‘Xebatên komîsyona lêkolînkirina kîmyasalê tên astengkirin

  • rojane
  • 09:43 20 Kanûn 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Berîtan Zagros diyar kir ku xebatên ku komîsyona ji bo bikaranîna çekên kîmyewî lêkolînan bike hatiye avakirin tên astangkirin û got: “Di nava parlementoyê û hikûmetê de aliyên nêzî dewleta tirk timî van hewldanan asteng dikin û nahêlin parlemento li ser mijarê bigihije biryarekî û bi hikûmetê bide qebûlkirin.”

 
Di 17’ê Nîsana îsal de dewleta tirk li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn yên bi ser başûrê Kurdistanê ve ji hewayî û bêjahî ve êrişên berfireh dabûn destpêkirin. Dewleta tirk a ku encamek negirtî êrişên xwe derxist asta herî jor û di êrişan de çekên kîmyewî bikar anî. Di van bikaranîna çekên kîmyewî de gelek endamên HPG’ê ku ji çekên kîmyewî bandor bûn dîmenên wan bi raya giştî re hatibûn parvekirin. Li gel parvekirina van dîmenan ji hûndir û derveyî welat gelek bertek û nerazîbûn hatibûn nişandin. Li gel zêdebûna bertekan û berxwedana gelê kurd a li dijî bikaranîna çekên kîmyewî di 16'ê mijdarê de Parlamentoya Iraqê ji bo  lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî yên ji hêla Tirkiyeyê ve li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên başûrê Kurdistanê komîsyoneke taybet ava kir. Di vê çarçoveyê de komîsyon dê biçe herêmên ku operasyonên Tirkiyeyê lê didomin û li wir lêkolînan bike. 
 
Rojnameger Bêrîtan Zagros a ku li Herêma Kurdistanê ji ajansa me re derbarê xebatên komîsyona ku ji bo lêkolînkirina çekên kîmyewî hatiye avakirin û êriş û gefên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê ku  berdewam dikin re nirxand. 
 
‘BI SAYA PDK’Ê BICIH BÛN’
 
Zagros diyar kir ku di êrişên ku hatine destpêkirin de heta niha tu pêşketin nehatiye ditin û wiha got: “Êrişên li ser Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Du sale bênavber ji mehên biharê ve êrişên dijwar berdewam e. Lê dikare bêgotin tevî bikaranîna hemû çekên qedexekirî, mesrefek zêde, hevkariya hêzên navnetewî, herêmî û PDK’ê jî hedefa ku di van du salan de danîbû pêş xwe negihiştiyê. Lê cihên ku dewleta Tirk bi rojan şer kir û nekarî bikeviyê, PDK herêma ku di bin desthilatdarî û tesafûra xwe de ye di berjewendiya dewleta Tirk de bikaranî. Dibin navê xizmetgûzarî û ewlekariya herêmê de rê bir li ser girên herî stratejîk yên dewleta Tirk nekarî bi şer ji gerîla bistîne û wan li hinek herêmên stratejîk bicîh kir û hîn jî bi cîh dike. Ji bo artêşa Tirk beriya zivistanê li herêmê were bicîh kirin jî lez da çêkirina rêyên di navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê de. Herî dawî rê bir girê Kuro Jehro ku dikeve jora Şêladizê û leşkerên Tirk li wê herêmê bi cîh kir. Yanî di ew girên stratejîk yên dewleta Tirk nekarî tevî hemû derfetên xwe jî bicîh bibe, bi saya PDK’ê beriya bikevin zivistanê bicîh bûn. Hinek cih jî dibin navê pêşmergeyan de çêkir û teslîmê Tirkiyeyê kir. Yek ji van cihan jî li herêma Zaxoyê bû.  Tê gotin ku bi heman awayî li devera Amediyê jî vê rêbazê ceribandine.” 
 
