Parêzer Demîrcî: Divê baro peywira xwe bi cih bînin

  • rojane
  • 09:08 20 Kanûn 2022
  • |

STENBOL - Parêzerê OHD'î Tahîr Demîrcî ku têkildarî tecrîda li Îmraliyê serî li Baroya Stenbolê da, destnîşan kir ku divê baro peywira xwe bi cih bînin. 

Hewldanên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û astengiyên li ber hevdîtina bi parêzeran re didomin. Piştî serlêdana li Wezareta Dadê, serî li gelek baroyan jî hat dayîn. Endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), li Stenbol, Îzmîr, Amed û Şirnexê serî li baroyan dan û xwestin ku baro tevbigerin. 
 
BINPÊKIRINA MAFÊ MIROVÎ
 
Parêzerê OHD'î Tahîr Demîrcî ku têkildarî serlêdanên ku kirine axivî, destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê binpêkirina mafê mirovî ye. Demîrcî bibîr xist ku Îmralî di sala 2017'an de ji aliyê Meclisa Parlementeran a Konseya Ewropayê (MPKE) ve daxilî nava pêvajoya venihêrînê hatiye kirin, lê Tirkiye di vî warî de polîtîkayeke der hiqûqa gerdûnî esas girtiye. Demîrcî got: "21 meh in xeber ji birêz Ocalan nayê girtin. Nepêwendiyeke mutleq heye. Ji bo rakirina vê tecrîda mutleq û li dijî nexebergirtinê me serî li hin platforman da." 
 
'TU ÎZAHEKE WÊ YA HIQÛQÎ TUNE YE'
 
Demîrcî destnîşan kir ku tecrîda heyî bi hiqûqê nayê ravekirin û wiha axivî: "Ji lew re gava em di warê hiqûqî de bi pirsgirêkekê re rûbirû bimînin, ji bo çareserkirina pirsgirêkê hiqûq tê bikaranîn. Rêbaza çareseriyê di vî warî de esas tê girtin. Lê niha di warê hiqûqî de tu şop xuya nakin. Yanî ji ber ku ne pirsgirêkeke hiqûqî ye, nayê çareserkirin. Ev yek bi temamî siyasî ye û divê li gorî konjuktura siyasî esas bê girtin. Astengkirina arêzerekî ya bi muwekîl re bi tu hincetê nayê sînordarkirin." 
 
Demîrcî destnîşan kir ku cezayên "dîsîplînê" yên li Ocalan tên birîn jî bi hiqûqê nayên îzahkirin û wiha got: "Raya giştî dizane ku sedema sereke ne ev e." Demîrcî bilêv kir ku haya wan ji tenduristiya Ocalan tune ye û nizanin bê ka Ocalan bi kîjan pêkanînan re rû bi rû dimîne û wiha pê de çû: "Her ku tecrîd giran dibe û bêpêwendiya mutleq didome, fikar û tirs jî zêde dibin." 
 
HÊZA ÇARESERKIRINÊ YA OCALAN
 
Demîrcî bal kişand ser hêza Ocalan a ji bo çareseriyê û muxatabiya wî ya di meseleya kurdî de û wiha got: "Me di pêvajoyên çareseriyê yên berê de jî dît ku bê hevdîtina bi Îmraliyê re çi qasî hewce ye û girîng e. A rast rayedar jî bi vê dizanin. Niha tişta ku em pê re rû bi rû ne, têkildarî nerojevkirina mijara tecrîdê ye. Helbet ev yek bi xwe re xitimandineke siyasî jî tîne. Meseleya tecrîdê vê xitimandina siyasî kûrtir dike." 
 
SERLÊDANÊN LI BAROYAN
 
Demîrcî diyar kir ku ji bo rakirina tecrîdê serî li Baroya Stenbolê dane û wiha got: "Me ew vexwandin ku peywira xwe bi cih bînin." 
 
Demîrcî destnîşan kir ku bêhiqûqîtiya li Îmraliyê li tevahiya civakê belav bûye û wiha got: "Heke em vê bêhiqûqîtiyê nedin sekinandin, dê berdewama wê bê. Em vê ji pêvajoyên dîrokî yên berê jî dizanin. Lewma di serî de Baroya Stenbolê divê hemû baro peywira xwe bi cih bînin. Bêdengiya Baroya Stenbolê ya ji bo serlêdanê nîşan dide ku bê rewşa rêveberên baroyê çawa ye û çawa li teref desthilatê ne." 
 
