WAN - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir diyar kir ku divê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe û wiha got: “Divê bersiv ji banga birêz Ocalan re were dayin.”
Pîrozbahiya Newrozê ya li quntarê Keleha Wanê tê lidarxistin, bi coşeke mezin berdewam dike. Pîrozbahî, bi dirûşma "Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" tê lidarxistin. Di pîrozbahiyê de hunermend derket ser dikê û coşa gel derxist lûtkeyê. Piştre jî Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir axivî.
‘DIVÊ BERSIVA BANGA OCALAN WERE DAYIN’
Bayindir, wiha got: “Gelê Kurd bi berxwedana xwe dîrokê dinivîse. Em şahidiya Newrozeke dîrokî dikin. Li vê qadê posterên birêz Ocalan hene lê em dixwazin ku birêz Ocalan bi awayekî fîzîkî di nav gel de bibînin. Berxwedana gelê Kurd û têkoşîna birêz Ocalan dewreke nû dide destpêkirin. Gelê Kurd êdî zilmê qebûl nake û ev yek ragihand. Bi banga Rêberê Gelê Kurd re êdî dewr bû dewrê gelê Kurd. Zalim û serdest dixwazin dîsa vê pêvajoyê têk bibin. Bila bizanin ku êdî ji tîr ji kevaneyê derketiye û kes nikare pêşî lê bigire. Dê hesabên wan têk biçin. Li vê meydanê binêrin, ma ev meydan qet paşve gavê diavêje? Divê bersiva banga Ocalan were dayin. Birêz Ocalan berpirsyartiyeke mezin li xwe girt lê berpirsyartiyeke mezin li ser milên gel jî ye. Em bihêvî ne. Em nêzî statu û azadiya xwe ne. Heke aştiyek bibe, zemîna vê statu ye. Em ji birêz Ocalan bihêvî ne. Dê azadî û aştiya vî welatî pêk bîne.”