3 ciwan hatin desteserkirin: Tundî û heqaret lê kirin, gef lê xwarin

  • rojane
  • 10:26 19 Cotmeh 2024
  • |
img
MÛŞ - 3 ciwanên ku piştî kontrola nasnameyan a polîsan li Mûşê hatin desteserkirin, diyar kirin ku tundî û heqaret lê hatine kirin gef li wan hatiye xwarin û ji baroyê daxwaza alîkariya hiqûqî kirin. 
 
Ciwanên bi navê S.Y., E.U. û U.Ç ku di şeva 16’ê cotmehê de li navenda Mûşê ji kafeyekê derketin piştî kontrolkirina nasnameyan a ji aliyê polîsan ve hatin desteserkirin. Kêliyên ku dema polîsan berê ciwanan dan dîwarekî û bi gotina “Çima nasnameya xwe nadî?” qêr kirin û ciwanan jî bi gotina “Ev tişta hûn dikin sûc e sûc, min nasnameya xwe da” bersiv dan polîsan ji aliyê welatiyên derdorê ve bi telefonan hate kişandin. 
 
Ciwanên ku piştî hatin desteserkirin birin gundekî dûrî navenda bajêr li vir tundî û heqaret li wan hate kirin û gef li wan hate xwarin. Ciwanan têkildarî tiştên bi serê wan hatin serî li Baroya Mûşê dan. Ciwanan di serlêdana xwe de diyar kirin ku ji ber îşkenceya li wan hate kirin bi ser hişê xwe ve çûne û piştî çend saetan çavên xwe li cihekî din vekirine. 
 
TIŞTÊN BI SERÊ WÎ HATIN VEGOTIN 
 
S.Y. yê tiştên bi serê wî hatin ji Baroya Mûşê re vegotin, anî ziman ku 4 polîsên ku nasnameya wan kontrol kirin heqaret li wan kirine û êriş kirine û got: “Piştî ku malbatên li derdorê dîmenên me kişandin, polîsan em bi kaşkirinê li wesayîtê siwar kirin. Qasî kut ê bîra min li ser Cadeya Bedlîsê li dora Mizgefta Mezin ji Taşkopruyê re derbas bûn û ketin gundê Mongok. Dema em ji gundê Mongok derketin bêyî ku em bigihin gundê Arak wesayît di navbera her du gundan de rawestand. Wesayîteke spî ku li wir disekinî hebû. Piştî ku wesayît sekinî bi heqaret û xeberan em ji wesayîtê daxistin û lûleya demancê xistin devê hevalê me yê bi navê Î.Ç. Pişt re ez dûr xistim û li erdî dirêj kirim, darbeyên fizîkî li serê min, singê min, nav ranên min û organê min ê zayendî dan.”
 
‘JI MIN RE GOTIN TU LI PIŞT XWE BIZIVIRÎ EZ Ê GULEYÊ BERDIM’
 
S.Y. anî ziman ku 2 ji polîsan cizdan û telefona wî wergirtine û ev tişt gotin: “Şîfreya min a telefonê xwestin piştî kum in neda wan bi darê zorê poşetek kirin destê min de û bi gotina; ‘Tê de kîloyeke eroînê heye, tu şîfreyê nedî ez deynim ber deriyê mala te û îxbar bikim’ gef li min xwar. Piştî ku min şifre nedayê bi darekî hişk du caran li serê min da. Serê min zivirî, dilê min rabû. Pişt re li erdê dirêj kirin û bi perçeyê camê li ser rûyê min şidand. Pişt re pantorê min daxistin û îşkence li organê min ê zayendî kirin. Heqaret kirin. Kesên ev kirin wiha gotin; ‘ez ê mêraniya te xelas bikim, ez ê te tazî bikim wêneyên te bikişînim û li sîteyan bar bikim’. Pişt re dîsa bi darî li serê min dan. Berê min dan çiya û gotin ‘bimeşe tu li pişt xwe bizivirî ez ê guleyê berdim’. Ez meşiyam û piştî 10 deqîqeyan ji ser hişê xwe çûm, dema hişyar bûm kes tune bû. Bi wî halî min rêya 20 deqîqeyan di saet û nîvan de qedand. Ez rast e rast çûm nexweşxaneyê û rapora derbkirinê wergirt. Ez di dema rê de bi wesayîtan bi awayekî fizîkî dihatim şopandin. Dema ez ji wir şandim li cihê bûyerê gelek wesayît hebûn. Îşkence ku li me kirin nêzî du saetan berdewam kir. Dest danîn ser 135 lîre pereyê min, berçavka min a miyop şikandin û zirar dan telefona min.”
 
‘EZ JI EWLEHIYA CANÊ XWE BIFIKAR IM’ 
 
S.Y. bi lêv kir ku ji ewlehiya canê xwe bi fikar e, ev tişt gotin: “Midûriyeta Polîsan a Mûşê, MÎT û TEM ji tişteke bê serê min perpirsyar in. Ji ber vê bûyera bi serê me hat em daxwaza alîkariya hiqûqî ji Baroya Mûşê û Navenda Mafên Mirovan dikin.”
 