'CPT DIVÊ DAXUYANIYÊ BIDE'
 
Demîrcî herî dawî bal kişand ser helwesta CPT'yê ku bi serdana xwe ya li Îmraliyê careke din bû rojev û wiha got: "CPT, li gorî mewzûata navneteweyî tevgeriyaye û lewma raporê eşkere nake. Lê 21 meh in tu xeber ji Îmraliyê nayên girtin. 6 meh an jî saleke şûnde eşkerekirina raporê dibe ku bibe sedema pirsgirêkeke vegera wê tune ye. Lewma divê CPT eşkere bike ku bê li Îmraliyê çi diqewime û girtiyên li wir bi çi re rû bi rû ne. Demildest divê birêz Ocalan û girtiyên din hevdîtinê bi malbatên xwe û parêzerên xwe re bikin. Ev daxwazeke jiyanî û zêde lezgîn e." 
 
MA / Esra Solîn Dal
 

Sernavên din

23/12/2022
15:33 Li ber DBP’ê daxuyanî: Kurd bi ser dikevin, îktidara AKP-MHP’ê têk diçe
15:28 Baroya Êlihê serdana Malbata Şenyaşar kir
15:17 HDP’ê û DBP’ê li Dîlokê çalakiya nobetê da destpêkirin
15:00 Hevseroka HDP’ê ya berê ku jiyana xwe ji dest da hate veşartin
14:59 Baroya Rihayê ji bo Îmraliyê serî li Wezareta Dadê û TBB’ê da
14:50 Li Girtîgeha Eregliyê televîzyon û pirtûk hatin qedexekirin
14:43 Li Parîsê êrişî Navenda Çandê ya Ahmet Kaya hat kirin: Birîndar hene
14:18 Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci nehat tehliyekirin
14:02 Doza Kobanê: Pêdiviya Tirkiyeyê bi demokrasiyê heye
13:57 Li Dêrsimê kesê ku hatibû binçavkirin hate girtin
13:53 Parlamenterên HDP’î bang li Wezareta Dadê kirin: Heke Îmrali li Tirkiyeyê be tecrîda mutleq rakin
13:52 Polîsan li avahiya DBP’a Êlihê ajandayên vala desteser kirin!
13:43 Operasyona li dijî DBP’ê hat protestokirin: Em ê serî netewînin
13:20 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:52 Di serdegirtina Navenda DBP’ê de dest danîn ser wêneyê Orhan Dogan
12:46 Endamên DBP'ê bertek nîşanî weşana A Haberê dan
12:05 'Gel daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dike’
11:57 MYK’a HDP’ê: Nîşana serkeftinê ya Bayindir, rêbera serkeftinê ya gelê kurd e
11:57 Fîncanci: Xebatên min dewletê aciz kiriye
11:23 Di lêpirsîna DBP’ê de ji bo 15 kesan biryara binçavkirinê
11:22 Li herêma operasyonê mirina biguman a leşkerekî
11:13 Avahiya DBP’ê bi girseyî ziyaret kirin
11:11 Li Stenbolê 7 kes hatin binçavkirin
11:03 Banga mitînga Êlihê: Em li dijî tecrîdê azadiyê biparêzin
10:59 Jinan bertek nîşanî betalkirina parlamenteriya Guzelê da: Biryarê nas nakin
10:40 Ji bo azadiya Fîncanci li ber Edliyeya Stenbolê gazî kirin
10:12 DBP: Kurdek jî dê li ber faşîzma we serê xwe netewîne
09:10 Keşîşxaneya Mor Ahoyê hatiye wêrankirin!
09:10 Şaredariya Silopiyayê Kompleksa Werzîşê ya Jinan çêdike
09:08 Li Roboskiyê çarenûsa hevpar a du birayan
09:06 Bayindir: Em ê sala 2023’yan bikin sala bingeha şikandina tecrîdê
09:05 Xweza di sala 2022’yan de dinaliya!
09:04 Jin di nava têkoşînê de bûne yek
09:00 ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2022'YAN
08:32 Polîsan avêt ser avahiyên DBP’ê: Hevserokê Giştî Keskîn Bayindir hat binçavkirin
22/12/2022
22:22 Rojnamevan Aygul hat berdan
21:26 Di Nobeda Azadiyê de ji bo danişîna Fîncanciyê bang kirin
21:09 HDP: Em ê hesab ji feraseta darbekar bipirsin
17:09 Li Êlihê gel vexwendin mitîngê
16:48 Parlamenteriya Semra Guzel hat betalkirin
16:46 Hefsa malê rakirin vê carê jî derveyî welat lê qedexe kirin!
16:28 Bernameya meha çileyê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
15:51 Hevserokê HDP’î ku di êrişa polîsan de krîza dil derbas kir wê cara duyemîn anjiyo bibe
