‘Heke em bi ser bikevin em ê dijminan ji Kurdistanê derxin’

  • rojane
  • 11:01 19 Cotmeh 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Namzetê YNK’ê Hemîd Mendanî diyar kir ku hilbijartina sibê bê lidarxistin gelek girîng e û heke partiya wan bi ser bikeve dê dijminên kurdan ji Herêma Kurdistanê derbixin. 
 
Hilbijartina taybet a li Herêma Kurdistanê ku hêzên asayîşê, girtiyên di girtîgehan de, kesên nexweşên nav nivînan û yên di nexweşxaneyê de tên dermankirin dengên xwe bi kar anîn, bi dawî bû. Li 165 sindoqên ku li 4 herêmên hilbijartinê yên Herêma Kurdistanê, Kerkûk û 7 bajarên Iraqê hatin danîn deng hatin dayîn. Tê texmînkirin ku beşdariya hilbijartina taybet ji sedî 90’î derbas kiriye. 
 
Nivîskar Hemîd Mendanî ku li bajarê Dihokê ku wek namzetê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) dê biçe hilbijartinê, hilbijartina taybet a duh hat kirin, nirxand.
 
BEŞDARIYA HILBIJARTINA TAYBET 
 
Mendanî diyar kir ku beşdariya hilbijartina taybet bi ser ji sedî 90’î re pêk hatiye û li hin deveran ji sedî sed beşdarî çêbûye. Mendanî anî ziman ku di vê hilbijartina taybet de PDK’ê li dijî qan3unan tevgeriyaye û got: “Li hin deveran pirsgirêk qewimîn. PDK li dijî qanûnan tevgeriya. Gef li mirovan xwarin ku dengê xwe bidin PDK’ê. Ji kesên dengê xwe didan dihat xwestin ku wêneyên pûsûlayên xwe bikişînin. Gefan li kesên ku wêne nedigirtin dihat xwarin ku wê lêpirsînê der barê wan de bidin destpêkirin.” 
 
‘PDK ZEXTAN LI HILBIJÊRAN DIKE’ 
 
Mendanî da zanîn komîsyona hilbijartinê tiştên ne qanûnî dihatin kirin asteng dikir û wiha got: “Li hin cihan nehatin astengkirin. Nûnerên PDK’ê li ber deriyên komîsyonê disekinîn. Divê ku herî kêm 100 metre dûrî cihê sindoqan bihatana sekinandin. Der barê van de wê lêpirsîn bê destpêkirin. Bi gelemperî Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê karê xwe baş bi rê ve bir. Hilbijartin jî baş derbas bû. Ev kesên ku beşdarî hilbijartinê bûn ji ber ku kesên meaş ji hikûmetê werdigirin bûn, beşdarî gelek zêde bû. A rast ya herî girîng hilbijartina giştî ye. Em li bendê ne sibê beşdariya hilbijartina giştî li derdora ji sedî 60-70’yî be.”
 
‘HILBIJÊRÊN SEXTE JI LÎSTEYAN HATIN DERXISTIN’ 
 
Mendanî da zanîn ku hilbijartin ji aliyê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ve hatiye kirin erênî ye û wiha domand: “Çimkî kesên mirî wê di vê hilbijartinê de dengê xwe nedin. Di hilbijartinên berê de li şûna kesên jiyana xwe ji dest dabûn jî deng hatin dayîn. Dîsa kesên ku koçber bûne jî li ser navê wan deng hatin bikaranîn. Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê 400 hezar hilbijêr betal kir. Hemû hilbijêrên sexte hatin jêbirin. Dîsa kotaya 11 parlementerî ya ku ji bo kêmneteweyan hatibû dayîn jî hat rakirin. Bi sîstema nû ya hilbijartinê êdî diyar e kê li ku deng daye. Kes nikare li ser navê kesekî din dengê xwe bide. Paqijkirina lîsteyên hilbijêrên sexte dê bandoreke ji sedî sed li ser hilbijartinê bike.” 
 
TIFAQA GELÊ KURDISTANÊ 
 
Hemîd Mendanî destnîşan kir ku heke YNK di hilbijartinê de bi ser bikeve wê li herêmê guhertin çêbibin û wiha got: “Em bi bawer in ku wê Komîsyon karê xwe baş bi rê ve bibe. Ez li bendê me ku di vê hilbijartinê de guhertinên mezin bên kirin. Dibe ku encama hilbijartinê surprîz jî bibe. YNK wê li çar parçeyên Kurdistanê li dijî dijminên gelê kurd bisekine. Wê dijminên gelê kurd ji axa Kurdistanê bên derxistin. Wê li çar parçeyên Kurdistanê li ber bombebarankirinê û qetilkirina kurdan rabe. Ji bo tifaqa gelê kurd çi bikeve ser milê partiya me wê bike.” 
 
