* Tirkiye û hêzên paramîlîter ên girêdayî wê, di 5 salan de li Efrînê tu tiştên aîdê kurdan nehiştin. Dawî li perwerdehiya bi kurdî anîn, navê her cihî kirin tirkî, li her derî alaya tirk hat daliqandin, destdirêjî, destavêtin, talan û revandina mirovan her çû zêde bû.
* Hevberdevkê ÎHM’ê ya Baroya Wanê Savaş Avci têkildarî binpêkirinên li girtîgehan wiha got: “Li cihekî ku binpêkirina mafê jiyanê lê diqewime, ji mafê nameyê zêdetir mirov neçare ku ji ewil ser mafê jiyanê biaxive.”
* Welatiyên ku bertek nîşanî doza girtina HDP'ê û blokekirina hesabên wê yên alîkariya xezîneyê dan gotin ku ew çi qas êriş bikin ew ew qas xurttir dibin.
* Îpek Gulşen diyar kir ku Baran Kizil ê ku gotiye, “dewlet li pişt min e” û hewl daye wê tecawiz bike hatiye berdan û got: “Biryara tehliyeyê gotina ‘li pişt min dewlet heye’ piştrast kir. Hê ku ez li jiyanê me dengê min bibihîzin.”
* Girtiyên ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1’an a Amedê tên ragirtin diyar kirin ku Lijneya Çavdêrî û Îdarî “poşmantî û serî tewandinê” li wan ferz dike û banga hestiyariyê li raya giştî kirin.
* Nobeda Malbata Şenyaşar dê di roja 682'yemîn de berdewam bike.
* Nobeda Edaletê ya parlamenterên HDP'ê li dijî tecrîda Îmraliyê dane destpêkirin dê di roja 21'emîn de li ber Deriyê Meclisê berdewam bike. (11.00)
* Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran dê li navenda giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.30)
* Belavkarê Rojnameya Ozgur Gundemê Orhan Karaagar dê salvegera 30'emîn a qetilkirina xwe de li ser gora xwe were bibîranîn. (12.00)
* Desteya Koordînasyona TMMOB'ê ya Bajarê Amedê dê têkildarî taxa Dozçetlîk ku qeyûmê Şaredariya Yenîşehîrê derxistiye ber firotinê, li Odeya Endezyarên Ceyranê ya Şaxa Amedê daxuyanî bide. (12.30)
* Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dink ku di 19'ê Çileya 2007'an de hat qetilkirin dê li ber avahiya rojnameyê û li gelek bajaran were bibîranîn. (15.00-19.00)