AMED - Li navçeyên Farqîn û Xana Axparê yên Amedê tevî baranê jî Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin û agirê Newrozê bi dirûşma “Bijî Serok Apo” hat vêxistin.
Yek ji navendên girîng a pîrozbahiya Newrozê jî navçeya Farqîn a Amedê bû. Newroza ku her sal li Farqînê bi coşeke mezin tê pîrozkirin, îsal li pêşiya Qonaxa Azîzoglû hate pîrozkirin. Ji 7 salî heta 70’ê salî bi sedan kes tev li pîrozbahiyê bûn û li ber stranan govend gerandin. Pîrozbahî, bi rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî axaftin hatin kirin.
Ji ewil Hevserokê DBP’a Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz axivî. Gurbuz, banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist û got ku azadiya gelê Kurd nêz e. Gurbuz, wiha domand: “Dijminatiya li Kurdan dê tu feydeyê nede Tirkiye û welatên din. Ev sed sal in li dijî Kurdan polîtîkayên pişaftin û înkarê di meriyetê de ne. Têkoşîna me ya 50 sal in didome nêzî serkeftinê ye. Em dixwazin peyama birêz Abdullah Ocalan bişînin Newroza Amedê ya di 21’ê Adarê de. Siberoja ku Rêbertiya me azad bibe li pêşiya me ye. Newroza we pîroz be.”
NEWROZA AZADIYÊ
Endamê MYK’a DBP’ê Mûrat Kiliç jî wiha got: “Em ê xwedî li vê bangê derkevin û civaka demokratîk ava bikin. Newroza Azadiyê li hemû gelan pîroz be.” Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya jî ev tişt anî ziman: “Newroz, vejîn e, serhildan e, agirê azadiyê yê di dilê jin û ciwanan de ye. Ev Newroz Newroza azadiya Rêbertiyê ye. Banga birêz Ocalan heqîqet e, azadiya gelan e. Ev pêvajo dê bi xwe re azadiya hemû gelan bîne. Em nêzî jiyaneke azad in. Ev hêvî û bawerî di dilê me de heye.”
Piştî axaftinan, agirê Newrozê ji hêla Dayikên Aştiyê û hilbijartiyan ve hate hilkirin. Piştî hilkirina agir, girseyê bi yekdengî dirûşma “Bijî Serok Apo” sloganı berz kir. Piştre jî hunermend Seyîdxan Sevînç derket ser dikê û pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.
XANA AXPAR
Pîrozbahiya Newrozê ya li navçeya Xana Axparê jî li Parka Nûjiyanê hat lidarxistin. Welatiyên cil û bergên Kurdî li xwe kirin, li qada Newrozê rê li ber dîmenên rengîn vekirin. Pîrozbahî, bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer axivî û got ku wan xebatên Newrozê bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de dane destpêkirin. Gulşen Ozer, wiha got: “Me piştî 27’ê Sibatê jî 8’ê Adarê pêşwazî kir. Ji wê rojê heta niha me li kolan û cadeyan agir hil kir. Em ê îşev jî hil bikin. Serhildana bi hezaran salan berê li dijî Dehaqan, niha jî li dijî Dehaqên îro tê meşandin.”
Piştî axaftinan, agirê Newrozê hate vêxistin. Tevî baranê jî welatiyan qad berneda û pîrozbahiya xwe bi gerandina govendê domandin.