MA / Omer Akin 
 

Sernavên din

12:05 Êrişên li dijî kolberan didomin
11:01 ‘Heke em bi ser bikevin em ê dijminan ji Kurdistanê derxin’
10:33 Bonaccorsî: Divê em ji bo azadiya Abdullah Ocalan têbikoşin
10:26 3 ciwan hatin desteserkirin: Tundî û heqaret lê kirin, gef lê xwarin
10:20 'Divê mala Feqiyê Teyran bê parastin'
10:14 Girtiyê nexweş Guler ê girêdayî kursiya biteker bi hinceta 'dibe ku bireve' hat sewqkirin
10:12 Transferiya pereyê ‘xelata’ lîstîka PUBG’ê kirin ‘fînansmaniya rêxistinê’!
09:23 Ji Bahoz Baran berhemeke nû: Qelenê Dinyayê
09:13 Xwestin nexweşxaneya di erdhejê de zirar dît bê nûkirin
09:11 Fûara Pirtûkên Kurdî: Gel xwedî lê derdikeve, dipirse, dixwîne
09:00 Hem tacîz li keçikê hatiye kirin hem jî gefan li malbatê dixwin
09:00 Gundên Qilebanê ji ber bendavê di xetereyê de ne
09:00 ROJEVA 19'Ê COTMEHA 2024'AN
18/10/2024
20:11 Cenazeyê Stêrka YJA Starî piştî 79 rojan dan
20:02 Ji Egîtîm-Senê protetsokirina MEB'ê
16:37 Jin ji bo Rojîn Kabaîşê meşiyan
16:19 Hamasê mirina Yahya Sînvar piştrast kir
16:12 Rojnameger Germiyanî: PDK ji pêşmergeyan wêneyên dengan dixwaze
16:02 Sendîkayên teqawîdan serdana DEM Partiyê kirin
15:49 Li Girtîgeha Tîpa E ya Gîresûnê êrişî girtiyan hate kirin
15:41 MYK ya DEM Partiyê dê sibê bicive
15:32 Şaredariya Artemêtê: Em nikarin nameyeke garantiye ji Bankaya Îllerê bistînin
14:54 Şaxa ÎHD’a Amedê rapora binpêkirinên 9 salan eşkere kir: Herî kêm 27 hezar kes hatin binçavkirin
13:40 Li navenda dengdayînê ya Hewlêrê dengê guleyan hat bihîstin
13:33 Di operasyona li dijî DAIŞ’ê de endamekî asayîşê jiyana xwe ji dest da
13:25 Şeş sal û 3 meh cezayê hefsê dan Subaşi
12:35 Di doza ‘Qirkirina Ermenan’ de biryara beraetê hate dayîn
12:26 Fûat Keyman wefat kir
12:01 Kosenê ji nexweşxaneyê derket: Em ê têkoşîna xwe mezin bikin
11:46 Ferît Şenyaşar: Heta edalet tam pêk tê dê têkoşîna me bidome
11:06 Di doza Malbata Şenyaşar de hemû girtî hatin berdan
10:52 Saziyên ‘herî jênebawer ên Tirkiyeyê’: Partiyên siyasî û Diyanet
10:29 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:05 Ji ber parvekirinekê 3 doz li rojnameger Verîm hatin vekirin û ceza hate dayin
09:32 Dîroknas Aydin: Çareseriya Rojhilata Navîn, konfederalîzm e
09:29 Rizgarkirina Reqayê: Dirûşmeya şoreşê li tevahiya cîhanê belav bû
09:19 Lijneya Çavdêrî û Îdareyê biryara dadgehê bi cih neanî: Ji berdanê re bû asteng
09:17 Li Herêma Kurdistanê dengdana taybet destpê kir
09:07 Binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Balikesîr û Îzmîrê
09:05 Hevkariya îstîxbarata Parastin-ENKS û MÎT’ê
09:04 Prz. Kaya: Divê binpêkirinên li Girtîgeha Mêrdînê bên aşkerekirin
09:01 Parastvanên mafan dê li dijî cezayan ji girtiyan re pereyan bişînin
09:00 ROJEVA 18'Ê COTMEHA 2024'AN
08:37 Ji bo Serhedê hişyariya barîna berfê hate kirin
08:33 Otobûsa geştê wergeriya: 6 kes mirin, 25 kes birîndar bûn
17/10/2024
19:44 Pirtûkên nivîskarên girtî hatin îmzekirin
16:55 Li Pasûrê barîna baranê bandoreke neyînî li jiyanê kir
16:53 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê serdana Demîrtaş kirin
16:43 Ji DFG’ê atolyeya ‘Nûçegihantiya krîzê’
16:16 Kosen ê leşkeran parsûyên wî şikandibûn ji nexweşxaneyê derket