‘BI KUŞTINÊ GEF LI ME XWARIN’ 
 
E.U. yê heman bûyer bi serê wî hat jî diyar kir ku bi saetan îşkence li wan kirin û bi kuştinê gef li wan xwarin. E.U. bal kişand ser gotinên ku polîsekî ji wan re gotin û wiha bi lêv kir: “Polîsan ji me re gotin ku ‘me beriya niha nêzî 300 kesan revandin vir, gelek ji wan jî serî tewandin.” Î.Ç. yê ku luleya demanceyê xistin devî wî jî got ku îşkence, şantaj û heqaret li wan kirine. 
 
MA / Rûken Polat
 
 

Sernavên din

12:05 Êrişên li dijî kolberan didomin
11:01 ‘Heke em bi ser bikevin em ê dijminan ji Kurdistanê derxin’
10:33 Bonaccorsî: Divê em ji bo azadiya Abdullah Ocalan têbikoşin
10:26 3 ciwan hatin desteserkirin: Tundî û heqaret lê kirin, gef lê xwarin
10:20 'Divê mala Feqiyê Teyran bê parastin'
10:14 Girtiyê nexweş Guler ê girêdayî kursiya biteker bi hinceta 'dibe ku bireve' hat sewqkirin
10:12 Transferiya pereyê ‘xelata’ lîstîka PUBG’ê kirin ‘fînansmaniya rêxistinê’!
09:23 Ji Bahoz Baran berhemeke nû: Qelenê Dinyayê
09:13 Xwestin nexweşxaneya di erdhejê de zirar dît bê nûkirin
09:11 Fûara Pirtûkên Kurdî: Gel xwedî lê derdikeve, dipirse, dixwîne
09:00 Hem tacîz li keçikê hatiye kirin hem jî gefan li malbatê dixwin
09:00 Gundên Qilebanê ji ber bendavê di xetereyê de ne
09:00 ROJEVA 19'Ê COTMEHA 2024'AN
18/10/2024
20:11 Cenazeyê Stêrka YJA Starî piştî 79 rojan dan
20:02 Ji Egîtîm-Senê protetsokirina MEB'ê
16:37 Jin ji bo Rojîn Kabaîşê meşiyan
16:19 Hamasê mirina Yahya Sînvar piştrast kir
16:12 Rojnameger Germiyanî: PDK ji pêşmergeyan wêneyên dengan dixwaze
16:02 Sendîkayên teqawîdan serdana DEM Partiyê kirin
15:49 Li Girtîgeha Tîpa E ya Gîresûnê êrişî girtiyan hate kirin
15:41 MYK ya DEM Partiyê dê sibê bicive
15:32 Şaredariya Artemêtê: Em nikarin nameyeke garantiye ji Bankaya Îllerê bistînin
14:54 Şaxa ÎHD’a Amedê rapora binpêkirinên 9 salan eşkere kir: Herî kêm 27 hezar kes hatin binçavkirin
13:40 Li navenda dengdayînê ya Hewlêrê dengê guleyan hat bihîstin
13:33 Di operasyona li dijî DAIŞ’ê de endamekî asayîşê jiyana xwe ji dest da
13:25 Şeş sal û 3 meh cezayê hefsê dan Subaşi
12:35 Di doza ‘Qirkirina Ermenan’ de biryara beraetê hate dayîn
12:26 Fûat Keyman wefat kir
12:01 Kosenê ji nexweşxaneyê derket: Em ê têkoşîna xwe mezin bikin
11:46 Ferît Şenyaşar: Heta edalet tam pêk tê dê têkoşîna me bidome
11:06 Di doza Malbata Şenyaşar de hemû girtî hatin berdan
10:52 Saziyên ‘herî jênebawer ên Tirkiyeyê’: Partiyên siyasî û Diyanet
10:29 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:05 Ji ber parvekirinekê 3 doz li rojnameger Verîm hatin vekirin û ceza hate dayin
09:32 Dîroknas Aydin: Çareseriya Rojhilata Navîn, konfederalîzm e
09:29 Rizgarkirina Reqayê: Dirûşmeya şoreşê li tevahiya cîhanê belav bû
09:19 Lijneya Çavdêrî û Îdareyê biryara dadgehê bi cih neanî: Ji berdanê re bû asteng
09:17 Li Herêma Kurdistanê dengdana taybet destpê kir
09:07 Binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Balikesîr û Îzmîrê
09:05 Hevkariya îstîxbarata Parastin-ENKS û MÎT’ê
09:04 Prz. Kaya: Divê binpêkirinên li Girtîgeha Mêrdînê bên aşkerekirin
09:01 Parastvanên mafan dê li dijî cezayan ji girtiyan re pereyan bişînin
09:00 ROJEVA 18'Ê COTMEHA 2024'AN
08:37 Ji bo Serhedê hişyariya barîna berfê hate kirin
08:33 Otobûsa geştê wergeriya: 6 kes mirin, 25 kes birîndar bûn
17/10/2024
19:44 Pirtûkên nivîskarên girtî hatin îmzekirin
16:55 Li Pasûrê barîna baranê bandoreke neyînî li jiyanê kir