‘DI NAVA HEWLEDANÊN BÊRÛMETKIRINÊ DE NE’
 
Zagros anî ziman ku malbatên welatiyên ku di encama topbarana Tirkiyeyê de tên qetilkirin ji aliyê PDK’ê ve bi pereyan tên bêdeng kirin û ev agahî dan: “Di dema destwerdana gerîla ya ji bo pêşî lê girtina artêşa Tirk de jî serî li bangeşeyên derew û manîpûlasyonan da. Li gorî çavkaniyên PDK’ê û her wiha çavkaniyên herêmî rêya diçe Kuro Jehro hatiye temamkirin û welatiyên herêmê jî ji ber bicîhbûna artêşa Tirk ketine nava nîgeraniyeke mezin de. 
 
Piştî komkujiya dewleta Tirk a li Perexê li seranserê Başûrê Iraqê nerazîbûn li dijî hebûna artêşa Tirk pêşket, lê bi hemleya Tevgera Sedir û sorkirinên PDK’ê û dewleta Tirk careke din rojeva Iraqê hate guhertin û bala li ser sûcên dewleta Tirk arasteyê ciheke din hate kirin. Eger nerazîbûn û rabûn ser piyan ya li Iraqê wisa berdewam kiriba û rojev nehatiba guhertin, wê Tirkiye li dadgehên navnetewî yên şer de hatiba mehkûmkirin û dibe ku niha çarenûsa vî şerî hatiba guhertin. Lê ji ber tifaqa Sedir-PDK-Sune û Tirkiye rojevê guhertin, rojeva êrişên Tirkiye jî guherî û bêyku encam bigire vemirî. Herî dawî li çiyayê Asosê komek welatiyên sivÎl yên herêmê hatin hedef girtin û di encamê de kesek jiyana xwe ji dest da û çend kes jî birîndarbûn. Lê ji ber Kurd dengê xwe ji vê komkujiyê re nekirin û bêdengiyê hilbijartin ev mijar nebû rojev û malbat jî ji ber tirsa desthilata Başûr û MİT’a Tirk bêdengiyê hilbijartin. Kêm jî be hinek parlementerên bi wijdan yên Kurd û Ereb hewl dide van êrişên dewleta Tirk yên li dijî sivîlan, li dijî gerîlayan bixin rojevê û lêkolînên pêwîst li herêmê bikin. Herî dawî mexdûrên êrişên Tirkiye-Îranê serdana Iraqê kirin û nerazîbûna xwe ragihandin. Lê mixabin hewl tê dayîn daxwaza van malbatan veguherin tazmînata madî û bêdeng bibin. PDK’ya Bakur jî hewl dide malbatên li Başûrê Kurdistanê di encama êrişên dewleta Tirk de zirer û ziyana madî û manewî dîtine li Tirkiyeyê tazmînatên madî vekin û li beramber pere malbatan hem bi PDK’ê ve hem jî bi dewleta Tirk ve girê bidin û ti dozek di asta sûcên dewleta Tirk li dewleta Tirk venekin. Ji ber li beramber rijandina xwînê pere tê giritn û tên bêdeng kirin. Eger wisa bibe, wê dema pêş de nekarin di asta navnetewî de li dijî Tirkiye ti giliyek tomar bikin. Niha bi sedan malbatên bi vî awayî li Başûrê Kurdistanê hene. Eger rast werin arastekirin dikarin di dadgehên navnetewî de doz li Tirkiye vekin. Lê ji bo ev yek çênebe PDK’ya Iraqê û ya Tirkiyeyê ketine nava hewldanên bêrûmetkirina civaka Kurd.”
 
