WAN - Mitînga fînalê ya li Wanê bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.
Bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li Wanê mitînga fînalê ya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê hat lidarxistin. Mitîng, bi dirûşma “Li dijî qirkirina jinan em serî radikin, ber bi azadiyê ve dimeşin” hat li darxistin. Piştî axaftinan, Koma Jin MA’yê derket ser dikê û stranên xwe got. Jinan, li ber stranan govend gerandin. Piştî bidawîbûna konserê, jin ji qadê neçûn û heta demekî dirêj govend gerandin.
Jinan herî dawî dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz kirin û ji qadê belav bûn.