Dayika Taybet û mele Hesen hatin bibîranîn

  • rojane
  • 15:56 19 Kanûn 2022
  • |
img

ŞIRNEX - Dayika Taybet Înan a ku cenazeyê wê 7 roj û 7 şevan li kolanê mabû û mele Hesen Sanir ku cenazeyê wî 13 rojan li malê hatibû hiştin, hatin bîranîn. 

 
Li navçeya Silopiya ya Şirnexê ku di sala 2015’an de Taybet Înan a ku di qedexeya derketina derve ya Silopiya de jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wê 7 roj û 7 şevan li kolanê ji ber şer mabû, li cihê lê hatiye qetilkirin bi girseyî hat bîranîn. Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û rêveberên rêxistinên HDP û DBP’ê yên Şirnex û navçeyên wê, Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek kes tev li bîranînê bûn.
 
Girseyê qerenfîl danîn ku cihê ku Dayika Taybet lê hatiye qetilkirin. Girse piştre derbasî mala Dayika Taybet bûn. 
 
‘EM LI DIJÎ ZILMÊ LI BER XWE DIDIN’ 
 
Di bîranînê de hevseroka HDP’ê ya Şirnexê Sabuha Akdag axivî. Akdag diyar kir ku ew ê wê zilma ku li ser cenazeyê Taybet Înan hatiye kirin jibîr nekin û wiha axivî: “7 sal berê dayika me Taybet li Sîlopiyayê bi hovitiyeke mezin hate qetilkirin. Cenazeyê wê 7 roj û 7 şevan li kolanê ma. Em di şexsê Dayika Taybet de kesên ku di wê demê de hatine qetilkirin bibîr tînin. Em wê zilma ku li ser gelê kurd hatiye kirin jibîr nakin û heta dawiyê em ê li dijî vê zilmê li ber xwe bidin.”
 
‘DAYIKA WE HEMÛYAN E’
 
Piştre kêça Taybet Înan, Halîme Akin axivî. Akin jî got: “Ew ne dayika min tenê ye, dayika we hemûyan e. Ez spasdarim ku di her roja qetilkirina wê de hûn dayika me bibîr tînin. Ew roj weke îro her tim li ber çavê me ye em ê jibîr nekin.”
 
‘EM JI BÎR NAKIN’
 
Piştî axiftina girse derbasî mala Mele Hesen Sanir ê ku di qedexeyan de hatibû qetilkirin û cenazeyê wî jî 13 rojan li malê hatibû hiştin bûn. Li wir jî li ser navê girseyê Dayika Aştiyê Emîne Ozek axivî û wiha got: “Em vê zilmê şermezar dikin û em jibîr nakin. Îro jî li her deran kuştin û komkujî çêdibin. Heta ku kujerên Dayika Taybet û mele Hesen diyar nebin em ê dev ji têkoşîna xwe bernadin. Em naxwazin kuştin çêbibe. Îro zarokên me tên kuştin, dayikên me tên binçavkirin. Divê ku em li dijî vê li ber xwe bidin û qebûl nekin.” 
 
‘MELEYÊ SERDEMÊ BÛ’
 
Di dawiyê de Hevserokê HDP’ê yê Şirnexê Abdullah Gungen axivî. Gungen jî bal kişand ser kesayeta mele Hesen û got: “Mele Hesen bi me re di nave xebatan de bû. Her tim di nava gelê xwe de bû. Mele Hesen meleyê serdemê bû. Em ê wan cangoriyan ji bîr nekin. Ew hişmendiya ku dayika Taybet û mele Hesen qetil kirin hê didome. Lê li dijî vê tekoşîna me jî didome.”
 
