Bertaka Dayikên Aştiyê ya ji bo çekên qedexekirî: Bêdeng nemînin

  • rojane
  • 09:00 28 Cotmeh 2022
  • |
img

COLEMÊRG - Dayikên Aştiyê ku bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî dan, anîn ziman ku hemû cîhan li hemberî çekên kîmyewî kor, ker û lal maye û gotin ku divê her kes li dijî vê rewşê deng derxe.

 
Êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK’ê yên li herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Kurdistana Federe dane destpêkirin 7 meh li dû xwe hiştin. Artêşa tirk ku di êrişên hewayî û bejahiyê de nikare bi ser bikeve dest bi bikaranîna çekên kîmyewî kiriye. Navenda Parastina Gel (NPG) di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku Artêşa Çekdar a Tirk (TSK) ji 14 Nîsanê heya 14'ê Cotmehê 2 hezar û 467 caran çekên nukleerî yên taktîk, termobarîk û bombeyên fosforê yên qedexe û çekên kîmyewî bi kar aniye. 
 
Piştî dîmenên du HPG'iyên bandor ji çekên kîmyewî girtibûn, bikaranîna çekên kîmyewî yên ji aliyê Tirkiyeyê ve bûn cihê bertekên mezin. Endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê ya Geverê jî bertek nîşan dan û bang li her kesî kirin ku li dijî çekên kîmyewî deng derxînin. 
 
Dayîka Aştiyê Gulçîn Karabûrkê diyar kir ku piştî ew dîmen dîtine demeke dirêj nikaribûye bê ser hişê xwe û wiha got: “Dilê me dişewite. Gelê kurd ji ber ku doza zimanê xwe û mafên xwe dike, rastî mirinê tê. Ger em gelê kurd li hemberî vê dîmenê ranebin, em ê bi xwe jî sibê bi wan dimênan re rû bi rû bimînin. Ji ber ku nikarin bi çek, bombe û helîkopteran wan zarokan tune bikin, serî li bikaranîna çekên kîmyewî dane."
 
‘HER KES KER, KOR Û LAL E’
 
Karabukê anî ziman ku di serî de gelê kurd û paşê jî tevahiya cîhanê, yên li ber van dîmenan xwe li bêdengiyê danîne ew jî dibin şirîkê vî sûcî û wiha got: “Eger em li hemberî  van dîmenan bêdeng nemana û me gav biavêtana, dê îro çekên kîmyewî nehatana bikaranîn. Dema mijar dibe gelê kurd, hemû cîhan xwe li kerîtî, korîtî û lalîtiyê datîne. Li aliyê din sûcdarê herî mezin ê şer Barzanî ye. Ger rê nedana, îro ev yek nediqewimî. Divê em hemû kes li dijî vê helwestê rabin. Ger em van wêne û dîmenan qebûl bikin, em ê tunebûna kurdan jî qebûl bikin."
 
‘ÇEKÊN KÎMYEWÎ TENÊ LI HEMBERÎ KURDAN TÊN BIKARANÎN’
 
Dayika Aştiyê Emîne Atakê jî diyar kir ku çekên kîmyewî yên bi salan tên çêkirin tenê li hemberî kurdan tên bikaranîn û got ku piştî dîmenên HPG'iyên bandor ji gazên kîmyewî girtine di televîzyonan de belav bûne pir êşiyane. Atakê wiha domand: “Êdî bila gazên kîmyewî li hemberî tu kesî neyên bikaranîn. Em bi salan e dibin şahid ku tenê ev çekên kîmyewî li hemberî kurdan tên bikaranîn. Dema mijar dibe gelê kurd her kes bêdeng e. Heke ev pêkanîn li dijî welatek an jî geline din bihata bikaranîn, dê hemû cîhan rabûya ser xwe. Bila hemû cîhan li dijî çekên qedexekirî rabe ser pêyan. Em naxwazin êdî kes ji ber madeyên kîmyewî jiyana xwe dest bidin. Hemû çek û bombe û çekên kîmyewî li ser kurdan û zarokên wan tên bikaranîn. Ger nikarin vî şerî bikin bila vegerin. Bikaranîna çekên kîmyewî nemirovî ye.”
 
BANGAWAZÎ
 
Atakê di dawiyê de bang li Barzanî kir û wiha got: “Bila destên xwe yên qirêj li ser zarokên gelê kurd bikêşe. Dewleta tirkan dîmen û wêneyên kîmyewî red dike, lê ev dîmen derketin holê û hemû cîhanê jî ew dîtine. Divê hemû kurd li dijî vî şerî û kîmyabaranê bibe yek. Nexwe dê zarokên me bi kîmyabaranan tim bên kuştin. Di her şerî de exlaqek heye, lê di vî şerî de bêexlaqîtî tê kirin. Tişta ku Barzanî li hember vî gelî kiriye tenê bêexlaqîtî ye. Divê hemû cîhan li dijî vê yekê bikeve nava liv û tevgerê." 
 
