NAVENDA NÛÇEYAN - Şaredarê Beşîktaşê Riza Akpolat ku binçavkirî ye, birin edliyeyê.
Şaredarê Beşîktaş a Stenbolê Riza Akpolat ê CHP’î jî di nav de 40 kes bi îdiayên “endamtiya rêxistina sûc”, “di îhaleyê de nelirêtî kiriye” û “bi awayekî neheq mal bi dest xistiye” hatibûn binçavkirin û ev 4 roj in binçavkirî ne. Karûbarê binçavkiriyan ê li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê xelas bû û piştî kontrola tenduristiyê ya li Nexweşxaneya Dewletê ya Bayrampaşayê, îro birin Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê.
Hat zanîn ku karûbarên Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer jî li girtîgehê hatin kirin ku di çarçoveya lêpirsînê de derheqê wî de biryara binçavkirinê hatibû dayin.