SÊRT/QERS - Li navçeya Dihê ya Sêrtê û ya Dîgor a Qersê pîrozbahiya Newrozê bi coşeke mezin hat lidarxistin. Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan di Newroz Dihê de got: “Em ê deriyê şer digirin. Lê belê provokasyonan dikin.”
Li navçeya Dihê ya Sêrtê pîrozbahiya Newrozê li Qada Cumhuriyetê bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” hate pîrozkirin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl, hevşaredar û gelek welatî tev li bûn. Di tevahiya pîrozbahiyê de girseyê dirûşma "Jin, jiyan, azadî" û "Newroz pîroz be" berz kir. Welatiyên ku bi fularên kesk, sor û zer û cilûbergên Kurdî hatin qadê, heta demekî dirêj li ber dahol û zirneyê govend gerandin. Welatiyên li ber kemançeyê govend gerandin, rê li ber dîmenên rengînv ekirin. Pîrozbahî, bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Hevseroka DBP’a navçeyê Eda Kîlîs, Hevseroka DEM Partiyê ya navçeyê Emîne Degîn û Hevseroka DBP’a Sêrtê Muazzez Bulga Newroza gel pîroz kirin. Piştre jî Omer Ocalan û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl bi dirûşma “Newroz pîroz be” agirê Newrozê hil kirin.
Omer Ocalan, di pîrozbahiyê de axivî û wiha got: “Ev navçeya me berxwedana li dijî zilmê baş dizane. Ma Egîdên vî welatî ji vê navçeyê derneketin? Gelê me ne heyranê şer e lê dema ziman, hebûn û îradeya wan nehat qebûlkirin jî heta dawiyê li ber xwe dide. Dem dema aştî û azadiyê ye. Birêz Ocalan rêya aştiyê vekir. Bi sala ye şer didome. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo xwişk-biratî jinûve bê avakirin, peyamek şand. Divê dewlet jî bi vî destî bigire. Xwîn bi xwînê paqij nabe. Kurd bi kuştin û girtinê xelas nabin. Gelê Kurd bedelên giran da. Helbet em bi rastiya vî şerî dizanin, gelê me baştir dizane. Ji ber ku yên bedelê didin gel e. Mafê Tirkan çi bin, gelê Kurd jî dixwaze mafên wan jî ew bin.”
'PERGALA ME JI PERGALA DEWLET Ê MEZINTIR E’
Ocalan, anî ziman ku bi pêşxistina pergala demokratîk a Abdullah Ocalan re li Rojhilata Navîn dê bibe modeleke xurt û wiha pê de çû: “Em ê deriyê şer bigirin. Pergala demokratîk ji bo gelan jiyaneke nû ye. Birêz Ocalan ji bo vê, ji bo we dixebite. Lê belê provokasyonan dikin. Duh li Kobanê ji malekê 7 zarok, dayik û bavê wan hatin qetilkirin. Ma ev gel dê vê çawa qebûl bike? Kuştin û qetilkirinê qebûl nake. Divê ev provokasyone bên bidawîkirin. Dema hûn ji Kurdan re dibêjin ‘em bira ne’ wê demê li gorî wê tevbigerin. Mirinê li Kurdan ferz nekin. Di pergaleke demokratîk de bijîn. Pergala ku em ê li ser vê xakê biafirînin, ji pergala dewletê mezintir e. Gelê Kurd pergala xwe di dil û zêhna xwe de ava kiriye.”
Ocalan, axaftina xwe wiha qedand: “Di dîroka Kurdan û Kurdistanê de Dihê bi tîpên zêrîn hatiye nivîsandin. Em ê xwedî li vê nirxê derkevin. We têkoşîna xwe çawa pêş xistibe, dê wisa çareseriya xwe jî pêş bixin û welatê xwe û birêz Ocalan jî azad bikin.”
Piştî axaftinan, hunermend derketin ser dikê û pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.
QERS/DÎGOR
Li navçeya Dîgorê ya Qersê agirê Newrozê hate hilkirin. Bi sedan welatî tev li pîrozbahiyê bûn. Parlamenterê DEM Partiyê yê Îdirê Yilmaz Hun di pîrozbahiyê de axivî û got: “Gelê me ji bo Newroza xwe azad pîroz bike gelek bedel da. Îro li her çar parçeyên Kurdistanê agirê Newrozê hil e. Ev agir, heta azadiyê dê her yê hil be.”
‘HEKE PIRSGIRÊKA KURD ÇARESER BIBE DÊ PIRSGIRÊK BI DAWÎ BIBIN’
Parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş jî diyar kir ku di serdemeke dîrokî de ne û wiha got: “Di vê Newrozê de banga aştiyê ya birêz Abdullah Ocalan hat. Mizgîniyeke mezin da. Ev bang, xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Ji bo hemû gelan bangekî birûmet e. Heke pirsgirêka Kurd çareser bibe, dê hemû pirsgirêkên aborî û siyasî bên çareserkirin.”
Piştî axaftinan, Dayikên Aştiyê agirê Newrozê vêxistin. Piştre jî hunermendên herêmî derketin ser dikê. Girseyê govend gerand û dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz kir. Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.