ENQERE - Endam û rêveberên Şaxa OHD’ê yên Enqereyê ji ber girtina 9 rojnamevanan ji bo piştevaniyê serdana Çapemeniya Azad kir.
Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ku bertek nîşanî girtina 9 rojnamevanan da ji bo piştevaniyê serdana buroya Ajansa Mezopotamyayê (MA) ya Enqereyê kirin. Ji bilî endam û rêveberên Şaxa OHD’a Enqereyê rojnamevan-nivîskar Huseyîn Aykol û Endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Nûray Çevîrmen jî serdana buroyê kirin.
Di serdanê de ji bo zext û êrişên li dijî kedkarên Çapemeniya Azad rawestin bang hate kirin.