15:51 Tirkiyeyê li Kobanê êrişî îstasyonek avê kir: 3 karker birîndar bûn
15:43 Li Girtîgeha Eregliyê av, ceyran û gaza xwezayî hat qutkirin
15:43 HDP’ê bertek nîşanî mûçeyê kêmtirîn da: Xizanî tê ferzkirin
15:28 Doza rojnamevan Akogûl hat taloqkirin
15:11 ‘AKP, tehamulî çalakî û aktîvîteyan nake’
14:55 Başaran: Semra Guzel wê her parlamentera Amedê be
14:39 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
14:13 Parêzerên Abdûllah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
14:08 Ji Wezareta Dadê re bang kirin: Deriyên Îmraliyê vekin
13:47 Ceza ji parêzer Ûlaş re hat xwestin
13:40 Kujerê Pakistan Demîr ne dîn e
13:17 Mûçeyê kemtirîn bû 8 hezar û 500 lîre
13:11 Temel: Rojeva me ya sereke mîsogerkirina azadiya Ocalan e
12:42 Malbata Şenyaşar: Bila kes baweriya xwe bi hêza xwe ya siyasî neîne
12:18 ‘Divê li dijî êrişan têkoşîneke hevpar were meşandin’
11:32 KCD'ê û HDP’ê ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
10:24 Mirinên li girtîgehan nayên lêkolînkirin
10:23 Doza Fîncanci sibê ye: Dadgerên ku Sokrates darizandin nayê bîra kesî
09:42 Li Rojhilat merasimên çilrojê welatiyên hatine kuştin têne lidarxistin
09:14 ‘Helwesta desthilatê rê li ber tahde û destdirêjiyê vedike'
09:14 Parêzer Aslan: Bi tecrîdê neçareserî hatiye tecrîhkirin
09:13 Înfaza Tûrsûn ê ku 30 sal in girtiye bi hinceta 'ne poşman e' hat taloqkirin
09:11 Tifaqa Ked û Demokrasiyê: Em ê di 2023'yan de pergaleke nû ava bikin
09:07 Karker bi berxwedana xwe bi ser ketin
09:04 Çîçek: Siyaseta kurd êdî pêşeroja welêt diyar dike
09:00 ROJEVA 22'YÊ KANÛNA 2022'YAN
21/12/2022
20:47 Li Amedê Şeva Yeldayê hat pîrozkirin
19:41 Cenazeyê Yorgûn piştî 7 mehan hat veşartin
19:22 Li Silopiyayê ajokarê TIR'ê hat kuştin
19:01 Çalakiya 'Azadî ji bo Ocalan' ket sala 2'yan
17:04 ‘Şahidê’ ku derbarê parêzerên xwe de îfade dan parêzer nas nekirin
16:51 Biryara derheqê Semra Guzel de dê sibe were dayîn
16:34 ‘Divê Girtîgeha Amedê veguhere Muzeya Mafên Mirovan’
16:32 TMMOB: Hewl tê dayîn ku Sûrê ji Mîrateya Çandê ya Cîhanê derxînin
16:26 Cenazeyên endamên HPG’ê li Goristana Bêkesan hatin veşartin
16:26 Parlamenterên HDP’ê li dijî tecrîdê wê her roj li ber Wezareta Dadê bin
16:25 HDP’ê li Sûrê serdana dikandaran kir
16:25 Dadgehê cezayê hefsê li rojnamevan Hayrî Demîr birî
15:53 Li Tekîrdagê 11 siyasetmedar hatin tehliyekirin
15:51 Tiryakî: Di şexsê Semra Guzel de kûmpasek hat çêkirin
14:46 Li Meclisê betalkirina parlamenteriya Guzel tê axaftin
14:45 Li Edeneyê amadekariyên mîtîngê didomin
14:28 Doza rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê hat taloqkirin
14:27 Danişîna Akin û Sarisozen hate taloqkirin
13:57 Dayika 3 zarokan Menîce Îş hat girtin
13:35 Li Enqereyê 6 kes hatin binçavkirin
13:34 Hate îdiakirin ku li Cûdî helîkopterek ketiye
13:03 Ji bo parêzer Newroz Uysal cezayê hefsê hat xwestin
12:50 Ji bo penaberên ji Rojhilat serlêdana mafê penaberiyê hat kirin
12:13 Emîne Şenyaşar: Lawê min berdin, kujeran bigirin
11:46 ‘Heqîqeta jinan a li Rojava serweran ditirsîne’
11:00 Li ber Wezareta Dadê çalakiya li dijî tecrîdê: Heta encam jê bê girtin em ê li vir bin
10:55 Hewldana astengkirina alîkariya xezîneyê bo HDP’ê: Divê demildest AYM’ê daxwazê red bike
10:51 Li Pêrtagê welatiyek hat binçavkirin
10:11 Rojnameya Xwebûnê 4 salî ye
10:10 Li Îmraliyê serdemek krîtîk: Divê Girtîgeha Îmraliyê ji kontrola Meclisê re bê vekirin
09:17 Mexdûrên Komkujiya Mereşê 44 sal in li benda 'hevrûbûnê' ne