 

Sernavên din

30/10/2022
13:38 Girtina rojnamegeran sibe dê li Şîşhaneyê bê protestokirin
13:21 Çalakiya bi daxwaza edaletê 601 roj li pey xwe hişt
13:16 Komeleya Rojnamegeran a Tehranê: Ya ku derqanûnî ne rojnamegerî lê krîmînalîzekirina wê ye
12:47 Serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ didome
12:37 Berdevkê IFoX’ê: Dema gotinê derbas bû, êdî dema çalakbûnê ye
12:01 Dr. Mansouran: Her tiştên ji bombebaranên Tirkiyeyê bandor bûyîn divê bên lêkolînkirin
12:00 Ji Koma Bajar ji bo Jîna Emînî strana ‘Rabe’
11:59 Hesaba hegemonyayê ya AKP’ê: Tesfiyekirina kurdan
10:19 Hejmara miriyan a li Koreya Başûr derket 151’an
10:19 Li Somaliyê teqîn: Herî kêm 100 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:02 Klute: Tirkiye ji şerê Ûkraynayê sûd digire û sûcên şer dike
09:05 Li Wanê ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ banga tevlibûnê hat kirin
09:05 ‘Kevneşopiya çapemeniya azad duh serî netewand îro jî natewîne’
09:04 Ocalan ê HDP’î: Heta ku tecrîd were şikandin em ê têkoşîna xwe bidomînin
09:02 Prz. Ozdemîr: Xebatên rojnamevanên kurd weke sûc tên nîşandan
09:00 ROJEVA 30'Ê COTMEHA 2022'YAN
29/10/2022
23:38 "Lîstik" derket pêşberî şanohezan
22:23 Piştevaniya ODTU’yê ya ji bo rojnamevanan: Çapemeniya Azad li ber xwe dide
22:13 Bûldan û Aydenîz, serdana Yildirim kirin
22:06 Qeyûmê Cizîrê ji bo konserê wê 108 dolmîşan bişîne gundan
20:48 Li Ewropayê li dijî çekên kîmyewî çalakî: Bila NY nebe hevkarê vî sûcê mirovahiyê
19:14 Li Xanesorê êrişî malekê hate kirin
19:09 OHD’ê ji bo piştevaniyê serdana Çapemeniya Azad kir
18:53 Girtina rojnamevanan li Enqereyê hate şermezarkirin
17:48 Dayikên Aştiyê ji bo meşa li dijî çekên kîmyewî were lidarxistin bang kirin
16:50 Nehiştine girtiyê nexweş hevdîtinê bi malbata xwe re bike
16:32 Li Wanê û Stenbolê girtina Fîncanci hat şermezarkirin
16:11 Mehmet Gunhan: Mafê wergirtina nûçeyan a gel hat girtin
15:56 Qeyûm hatin şermezarkirin: Dê xeyalên wan di qirika wan de neçin xwarê
15:25 Girtiyê nexweş Ekîncî yê 73 salî nayê dermankirin
15:17 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê serdana MA û JINNEWS’ê kir
15:10 Rojnamevan Kûray û du dayik hatin berdan
15:09 MKGP: Em ê li ber xwe bidin
15:03 Di çalakiya ‘Rûniştian F’yê de daxwaza berdana Ozel hat kirin
14:49 Ne îfadeyên rojnamevanan, şîroveya dozger esas hat girtin
14:40 Li dijî girtina rojnamevanan nerazîbûn: Em dikarin bi piştgiriyê ji van rojên nexweş derkevin
14:11 'Bersûcên Doza Jîtemê ya Kerboranê ceza bikin'
13:01 Ji Îzmîrê banga ji bo beşdariya meşa 6’ê mijdarê
13:00 Mamoste Qedrî li ser gora xwe hat bibîranîn
12:47 Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşarê di roja 600'î de li Mêrsînê didome
12:32 Siyasetmedar çûn serdaniya Tûglûkê
12:04 Xizmên Windayan qurbaniyên Qetlîama Licê bibîr anîn
12:01 Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê serîhildana gel didome
11:36 MXDŞ’yê bang li Iraqê kir: Xweseriya Şengalê esas bigire
11:15 Li Cizîrê 9 kes hatin binçavkirin
11:09 Çawîşê pispor ku hevjîna xwe birîndar kir hat girtin
11:06 'Tirkiye ji bo bicihkirina Heyet Tehrîr El Şamê zemînê amade dike'
10:36 Li Bêrecûkê êrişa çekdarî: Du kes hatin kuştin
10:31 ‘Bi şahiya li ser cenazeyên aştiya civakî nepêkan e'