16:07 Nimûneyên ji Çemê Dîcleyê hatin girtin paqij derketin
16:00 Li Şirnexê xwendekar ji bo Rojînê meşiyan
15:00 Cezayê pere li Prof. Dr. Fîncanci hat birîn
14:30 Dayikên Aştiyê: Em şer naxwazin
14:10 Rêxistinên ciwanan bertek nîşanî sîxurkirinê dan
13:48 Fûara Pirtûkên Kurdî: Em pirtûkên xwe binasin û bixwînin
13:42 Li gorî wezaretê tundiya polîsan qanûnî ye!
13:32 Li dijî binpêkirinên li Girtîgeha Kirşehîrê greva birçîbûnê hate destpêkirin
13:28 Mihrîcana Çand û Hunerê ya Jinan bi konserê bi dawî bû
13:00 Rojnamevanên ji binçavan hatin berdan: Ji ber belgekirina îşkenceyê me kirin binçavan
12:00 Arinç: Ger hûn ji Ocalan bangekî bixwazin, divê hûn binê gotina xwe tije bikin
11:49 Li Sêwazê bi pileya 4.7 erdhej çêbû
11:28 Agirbesta bi endamên FARC’ê yên kevin re ji bo 6 mehan hate dirêjkirin
10:54 Parêzerên Abdullah Ocalan serî li dozger û girtîgehê dan
10:52 Koçberiyê ji Lubnanê ber bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve didome
10:39 Abdullah Ocalan ji jinan re got: Yekane rizgarî azadî ye!
09:53 Tehliyeya girtiyê nexweş Îvrendî hat taloqkirin: Bi rêxistinê re têkiliya xwe qut nekiriye!
09:50 Berxwedana li dijî şer a li Silopiyayê di roja 3’yemîn de didome
09:45 Li Pasûrê konsera gel
09:41 Rojnamevan Drews: Hilbijartina herêmê dê bandorê li hevsengiyên herêmê bike
09:20 Tehliyeya girtî bi hinceta ‘ji bo bê nav civakê amade nîne’ hate taloqkirin
09:16 Parêzerê Abdullah Ocalan: Gotinên li ser 'hevdîtinê' tişteke manîpulatîf e
09:00 ROJEVA 17’Ê COTMEHA 2024’AN
08:43 Ji bo 11 bajaran bi koda zer hişyariya barîna zêde hate kirin
08:43 Onder bi Nasiroglû re hevdîtin kir: Bingeha pêşmutabeqetê hate amadekirin
16/10/2024
21:01 Ji Baroya Wanê der barê Rojîn Kabaîş de daxuyanî
18:28 Yerlîkaya: 187 kesan bandor ji erdhejê girtiye
17:59 Rojnamevanên li Silopiyayê hatin binçavkirin serbest hatin berdan
16:54 Starta Fûara Pirtûkên Kurdî hate dayîn
16:33 Komeleya Ekolojiyê ya Wanê hate vekirin
16:21 Lîstika ‘Sê Ezezok’ zarokên Şemrexê kêfxweş kir
16:15 Jin ji bo Kabaîşê bêdeng meşiyan: Em ê kujerên wê bibînin
16:14 Ozgur Ozel dê serdana Demîrtaş bike
16:08 Hevdîtina rojnameger Ezîzî ya bi malbat û parêzer re tê astengkirin
16:07 Li Xarpêtê ji ber erdhejê 94 kes birîndar bûn
15:44 Doza Dînk ji bo parastina Yilmazer cara dawî hate taloqkirin
15:37 Karkerên Fernasê di nava barîkatan de çalakiya xwe didomînin
15:04 Xwendekarên Yuzuncu Yilê ji bo Rojîn Kabaîş meşiyan
15:03 Bavê Rojîn Kabaîşê: Ne întîhar e cînayet e
15:01 Hevdîtina Erdogan û Barzanî dest pê kir
14:54 Dr. Yavîç ê ku daxilî otopsiya Kabaîş bû: Divê pêvajo bi zelalî were birêvebirin
14:37 TFF: Stadyûma Amedsporê ji bo lîstikê û tenduristiya lîstikvanan guncav nîne
14:03 Mûstafa Karasu: Silavdayîna Bahçelî jî parçeyeke siyaseta şerê taybet e
14:03 Dermanên girtiyê nexweş nedanê
14:02 Endamê RTUK’ê Îpekyuz: Betalkirina lîsansa Açik Radyoyê neheqî ye
13:22 Nobeta Dayikên Aştiyê di roja duyemîn de ye
13:19 Îdianame 8 meh piştre hate amadekirin lê dadgehê qebûl nekir
13:02 Li Amedê hevşaredar piştî erdhejê daketin qadê
12:56 Ji Wezîrê Karên Navxweyî daxuyaniya erdhejê
12:53 BES-AR: Sînorê birçîtiyê di mehekê de ji sedî 3,99 zêde bû