‘XEBATÊN KOMÎSYONÊ ASTENG DIKIN’
 
Berîtan Zagros bi lêv kir ku li dijî sûcên şer ê Tirkiyeyê komîsyona ku ji aliyê parlementoya Iraqê ve hatiye avakirin xebatên xwe didomîne û wiha berdewam kir: “Ji ber aloziya siyasî ya li Iraqê û ne avabûna hikûmeta federal demek dirêje rojev li ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk çêbibin jî nedigihiştin encamê. Lê piştî hikûmet hate avakirin û di hikûmetê de xeta nêzî Îranê serwerbû, li ser êriş û dagirkeriya Tirk careke din ji aliyê hinek koman ve kete rojevê. Niha li parlementoyê ev çend care hewldan tê dayîn, ji bo çekên kîmyewî bên lêkolînkirin, serlêdanên malbatên bûne mexdûrên êrişên Tirkiye û Îranê bikevin rojevê û li ser sînor lêkolînên pêwîst bên kirin, lijne werin avakirin. Lê di nava parlamentoyê û hikûmetê de aliyên nêzî dewleta Tirk timî van hewldanan asteng dikin û nahêlin parlamento li ser mijarê bigihije biryarekî û bi hikûmetê bide qebûlkirin. Li gorî nûçeyên fermî yên derketine û agahiyên li berdest Iraq bi destûra hêzên navnetewî hewl dide hêzên girêdayî hikûmeta federal ku ji wan re tê gotin ‘parêzvanên sînor’ bicih bike. Jixwe ev hêza ku behsa wê tê kirin li Behdînan, Soran û herêma Silêmaniyê li seranserî sînor hene. Ancax di warê hejmarî, perwerde û têrkeriya leşkerî de lawaz in. Ji bo bikaribin seranserê sînorê Iraqê ya li gel Kurdistanê (Sûriye, Tirkiye, Îran) bigire di nava vê hefteyê de deriyê serlêdanê ji bo kesên nû xwe ji bo van hêzan tomar bikin vekirine. Niha serlêdana ji bo ‘parêzvanên sînor’ berdewam e. Li gel bicîhkirina van hêzên girêdayî hikûmeta federal tê gotin, wê sîstema parastina hewayî jî li ser sînorên Iraqê were bicîhkirin. Li gorî nûçeyên ku derketine, Iraq sîstema parastina hewayî ji Fransayê û çend welatên din kiriye. Lê rastiyek heye, em dikevin zivistanê û sînorên li gel bakurê Kurdistanê (Tirkiye) û beşek jî li gel Îranê çiyayîne û zehmete di demeke kurt de ev plan were bicihkirin. “ 
 
‘DI NAVBERA DEWLETÊN DAGIRKER DE RÊKEFTINEKE NÛ HEYE’
 
