* Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan diyar kir ku tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û qedexeya nû ya 6 mehan a hevdîtina bi parêzeran re nayê qebûlkirin û got: “Heta ku tecrîd neyê şikandin, hevdîtin pêk neyê û birêz Ocalan nêrînên xwe ji hemû gel re neragihîne, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
* Parêzer Mehdî Ozdemîr ê girtin û zextên li dijî Çapemeniya Azad nirxandin, bi bîr xist ku çapemeniya kurd di pozîsyoneke ku pêşî li mafê agahîgirtinê yê gel digire de tevdigere û got: “Xebatên wan weke sûc tên nîşandan.”
* Hevseroka DFG'ê Dîcle Muftuoglû û berdevka MKGP'ê Roza Metîna ên bertek nîşanî girtina 9 rojnamegerên çapemeniya azad dan, wiha gotin: “Kevnaşopiya çapemeniya azad duh serî netewand wê îro jî serî netewîne.”
* Rêxistinên civaka sivîl û nûnerên partiyên siyasî yên Wanê ji bo meşa li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla Tirkiyeyê ve li herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ku dê di 6’ê mijdarê de li Silopiyayê bê lidarxistin banga tevlibûnê kirin.
* Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 601’an de berdewam dike.
* 8’emîn Mîhrîcana Şanoyê ku ji hêla Şanoya Bajêr a Amedê ve tê lidarxistin dê bi atolye û lîstikên şanoyê berdewam bike. (10.30 -20.30)
* Li Mala Çand û Hunerê ya Nazim Hîkmet a Stenbolê dê bi tevlibûna Hevberdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran komxebata “Bûdçeya Zayenda Civakî Esas Digire” bê lidarxistin. (11.00)
* Komîsyona Astengdaran a HDPê dê li Hotêla Demîr a Amedê panela “Ji bo astengdaran jiyaneke nû pêkan e” li dar bixe. (13.00)
* Meclisa Jinan a HDP’a Îzmîrê dê li Eywana Navena Çandê ya Turkan Saylan panela “Jin li ser Keda Jinê û Xizaniyê diaxivin” li dar bixin. (14.00)
* Helbestvan Arjen Arî dê di 10’emîn salvegera wefata xwe de li Amedê li ser gora xwe bê bibîranîn û piştre jî merasîma bîranînê bê lidarxistin. (15.00-17.00)