantiyê dan
16:46 Cenazeyê ciwanê ku ketibû Çemê Dîcleyê hate dîtin
16:11 Rojnamevanê girtî Aydin: Mafên me tên astengkirin
16:00 Nobeta Edaletê di sala yekemîn de ye: Em ê heta dawiyê têbikoşin
15:55 Der barê bersûcê qetilkirina 5 kesan de bultena sor hate derxistin
15:48 Tenê destpêk û dawiya dîmenên êrişê hatin parvekirin
15:21 Rêxistinên Elewiyan: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
15:20 Bi girseyî çûn serdana şîna Dûrmûş
15:18 Ji bo Tosun a hedef hatibû nîşandan biryara parastinê hat dayîn
15:08 Xwendekarên zanîngehê: Em ê têkoşîna rêxistinkirî mezintir bikin
14:56 Hevşaredar Esmez: Qeyûm talan û wêranî ye
14:53 Serokê Giştî yê BES’ê ji bo piştevaniyê çû serdana Malbata Şenyaşar
14:41 Rapora girtîgehên Herêma Derya Reş: Tecrîda li dijî girtiyan didome
14:40 Ji bo rojnamegerên girtî daxuyaniya girseyî: Ev 5 meh in darazê tiştek nekiriye