Zagros anî ziman ku ji bo nûkirina peyama Lozanê Îran, Iraq, Tirkiye û Suriye ji bo ku dagirkeriya xwe sed salên din mayinde bikin di nav hewledanan de ne û wiha axivî: “Bi nêzbûna salvegera sedemîn a Peymana Lozanê dewletên dagirker yên herêmê careke din sînorên navbera kurdan hatine danîn qewîntir û ji nû ve dagirkeriya xwe ya li Kurdistanê ji bo sedsalên din mayînde dikin. Bi taybet Îran, Tirkiye, Iraq û Sûriye li ser mijara sînoran ku çar parçeyên Kurdistanê li ser hatiye dabeşkirin ji nû ve çêdikin û bihêz dikin. Ev dide nîşandan ku rêkeftineke nû di navbera dewletên dagirker yên li Kurdistanê de heye. Ev jî planeke nû ya metirsîdare li ser kurdan. Lê wisa xuyaye ku hîn jî hêzên siyasî yên başûrê Kurdistanê neketine ferqa vê plangeriya nû ya li dijî kurdan. Yan jî di ferqa wê de ne biçûk difikirin û tenê xwe difikirin. Li gorî agahiyan ev hêz li ser daxwaza hinek hêzên Kurd yên Başûrê Kurdistanê li ser sînoran tên bicîhkirin. Ancax rewşeke bi vî awayî jî heye, ‘parêzvanên sînor’ wê ji herêmên Kurdistanê û hemû aliyên Iraqê bin. Weke nimûne li herêma Behdînanê ji xelkê Behdînanê be, li Soran ji xelkê wir û ji herêma Pişder, Şarezûr û Germiyan jî ji xelkê wan herêman bigirin. Lê ev mijar hîn tam zelal nebûye. Fermandariya vê hêzê li Iraqê ye û nêzî PDK’ê ye. Bi taybet ‘parêzvanên sînor’ yên herêma Behdînanê piranî ji PDK’yiyan pêk tê. Ji ber ev ‘parêzvanên sînor’ yên heya niha li Soran û Behdînanê hene jî beşeke zêde ji PDK’yiyan pêk dihat û çavê xwe ji dagirkeriya Tirk re digirtin û heta li gelek cihan jî rê ji dagirkeriya Tirk re xweş dikirin û xwezaya Kurdistanê wêran dikirin. Nimûneya herî berçav jî li Berwariya Bala ku dikeve Kanî Masiyê jî hate dîtin ku Tirk û ev hêz çend metre nêzî hev in û Tirkiye li nêzê wan di nava axa Başûr de bicih bûne. Yanî her çiqas were gotin ev hêz ji bo parastina sînor diçin herêmê jî, bi dîtina min wê ti bandoreke wan li hember Tirkiyeyê yan jî  Îranê nebe, dibe tenê zirerê bide hêzên Kurd yên parçeyên Kurdistanê. Lê mixabin hêzên başûrê Kurdistanê pêşengiyê ji vê projeyê re dikin. Raste ya ku niha Iraq dike, li gorî destûra bingehîn a Iraqê mafê wê ye, lê dema em li konjektûr, şerê li Kurdistanê û rewşa siyasî dinêrin dibînin ku ev di encama rêkeftinekî de hatiye kirin. Ancax eger ev hêz bi rastî jî ji bo serweriya Iraqê ji dewletên weke Îran û Tirkiyeyê parastin be, wê demê dibe bandoreke neyînî li pêşve hatina Tirkiye nava axa başûrê Kurdistanê bike û ji bo demkî bikeve berjewendiya Kurdan de.” 
 
‘DIXWAZIN SEDSALÊN DIN BI KURDAN BIDIN WENDAKIRIN’
 
Zagros da zanîn ku tê armanckirin ku hêzên azadîxwaz tasfiye bikin û sed salên din bi kurdan bidin wendakirin û wiha berdewam kir: “Niha amadekarî tê kirin li paytexta Urdun Amanê bi pêşengiya Fransa û Iraqê civînek bi serok dewletên welatên herêmê re were çêkirin û mijara sereke jî destwerdanên Tirkiye û Îran ya li Sûriye û Iraqê be. Tirkiye bi rêya dîplomatên xwe ragihandin eger ew beşdarê vê civînê nebin ewê asteng bikin û qebûl nekin. Piştî van tehdîtên Tirkiye Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fûad Hisênê PDK’yî eşkere kir ku wê Tirkiye û Îran jî beşdarê civînê bibin. Ev jî dide xuyakirin ku wê nehêlin ji vê civînê li dijî wan ti biryarek derbikeve, dibe berovajiyê wê li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê û hêzên rojhilatê Kurdistanê û kurdan hinek biryar û peymanên nû derbikevin. Lê divê were zanîn eger Tirkiye beşdar bibe wê nehêle biryareke dijî xwe û di berjewendiyê kurdan de derbikeve. Serokê Meclisa Iraqê yê Sûne ku weke kesek nêzî Tirkiye tê zanîn niyeta xwe ya dema pêş careke din eşkere kir û îdîa kir ku sedema krîzê PKK ye, lewma divê ji bo çareseriya Iraqê bi Tirkiye û Îranê lihev bikin. Ev daxuyaniyên ku tên dayîn, trafîka dîplomatîk ya li navbera Iraq û welatên Rojava û herêmê re dide nîşandan ku wê di sala 2023’an de li dijî têkoşîna azadîxwaz û netewî ya Kurdan a bi pêşengiya PKK’ê û destkeftiyên wê bikevin nava lihevkirin û peymanên nû. Ev hêzên dagirker û mêtînger dixwazin bi bikaranîna PDK’ê û hinek faktorên din yên siyasî yên li Başûr, Peymana Lozanê ya dijî kurdan nû bikin û sed sedsaleke din bi kurdên azadîxwaz yên çar parçeyên Kurdistanê bidin windakirin. “ 
 
