BEDLÎS - Di Newroza Tetwanê de Hevberdevka HDK'ê Meral Daniş Beştaş axivî û nerazîbûn nîşanî operasyonên li Stenbolê da û wiha got: "Dibêjin bila Tirk û Kurd li kêleka hev nebin. Wê nikaribin pêşî li têkoşîna hêzên demokrasiyê bigirin."
Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş di pîrozbahiya Newrozê ya li Qada Fuarê ya navçeya Tetwan (a Bedlîsê hate lidarxistin de axivî. Meral Daniş Beştaş diyar kir ku ew dixwazin aştiyeke bi rûmet pêk were û wiha got: "Ji bo karibe vê pêvajoyê bimeşîne, em dixwazin şert û mercên Birêz Ocalan ên xebatê werin başkirin."
Meral Daniş Beştaş di axaftina xwe de nerazîbûn nîşanî binçavkirina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû da û wiha got: "Em dibêjin dawî li vê polîtîkaya qeyûm bînin. Qeyûman vekişînin. Ew îradeya gel temsîl nakin. Ev yek heqareta herî mezin a li gelan e."
Meral Daniş Beştaş bal kişand ser banga Abdullah Ocalan û wiha got: "Em ji bo bicihanîna daxwazên banga sedsalê di 27 'ê Sibatê de diaxivin. Li hemberî vê hewldanê hikûmet çi dike? Hewl dide cihêtiyê têxe navbera aştî û demokrasiyê. Hewl dide pirsgirêka Kurd û daxwaza Kurdan a welatîbûna wekhev û azad ji demokrasiyê veqetîne. Aştî û demokrasî ne li dijî hev in, li kêleka hev in. Bi amadekirina tayînkirina qeyûman re hûn ê çawa aştiyê bînin Stenbolê? Bi tayînkirina qeyûman a li Wanê re em ê çawa aştiyê ava bikin?"
'WÊ NIKARIBIN ASTENG BIKIN'
Meral Daniş Beştaş da xuyakirin ku hikûmet hewl dide bi rêya dadgeriyê hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê bêdeng bike û wiha axivî: "Danê vê sibehê operasyoneke din hat kirin. Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû û zêdeyî sed kes hatin binçavkirin. Çi? Lihevhatina bajêr bû. Dibêje bila Kurd û Tirk li kêleka hev nesekinin. Dibêjin bila kes nêzî Kurdan nebe, Kurd nikarin bi ti kesî re tifaqê çêbikin. Ev şêweyekî din ê tayînkirina qeyûman e. Her wiha Kongreya Demokratîk a Gelan di dosyayan de bi cih dikin. Dibêjin ku HDK'ê Konsensûsa Bajêr çêkir. Sedema ku HDK'ê dikin hedef û bi rêya wê berê xwe didin Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ew e ku nehêle hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê bi hev re şer bikin. Lê belê wê nikaribin pêşî lê bigirin. Em ê nehêlin ku têkoşîna Kurdan a ji bo maf û azadiyê weke amûreke siyasî bê bikaranîn."
'EM GELEKÎ NÊZÎ AŞTIYÊ NE'
Meral Daniş Beştaş wiha dewam kir: "Niha di hilbijartinan de winda dikin. Bi rêya dadgeriyê mûxalîfên xwe binçav dikin, diavêjin girtîgehê û piştre qeyûm tayîn dikin. Demokrasiyeke bi vî rengî nîne. Ev yek hewldana ji bo afirandina astengiya li pêşiya meşa aştiyê ye. Ya ku em dibînin ev e. Me ti carî nefikirîku aştî û demokrasî ji hev serbixwe ye û em ê ti carî li wan nefikirin. Der barê van operasyonên edlî de daxuyaniyan didin, dibêjin 'kes nikare dest lê werde'. Belê, kes nikare dest lê werde, lê hêz nikare dest lê werde. Hikûmet kîjan sûcî dike bila bike, ti dozger dest li wan nade. Helbet em ê ji bo aştiyê bixebitin û herî zêde hûn heq dikin. Hûn pêşeroja azad, pêşerojeke ronî û bi hev re bi awayekî azad bijîn heq dikin. Ji bo vê em dê aştiyê qezenc bikin. Banga birêz Ocalan li çar aliyê cîhanê deng veda. Banga Aştî û Civaka Demokratîk li gel me hemûyan e. Em ê bi hev re pêdiviyên vê bangê bi cih bînin. Û em gelekî nêzî wê ne. Ev Newrozê ronahiya Newrozên siberojê ye.”