WAN - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo jinan Ronesans e û wiha got: “Em banga xwedîderketina li têkoşîn û banga birêz Ocalan dikin.”
Bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li Wanê mitînga fînalê ya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê hat lidarxistin. Mitîng, bi dirûşma “Li dijî qirkirina jinan em serî radikin, ber bi azadiyê ve dimeşin” hat li darxistin. Herî dawî jî Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari axivî.
Tulay Hatîmogûllari, diyar kir ku jin bi sedsala ye li dijî pergala mêrê serdest têdikoşin û wiha got: “Pergala mêrê serdest hewl da jinan li derveyî jiyana civakê bihêle. Her cureyên tundiyê hêjayî jinan dît. Em di malên xwe de rastî tundiya zilamên herî zêde jê hez dikin, tên. Birêz Abdullah Ocalan têkildarî cînayetên jinan got; ‘Jin, ji hêla zilamên dibêjin lê aşiq bûne ve tên qetilkirin. Ma evîn û hezkirineke wiha dibe?’ Em li vir careke din dibêjin; ‘Em ne hezkirina dikuje, hezkirina dide jiyîn dixwazin.’ Mixabin bi taybet jî di demên dawî de li Tirkiyeyê pergala darazê ji bo leha zilaman dixebite. Daraza ku zilamên jinan qetil dikin 4-5 salên din ber dide, darza zilamê serdest e. Weke tevgera jinên Kurd û tevgera jinên Tirkiyeyê em li dijî vê darazê careke daxwaza xwe ya edaletê dikin. Em, darazeke ku xwe ji serdestiya mêr xelas kirî dixwazin. Ne darazeke ku qetilkirina jinan teşwîq dike, ya ku ceza dike dixwazin.”
AQÛBETA ROJÎN KABAÎŞ PIRSÎ
Di berdewamê de Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser Rojîn Kabaîşê û wiha got: “Weke malbat û jinan em ê her tim pirsa ‘Çi bi Rojînê bû?’ bipirsin. Divê demildest dîsa vegera Peymana Stenbolê. Em dixwazin qanûna bi hejmara 6284’ê ku jinan û zarokan ji tundiyê diparêze bi awayeke çalak were cîbicîkirin. Weke jin, em ê dev ji têkoşîn, destkeftî û mafên xwe bernedin. Weke jinan ‘Em hebûn, hene û dê her hebin.’ Hezar silav ji Sakîneyan, Sêvêyan, Pakîzeyan û Hevrîn Xelefan ku tevgera azadiyê ya Kurd birêxistin kirin û kirin kirdeya pêşeng a çalak.”
BERTEK NÎŞANÎ SEPANA QEYÛM DA
Bi domdarî Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelê Wanê, rûmet û serfiraziya gelên Tirkiye û Kurdistanê ye. Tişta ku tu partiyên siyasî nekarî li tu devereke Tirkiyeyê pêk bînin, we pêk anî. We di hilbijartinan de ji her 14 şaredarî jî bi dest xistin û ji bo hemû cîhanê bûn mînak. Qeyûmê hatiye tayînkirin jî mîna qeyûmên berê weke karê ewil çav berda destkeftiyên jinan ku berhema kedeke mezin bûn. Weke karê ewil JIN Kart betal kir. Kartên civakî yên şaredariya me betal kir. Ji bo vê jî dibêje ku jin vê alîkariyê ji bo tiştên cuda, ji bo amûrên makyajê xerc dikin. Çi ji te? Ma tu dê biryarê bidî ka dê jin pereyê di berîka xwe de çawa xerc bikin?
BANG Û PEYAMA OCALAN
Elewiyên li Sûriyeyê, bi komkujiyeke mezin re rû bi rû ne. Li Wanê tevî jinên Kurd û jinên Tirk em piştgiriyê didin Elewiyên li Sûriyeyê dijîn. Li Sûriyeyê hêj jî operasyonên derveyî sînor tên kirin. Her roj gundên nêzî Kobanê tên bombebarankirin. Operasyonên li dijî Bendava Tişrînê em dibihîsin. Em dibihîsin ku sivîl tên qetilkirin. Divê demek beriya demekê bingeha Komara Sûriyeyê ya demokratîk were avakirin. Divê Rêveberiya Xweser a li wir ji bo tevahiya Rojhilata Navîn bibe mînak. Di serdemeke ku şer û pevçûn ewqas zêde bûyîn de birêz Ocalan gaveke dîrokî avêt. Birêz Ocalan, di banga xwe ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ de reçeteyeke girîng a li dijî şer pêşkeş kir. Peyama çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêyên demokratîk û aştiyane da. Em li vir bi hev re dibêjin ‘Banga birêz Ocalan ser serê me û ser çavên me ye.’ Ev bang ji bo jinan Ronesansek e.
Di Serdema Navîn de bi hinceta ‘pîrebok’tiyê hatin şewitandin. Jinên ku gîha dikelandin û weke şîfayê didan nexweşxan bi hinceta sêrbaziyê şewitandin. Lê belê bi Ronesansê re pêşiya têkoşîna jinan hate vekirin û tevgera jinan pir mezin bû. Vaye birêz Ocalan jî vê rastiyê vedibêje. Em jî weke kesên xwedî li zanist, ilm û pêşketinên çandî derdikevin, em jî xwedî li bang û têkoşîna birêz Ocalan xwedî derdikevin ku ew jî xwedî li beden, ked û nasnameya jinê derdikeve. Yek ji peyamên din ên birêz Ocalan jî ew bû ku hemû gel û baweriyên li Tirkiye û Kurdistanê dijîn xwe birêxistin bikin, di serî de jin hemû dînamîkên civakî xwedî li qadên azadiyê derkevin û xwe birêxistin bikin. Bi taybet jî li ser xwedîderketin û birêxistinkirina teza Komara Demokratîk sekinî. Weke DEM Partî û Meclisa Jinan, weke duh îro jî em ê heta dawiyê ji bo avakirina komareke demokratîk heta dawiyê têbikoşin.”
Piştî axaftinê, Koma Jin Ma’yê derket ser dikê.