‘EGER KURD JI XWE BAWER BIN…” 
 
Zagros da zanîn ku her kesê ku li dijî têkoşîna azadiya kurd raweste, mehkûmî windakirinê ye û got: “Lê biryar û rêkeftinên van dewletên dagirker û cîhanî nekarin pêşî li fikrê azad ya Tevgera Azadiya Kurd ya netewî ya li seranserê herêmê belav dibe bigirin. Ji ber Tevgera Azadiya Kurdistanê ne tenê bi çek şer dike, çeka wê ya herî mezin belavkirina fikrê azad, demokratîk û wekhevîxwaz û bihevre jiyankirinê li nava gelan de û jinan de ye. Ji bo herkesê fikreke azad dibexşe û fêrî herkesî dike ji bo mafên xwe têbikoşe. Ev fikrê azadîxwaz ya Tevgera Azadiya Kurd êdî hemû hêz, pêkhate û beşên civakê yên dijî sîstemê li gel hev û di cemsereke sêyemîn de kom dike. Ya hêzên desthilatxwaz yên herêmê û cîhanê jî ditirsîne ev cemsera nû ya têkoşînê ya bi pêşengiya Kurdan li herêmê û cîhanê li dijî sîstema dewlet netewe û sermaydarî kom dibe. Bi tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dagirkirina Kurdistanê jî wê nekarin pêşî li vê pêla azadîxwaz a bandora domînoyê çêdike bigirin. Eger têkoşîna gelan a bi pêşengiya jin û ciwanan li asta Kurdistan, herêm û cîhanê mezin bibê wê ev dorpêç, qirkirin û înkara Kurd jî were rawestandin û eniyeke nû ya hesap jêre tê kirin li cîhanê de vebe. Ev têkoşîna gelan û jinan ya bi pêşengiya fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê çarenûs û arasteya sed salên li pêşiya me diyar bike. Eger Kurd jixwe bawer bin, dikarin bibin pêşengên enî an jî cemsereke nû li herêmê û cîhanê.” 
 
 