 
 

Sernavên din

23/12/2022
15:33 Li ber DBP’ê daxuyanî: Kurd bi ser dikevin, îktidara AKP-MHP’ê têk diçe
15:28 Baroya Êlihê serdana Malbata Şenyaşar kir
15:17 HDP’ê û DBP’ê li Dîlokê çalakiya nobetê da destpêkirin
15:00 Hevseroka HDP’ê ya berê ku jiyana xwe ji dest da hate veşartin
14:59 Baroya Rihayê ji bo Îmraliyê serî li Wezareta Dadê û TBB’ê da
14:50 Li Girtîgeha Eregliyê televîzyon û pirtûk hatin qedexekirin
14:43 Li Parîsê êrişî Navenda Çandê ya Ahmet Kaya hat kirin: Birîndar hene
14:18 Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci nehat tehliyekirin
14:02 Doza Kobanê: Pêdiviya Tirkiyeyê bi demokrasiyê heye
13:57 Li Dêrsimê kesê ku hatibû binçavkirin hate girtin
13:53 Parlamenterên HDP’î bang li Wezareta Dadê kirin: Heke Îmrali li Tirkiyeyê be tecrîda mutleq rakin
13:52 Polîsan li avahiya DBP’a Êlihê ajandayên vala desteser kirin!
13:43 Operasyona li dijî DBP’ê hat protestokirin: Em ê serî netewînin
13:20 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:52 Di serdegirtina Navenda DBP’ê de dest danîn ser wêneyê Orhan Dogan
12:46 Endamên DBP'ê bertek nîşanî weşana A Haberê dan
12:05 'Gel daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dike’
11:57 MYK’a HDP’ê: Nîşana serkeftinê ya Bayindir, rêbera serkeftinê ya gelê kurd e
11:57 Fîncanci: Xebatên min dewletê aciz kiriye
11:23 Di lêpirsîna DBP’ê de ji bo 15 kesan biryara binçavkirinê
11:22 Li herêma operasyonê mirina biguman a leşkerekî
11:13 Avahiya DBP’ê bi girseyî ziyaret kirin
11:11 Li Stenbolê 7 kes hatin binçavkirin
11:03 Banga mitînga Êlihê: Em li dijî tecrîdê azadiyê biparêzin
10:59 Jinan bertek nîşanî betalkirina parlamenteriya Guzelê da: Biryarê nas nakin
10:40 Ji bo azadiya Fîncanci li ber Edliyeya Stenbolê gazî kirin
10:12 DBP: Kurdek jî dê li ber faşîzma we serê xwe netewîne
09:10 Keşîşxaneya Mor Ahoyê hatiye wêrankirin!
09:10 Şaredariya Silopiyayê Kompleksa Werzîşê ya Jinan çêdike
09:08 Li Roboskiyê çarenûsa hevpar a du birayan
09:06 Bayindir: Em ê sala 2023’yan bikin sala bingeha şikandina tecrîdê
09:05 Xweza di sala 2022’yan de dinaliya!
09:04 Jin di nava têkoşînê de bûne yek
09:00 ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2022'YAN
08:32 Polîsan avêt ser avahiyên DBP’ê: Hevserokê Giştî Keskîn Bayindir hat binçavkirin
22/12/2022
22:22 Rojnamevan Aygul hat berdan
21:26 Di Nobeda Azadiyê de ji bo danişîna Fîncanciyê bang kirin
21:09 HDP: Em ê hesab ji feraseta darbekar bipirsin
17:09 Li Êlihê gel vexwendin mitîngê
16:48 Parlamenteriya Semra Guzel hat betalkirin
16:46 Hefsa malê rakirin vê carê jî derveyî welat lê qedexe kirin!
16:28 Bernameya meha çileyê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
15:51 Hevserokê HDP’î ku di êrişa polîsan de krîza dil derbas kir wê cara duyemîn anjiyo bibe
15:51 Tirkiyeyê li Kobanê êrişî îstasyonek avê kir: 3 karker birîndar bûn
15:43 Li Girtîgeha Eregliyê av, ceyran û gaza xwezayî hat qutkirin
15:43 HDP’ê bertek nîşanî mûçeyê kêmtirîn da: Xizanî tê ferzkirin
15:28 Doza rojnamevan Akogûl hat taloqkirin
15:11 ‘AKP, tehamulî çalakî û aktîvîteyan nake’
14:55 Başaran: Semra Guzel wê her parlamentera Amedê be
