NAVENDA NÛÇEYAN - Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji bo barîna berfê bajarên Herêma Serhedê hişyar kir.
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê (MGM) rapora xwe ya 16’ê Çileyê parve kir. Midûriyetê ji bo Sêwas, Erzirom, Meletî û Wanê hişyariya barîna berfê kir.
Midûriyetê, ji bo bajarên bakurê Kurdistanê Mereş (deverên bakur), Meletî, Sêwas, Erzîngan, Dêrsim, Erzirom, Mûş, Bedlîs, Wan û derdora wê û Çewligê hişyariya barînan kir.
Di heman demê de meteorolojiyê ji bo deverên bilind ên Herêma Serhedê hişyariya aşûtan, cemedgirtina erd û qerisînê kir û xwest welatî tevdîrên xwe bigirin.