Sernavên din

23/12/2022
15:33 Li ber DBP’ê daxuyanî: Kurd bi ser dikevin, îktidara AKP-MHP’ê têk diçe
15:28 Baroya Êlihê serdana Malbata Şenyaşar kir
15:17 HDP’ê û DBP’ê li Dîlokê çalakiya nobetê da destpêkirin
15:00 Hevseroka HDP’ê ya berê ku jiyana xwe ji dest da hate veşartin
14:59 Baroya Rihayê ji bo Îmraliyê serî li Wezareta Dadê û TBB’ê da
14:50 Li Girtîgeha Eregliyê televîzyon û pirtûk hatin qedexekirin
14:43 Li Parîsê êrişî Navenda Çandê ya Ahmet Kaya hat kirin: Birîndar hene
14:18 Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci nehat tehliyekirin
14:02 Doza Kobanê: Pêdiviya Tirkiyeyê bi demokrasiyê heye
13:57 Li Dêrsimê kesê ku hatibû binçavkirin hate girtin
13:53 Parlamenterên HDP’î bang li Wezareta Dadê kirin: Heke Îmrali li Tirkiyeyê be tecrîda mutleq rakin
13:52 Polîsan li avahiya DBP’a Êlihê ajandayên vala desteser kirin!
13:43 Operasyona li dijî DBP’ê hat protestokirin: Em ê serî netewînin
13:20 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:52 Di serdegirtina Navenda DBP’ê de dest danîn ser wêneyê Orhan Dogan
12:46 Endamên DBP'ê bertek nîşanî weşana A Haberê dan
12:05 'Gel daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dike’
11:57 MYK’a HDP’ê: Nîşana serkeftinê ya Bayindir, rêbera serkeftinê ya gelê kurd e
11:57 Fîncanci: Xebatên min dewletê aciz kiriye
11:23 Di lêpirsîna DBP’ê de ji bo 15 kesan biryara binçavkirinê
11:22 Li herêma operasyonê mirina biguman a leşkerekî
11:13 Avahiya DBP’ê bi girseyî ziyaret kirin
11:11 Li Stenbolê 7 kes hatin binçavkirin
11:03 Banga mitînga Êlihê: Em li dijî tecrîdê azadiyê biparêzin
10:59 Jinan bertek nîşanî betalkirina parlamenteriya Guzelê da: Biryarê nas nakin
10:40 Ji bo azadiya Fîncanci li ber Edliyeya Stenbolê gazî kirin
10:12 DBP: Kurdek jî dê li ber faşîzma we serê xwe netewîne
09:10 Keşîşxaneya Mor Ahoyê hatiye wêrankirin!
09:10 Şaredariya Silopiyayê Kompleksa Werzîşê ya Jinan çêdike
09:08 Li Roboskiyê çarenûsa hevpar a du birayan
09:06 Bayindir: Em ê sala 2023’yan bikin sala bingeha şikandina tecrîdê
09:05 Xweza di sala 2022’yan de dinaliya!
09:04 Jin di nava têkoşînê de bûne yek
09:00 ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2022'YAN
08:32 Polîsan avêt ser avahiyên DBP’ê: Hevserokê Giştî Keskîn Bayindir hat binçavkirin
22/12/2022
22:22 Rojnamevan Aygul hat berdan
21:26 Di Nobeda Azadiyê de ji bo danişîna Fîncanciyê bang kirin
21:09 HDP: Em ê hesab ji feraseta darbekar bipirsin
17:09 Li Êlihê gel vexwendin mitîngê
16:48 Parlamenteriya Semra Guzel hat betalkirin
16:46 Hefsa malê rakirin vê carê jî derveyî welat lê qedexe kirin!
16:28 Bernameya meha çileyê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
15:51 Hevserokê HDP’î ku di êrişa polîsan de krîza dil derbas kir wê cara duyemîn anjiyo bibe
15:51 Tirkiyeyê li Kobanê êrişî îstasyonek avê kir: 3 karker birîndar bûn
15:43 Li Girtîgeha Eregliyê av, ceyran û gaza xwezayî hat qutkirin
15:43 HDP’ê bertek nîşanî mûçeyê kêmtirîn da: Xizanî tê ferzkirin
15:28 Doza rojnamevan Akogûl hat taloqkirin
15:11 ‘AKP, tehamulî çalakî û aktîvîteyan nake’
14:55 Başaran: Semra Guzel wê her parlamentera Amedê be
