NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistinên mafên mirovan ji bo betalkirina cezayê darvekirinê yê li Werîşe Mûradî, Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî hatiye birîn, bang kirin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê û 29 rêxistinên din ên mafên mirovan bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyeke hevpar weşandin û xwestin, cezayê darvekirinê yê li sê aktîvîstên jin hatiye birîn bê betalkirin.
Rêxistinan di daxuyaniya xwe de balkêşand ser rewşa niha ya li Îranê û êrişên li ser mafê jinan. Rêxistinê di daxuyaniya xwe de got: “Êrişên ser mafê jinan dewam dikin, bi cezakirina cezayê darvekirinê, jin dibin hedef û dûrî pîvanên mirovahiyê ceza tên bicih anîn. Divê civaka navnetewî ji bo rawestandina cezayên darvekirinê pêngavan bavêje, divê ji bo xirabkirina cezayê darvekirinê yê Werîşe Mûradî, Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî, jin bibin yek û dijî vê derbikevin.”
Kürt gazeteci ve aktivist Pexşan Ezîzî, 4 Ağustos 2023’te Tahran’da gözaltına alındı. Pexşan Ezîzî, 11 Kasım 2023’te “İran hükümetine karşı silahlı eylemde bulunmak” suçlamasıyla tutuklandı. Tahran Devrim Mahkemesi, 23 Temmuz 2024’te Pexşan Ezîzî’ye idam cezası verdi. Karar, 8 Ocak 2025’te İran Yüksek Yargı Konseyi tarafından onandı.
PEXŞAN EZÎZÎ
Rojnameger û aktîsta Kurd Pexşan Ezîzî di 4’ê Tebaxa 2023’yan de hate binçavkirin. Di 11’ê Mijdarê de bi îdiaya “Li dijî hikûmeta Îranê çalakiya çekdarî li dar xistiye” hate girtin. Dadgeha Şoreşê ya Tehranê di 23’yê Tîrmeha 2024’an de cezayê darvekirinê li Pexşan Ezîzî birîn. Biryar, di 8’ê Çileya 2025’an de ji hêla Dadgeha Bilind a Îranê ve hate erêkirin.
WERÎŞE MÛRADÎ
Werîşe Mûradî, di 1’ê Tebaxa 2023’yan de li nêzî bajarê Sineyê ji hêla Mihafizên Şoreşa Îranê ve hate binçavkirin. Daraza Îranê di rûniştinên 16’ê Hezîranê û 4’ê Tîrmeha 2024’an de cezayê darvekirinê da Werîşe Mûradî. Parêzerên Werîşe Mûradî diyar kirin ku pêvajoya darazê bilezûbez hatiye temamkirin û gelek bêusûlî tê de hene.
ŞERİFE MUHAMMEDİ
Çalakvan û kedkara mafê jinan Şerîfe Mihemedî (45) xelkê bajarê Urmiye ye û li bajarê Reşt niştecihe. Şerîfe Mihemedî di Kanuna 2023’yan de bi hinceta “Propagandaya li dijî dewletê” hatibû binçavkirin û di 4’ê Tîrmeha 2024’an de ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya rejîma Îranê ve cezayê darvekirinê lê hatibû birîn. Piştî wê di 12’ê Cotmeha îsal de biryara cezayê darvekirina Şerîfe Mihemedî hatibû xirabkirin.