16:53 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê serdana Demîrtaş kirin
16:43 Ji DFG’ê atolyeya ‘Nûçegihantiya krîzê’
16:16 Kosen ê leşkeran parsûyên wî şikandibûn ji nexweşxaneyê derket
16:07 Nimûneyên ji Çemê Dîcleyê hatin girtin paqij derketin
16:00 Li Şirnexê xwendekar ji bo Rojînê meşiyan
15:00 Cezayê pere li Prof. Dr. Fîncanci hat birîn
14:30 Dayikên Aştiyê: Em şer naxwazin
14:10 Rêxistinên ciwanan bertek nîşanî sîxurkirinê dan
13:48 Fûara Pirtûkên Kurdî: Em pirtûkên xwe binasin û bixwînin
13:42 Li gorî wezaretê tundiya polîsan qanûnî ye!
13:32 Li dijî binpêkirinên li Girtîgeha Kirşehîrê greva birçîbûnê hate destpêkirin
13:28 Mihrîcana Çand û Hunerê ya Jinan bi konserê bi dawî bû
13:00 Rojnamevanên ji binçavan hatin berdan: Ji ber belgekirina îşkenceyê me kirin binçavan
12:00 Arinç: Ger hûn ji Ocalan bangekî bixwazin, divê hûn binê gotina xwe tije bikin
11:49 Li Sêwazê bi pileya 4.7 erdhej çêbû
11:28 Agirbesta bi endamên FARC’ê yên kevin re ji bo 6 mehan hate dirêjkirin
10:54 Parêzerên Abdullah Ocalan serî li dozger û girtîgehê dan
10:52 Koçberiyê ji Lubnanê ber bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve didome
10:39 Abdullah Ocalan ji jinan re got: Yekane rizgarî azadî ye!
09:53 Tehliyeya girtiyê nexweş Îvrendî hat taloqkirin: Bi rêxistinê re têkiliya xwe qut nekiriye!
09:50 Berxwedana li dijî şer a li Silopiyayê di roja 3’yemîn de didome
09:45 Li Pasûrê konsera gel
09:41 Rojnamevan Drews: Hilbijartina herêmê dê bandorê li hevsengiyên herêmê bike
09:20 Tehliyeya girtî bi hinceta ‘ji bo bê nav civakê amade nîne’ hate taloqkirin
09:16 Parêzerê Abdullah Ocalan: Gotinên li ser 'hevdîtinê' tişteke manîpulatîf e
09:00 ROJEVA 17’Ê COTMEHA 2024’AN
08:43 Ji bo 11 bajaran bi koda zer hişyariya barîna zêde hate kirin
08:43 Onder bi Nasiroglû re hevdîtin kir: Bingeha pêşmutabeqetê hate amadekirin
16/10/2024
21:01 Ji Baroya Wanê der barê Rojîn Kabaîş de daxuyanî
18:28 Yerlîkaya: 187 kesan bandor ji erdhejê girtiye
17:59 Rojnamevanên li Silopiyayê hatin binçavkirin serbest hatin berdan
16:54 Starta Fûara Pirtûkên Kurdî hate dayîn
16:33 Komeleya Ekolojiyê ya Wanê hate vekirin
16:21 Lîstika ‘Sê Ezezok’ zarokên Şemrexê kêfxweş kir
16:15 Jin ji bo Kabaîşê bêdeng meşiyan: Em ê kujerên wê bibînin
16:14 Ozgur Ozel dê serdana Demîrtaş bike
16:08 Hevdîtina rojnameger Ezîzî ya bi malbat û parêzer re tê astengkirin
16:07 Li Xarpêtê ji ber erdhejê 94 kes birîndar bûn
15:44 Doza Dînk ji bo parastina Yilmazer cara dawî hate taloqkirin
15:37 Karkerên Fernasê di nava barîkatan de çalakiya xwe didomînin
15:04 Xwendekarên Yuzuncu Yilê ji bo Rojîn Kabaîş meşiyan
15:03 Bavê Rojîn Kabaîşê: Ne întîhar e cînayet e
15:01 Hevdîtina Erdogan û Barzanî dest pê kir
14:54 Dr. Yavîç ê ku daxilî otopsiya Kabaîş bû: Divê pêvajo bi zelalî were birêvebirin
14:37 TFF: Stadyûma Amedsporê ji bo lîstikê û tenduristiya lîstikvanan guncav nîne
14:03 Mûstafa Karasu: Silavdayîna Bahçelî jî parçeyeke siyaseta şerê taybet e
14:03 Dermanên girtiyê nexweş nedanê
14:02 Endamê RTUK’ê Îpekyuz: Betalkirina lîsansa Açik Radyoyê neheqî ye
13:22 Nobeta Dayikên Aştiyê di roja duyemîn de ye
13:19 Îdianame 8 meh piştre hate amadekirin lê dadgehê qebûl nekir
13:02 Li Amedê hevşaredar piştî erdhejê daketin qadê
12:56 Ji Wezîrê Karên Navxweyî daxuyaniya erdhejê
12:53 BES-AR: Sînorê birçîtiyê di mehekê de ji sedî 3,99 zêde bû