14:39 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
14:13 Parêzerên Abdûllah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
14:08 Ji Wezareta Dadê re bang kirin: Deriyên Îmraliyê vekin
13:47 Ceza ji parêzer Ûlaş re hat xwestin
13:40 Kujerê Pakistan Demîr ne dîn e
13:17 Mûçeyê kemtirîn bû 8 hezar û 500 lîre
13:11 Temel: Rojeva me ya sereke mîsogerkirina azadiya Ocalan e
12:42 Malbata Şenyaşar: Bila kes baweriya xwe bi hêza xwe ya siyasî neîne
12:18 ‘Divê li dijî êrişan têkoşîneke hevpar were meşandin’
11:32 KCD'ê û HDP’ê ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
10:24 Mirinên li girtîgehan nayên lêkolînkirin
10:23 Doza Fîncanci sibê ye: Dadgerên ku Sokrates darizandin nayê bîra kesî
09:42 Li Rojhilat merasimên çilrojê welatiyên hatine kuştin têne lidarxistin
09:14 ‘Helwesta desthilatê rê li ber tahde û destdirêjiyê vedike'
09:14 Parêzer Aslan: Bi tecrîdê neçareserî hatiye tecrîhkirin
09:13 Înfaza Tûrsûn ê ku 30 sal in girtiye bi hinceta 'ne poşman e' hat taloqkirin
09:11 Tifaqa Ked û Demokrasiyê: Em ê di 2023'yan de pergaleke nû ava bikin
09:07 Karker bi berxwedana xwe bi ser ketin
09:04 Çîçek: Siyaseta kurd êdî pêşeroja welêt diyar dike
09:00 ROJEVA 22'YÊ KANÛNA 2022'YAN
21/12/2022
20:47 Li Amedê Şeva Yeldayê hat pîrozkirin
19:41 Cenazeyê Yorgûn piştî 7 mehan hat veşartin
19:22 Li Silopiyayê ajokarê TIR'ê hat kuştin
19:01 Çalakiya 'Azadî ji bo Ocalan' ket sala 2'yan
17:04 ‘Şahidê’ ku derbarê parêzerên xwe de îfade dan parêzer nas nekirin
16:51 Biryara derheqê Semra Guzel de dê sibe were dayîn
16:34 ‘Divê Girtîgeha Amedê veguhere Muzeya Mafên Mirovan’
16:32 TMMOB: Hewl tê dayîn ku Sûrê ji Mîrateya Çandê ya Cîhanê derxînin
16:26 Cenazeyên endamên HPG’ê li Goristana Bêkesan hatin veşartin
16:26 Parlamenterên HDP’ê li dijî tecrîdê wê her roj li ber Wezareta Dadê bin
16:25 HDP’ê li Sûrê serdana dikandaran kir
16:25 Dadgehê cezayê hefsê li rojnamevan Hayrî Demîr birî
15:53 Li Tekîrdagê 11 siyasetmedar hatin tehliyekirin
15:51 Tiryakî: Di şexsê Semra Guzel de kûmpasek hat çêkirin
14:46 Li Meclisê betalkirina parlamenteriya Guzel tê axaftin
14:45 Li Edeneyê amadekariyên mîtîngê didomin
14:28 Doza rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê hat taloqkirin
14:27 Danişîna Akin û Sarisozen hate taloqkirin
13:57 Dayika 3 zarokan Menîce Îş hat girtin
13:35 Li Enqereyê 6 kes hatin binçavkirin
13:34 Hate îdiakirin ku li Cûdî helîkopterek ketiye
13:03 Ji bo parêzer Newroz Uysal cezayê hefsê hat xwestin
12:50 Ji bo penaberên ji Rojhilat serlêdana mafê penaberiyê hat kirin
12:13 Emîne Şenyaşar: Lawê min berdin, kujeran bigirin
11:46 ‘Heqîqeta jinan a li Rojava serweran ditirsîne’
11:00 Li ber Wezareta Dadê çalakiya li dijî tecrîdê: Heta encam jê bê girtin em ê li vir bin
10:55 Hewldana astengkirina alîkariya xezîneyê bo HDP’ê: Divê demildest AYM’ê daxwazê red bike
10:51 Li Pêrtagê welatiyek hat binçavkirin
10:11 Rojnameya Xwebûnê 4 salî ye
10:10 Li Îmraliyê serdemek krîtîk: Divê Girtîgeha Îmraliyê ji kontrola Meclisê re bê vekirin
09:17 Mexdûrên Komkujiya Mereşê 44 sal in li benda 'hevrûbûnê' ne