09:50 Tumuklu: Bikaranîna kîmyasalê ne îdia ye, rastî ye
09:39 Îdianameya der barê qezaya Dêrikê de hat amadekirin
09:02 ‘Armanca mihrîcanên qeyûm vemalaştina bîra civakî ye'
09:02 ‘Kesên çekên kîmyewî bi kar tînin li ser sûc hatine girtin'
09:01 'Mamoste Qedrî rênîşanderekî mezin bû'
09:01 Li Girtîgeha Xarpêtê cara duyemîn înfaza 3 girtiyan hatiye dirêjkirin
09:00 ROJEVA 29'Ê COTMEHA 2022'YAN
07:40 9 rojnamevan hatin girtin
28/10/2022
23:59 'Jiyan Ji Te Pir Hez Dikim' hat lîstin
22:20 Migirdîç Margosyan hat bibîranîn
20:40 Rojnamevan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
20:35 Îfadeya rojnamevanan a li dozgeriyê temam bû
19:51 Li Cizîrê pîrozbahiya bi wesayîtên zirxî
17:59 Di doza êrişa li dijî malbata Dedeogûllariyê de kesên girtî hemû hatin berdan
17:28 HDP'ê li Silopiyayê bi jinan re civiya
16:54 ‘Hûn ê nikarin sûcên we li dijî gelê kurd kirine veşêrin’
16:47 Dozgerên ku haya wan ji dosyayê nîne îfadeyên rojnamegeran digirin
16:33 Sê endamên Meclisa Ciwanên HDP’ê hatin berdan
16:23 Şandeya TTB’ê serdana Sefaretxaneya YE’yê kir
16:15 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
16:14 TUAYDER’a Çûkûrovayê: Em ê bibin dengê girtiyan
16:08 Li sê girtiyan 834 lîre cezayê fatûreya 'Tîpa pîşesaziyê' hat birîn!
15:51 Bûldan û Çîçek serdana Aysel Tûglûk kirin
15:43 Rêxistina HDP’a Cizîrê bang li xelkê Cizîrê kir: Beşdarî mihrîcanê nebin
15:32 Qetlîama Roboskî di meha 130’yemîn de ye: Faîl tên parastin
15:31 TTB: Li dijî darbeya li demokrasiyê hatiye dayîn em ê têbikoşin
15:19 Dayikên girtiyan bi destên hev girtin û meşiyan
14:35 Wezareta Karên Hundir operasyona ku 3 roj in didome weke nû hatiye destpêkirin da
14:34 Doza Kobanê: Îdianame li ser daxwaza Tifaqa Cumhur hat amadekirin
14:18 PEN International: Bila rojnamevan demildest bên berdan
13:53 Ji bo tevlibûna 'Meşa Mirovahiyê ya Li Dijî Bikaranîna Çekên Kîmyewî’ bang kirin
13:45 Alinterî: Em li cem Çapemeniya Azad in
12:52 Berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê mezin dibe
12:51 Li Wanê mirina jinekê ya biguman
12:44 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Boluyê berdewam e
12:26 Dozger nûçeyên ku rojnamevanan çêkiriye ji wan pirs kir
12:24 Destên rojnamevanan ji pişt ve kelemçekirî birin edliyeyê
12:02 Malbata Şenyaşar: Em ê tarîtiya heyî bi edaletê ronî bikin
11:58 Rojnamegerên girtî: Desthilat dixwaze rojeva kîmyasalê piştguh bike
11:34 Li Mêrsînê 9 kes hatin binçavkirin
11:26 Rojnamevanên di bin çavan de birin Edliyeya Enqereyê
11:12 'Çima dewletên peyman îmzekirine bêdeng dimînin'
11:12 Serdozgeriyê ji bo Fîncanci ji peywirê bê girtin dozname amade kir
11:11 Çawişê pispor hevjîna xwe bi giranî birîndar kir
10:57 'Bikaranîna çekên kîmyewî sûc e, mamoste Şebnem rûmeta me ye’
10:36 Careke din hevdîtina bi Abdullah Ocalan re heya 6 mehan hatiye qedexekirin
10:35 Qeyûma Cizîrê ji bo tevlibûna ‘mîhrîcanê’ ji hemû dibistanan re ferman şand
10:11 Qeyûma Cizîrê ji bo tevlibûna 29’ê Cotmehê ‘ferman’ da hemû xebatkarên cemaweriyê
09:37 Rojnameger Kemal: Artêşa tirk asê bûye
09:30 Di lêpirsîna karesata li Amasrayê de 24 kes hatin binçavkirin
09:02 Tozbey: Dewlet bi awayekî sîstematîk piştgiriyê dide qetilkirina jinan