NAVENDA NÛÇEYAN - Hatem Ozdemîr ku ji hêla Îranê ve bi birîndarî hatibû binçavkirin û piştre hatibû girtin, bi xetereya darvekirinê re rû bi rû ye.
Endamê HPG’ê Hatem Ozdemîr di 2’yê Tîrmeha 2019’an de li navçeya Makû ya bajarê Urmiyeyê ya li rojhilatê Kurdistanê kete kemînê û ji aliyê pasdarên Îranê ve dîl hate girtin. Cezayê darvekirinê li Ozdemîr hatibû birîn. Parêzerên Ozdemîr, ji bo betalkirina biryarê di 6’ê Hezîrana 2024’an de serî li Dadgeha Bilind da bû.
Rêxistina Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê der barê mijarê de daxuyaniyek par vekir. Li gorî rêxistinê, duh Dadgeha Şoreşê ya Urmiyeyê, daxwaza ji nûve dadgehkirina Hatem Ozdemîr red kiriye û cezayî wî pejirandiye.
Hate gotin ku cezayê darvekirinê bi tometa ‘çekdarî’ li Hatem hatiye birîn û niha metirsiya darvekirinê li ser Hatem Ozdemîr heye.