14:39 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
14:13 Parêzerên Abdûllah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
14:08 Ji Wezareta Dadê re bang kirin: Deriyên Îmraliyê vekin
13:47 Ceza ji parêzer Ûlaş re hat xwestin
13:40 Kujerê Pakistan Demîr ne dîn e
13:17 Mûçeyê kemtirîn bû 8 hezar û 500 lîre
13:11 Temel: Rojeva me ya sereke mîsogerkirina azadiya Ocalan e
12:42 Malbata Şenyaşar: Bila kes baweriya xwe bi hêza xwe ya siyasî neîne
12:18 ‘Divê li dijî êrişan têkoşîneke hevpar were meşandin’
11:32 KCD'ê û HDP’ê ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
10:24 Mirinên li girtîgehan nayên lêkolînkirin
10:23 Doza Fîncanci sibê ye: Dadgerên ku Sokrates darizandin nayê bîra kesî
09:42 Li Rojhilat merasimên çilrojê welatiyên hatine kuştin têne lidarxistin
09:14 ‘Helwesta desthilatê rê li ber tahde û destdirêjiyê vedike'
09:14 Parêzer Aslan: Bi tecrîdê neçareserî hatiye tecrîhkirin
09:13 Înfaza Tûrsûn ê ku 30 sal in girtiye bi hinceta 'ne poşman e' hat taloqkirin
09:11 Tifaqa Ked û Demokrasiyê: Em ê di 2023'yan de pergaleke nû ava bikin
09:07 Karker bi berxwedana xwe bi ser ketin
09:04 Çîçek: Siyaseta kurd êdî pêşeroja welêt diyar dike
09:00 ROJEVA 22'YÊ KANÛNA 2022'YAN
21/12/2022
20:47 Li Amedê Şeva Yeldayê hat pîrozkirin
19:41 Cenazeyê Yorgûn piştî 7 mehan hat veşartin
19:22 Li Silopiyayê ajokarê TIR'ê hat kuştin
19:01 Çalakiya 'Azadî ji bo Ocalan' ket sala 2'yan
17:04 ‘Şahidê’ ku derbarê parêzerên xwe de îfade dan parêzer nas nekirin
16:51 Biryara derheqê Semra Guzel de dê sibe were dayîn
16:34 ‘Divê Girtîgeha Amedê veguhere Muzeya Mafên Mirovan’
16:32 TMMOB: Hewl tê dayîn ku Sûrê ji Mîrateya Çandê ya Cîhanê derxînin
16:26 Cenazeyên endamên HPG’ê li Goristana Bêkesan hatin veşartin
16:26 Parlamenterên HDP’ê li dijî tecrîdê wê her roj li ber Wezareta Dadê bin
16:25 HDP’ê li Sûrê serdana dikandaran kir
16:25 Dadgehê cezayê hefsê li rojnamevan Hayrî Demîr birî
15:53 Li Tekîrdagê 11 siyasetmedar hatin tehliyekirin
15:51 Tiryakî: Di şexsê Semra Guzel de kûmpasek hat çêkirin
14:46 Li Meclisê betalkirina parlamenteriya Guzel tê axaftin
14:45 Li Edeneyê amadekariyên mîtîngê didomin
14:28 Doza rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê hat taloqkirin
14:27 Danişîna Akin û Sarisozen hate taloqkirin
13:57 Dayika 3 zarokan Menîce Îş hat girtin
13:35 Li Enqereyê 6 kes hatin binçavkirin
13:34 Hate îdiakirin ku li Cûdî helîkopterek ketiye
13:03 Ji bo parêzer Newroz Uysal cezayê hefsê hat xwestin
12:50 Ji bo penaberên ji Rojhilat serlêdana mafê penaberiyê hat kirin
12:13 Emîne Şenyaşar: Lawê min berdin, kujeran bigirin
11:46 ‘Heqîqeta jinan a li Rojava serweran ditirsîne’
11:00 Li ber Wezareta Dadê çalakiya li dijî tecrîdê: Heta encam jê bê girtin em ê li vir bin
10:55 Hewldana astengkirina alîkariya xezîneyê bo HDP’ê: Divê demildest AYM’ê daxwazê red bike
10:51 Li Pêrtagê welatiyek hat binçavkirin
10:11 Rojnameya Xwebûnê 4 salî ye
10:10 Li Îmraliyê serdemek krîtîk: Divê Girtîgeha Îmraliyê ji kontrola Meclisê re bê vekirin
09:17 Mexdûrên Komkujiya Mereşê 44 sal in li benda 'hevrûbûnê' ne