ŞIRNEX - Cîgirê Hevserokê Giştî yê DBP’ê Huseyîn Bîrlîk di Newroza Şirnexê de axivî û wiha bal kişand ser banga Abdullah Ocalan: “Divê em vê pêvajoyê bi têkoşîna xwe tacîdar bikin.”
Li Şirnexê bi pêşengtiya DBP, TJA û DEM Partiyê bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" Newroz tê pîrozkirin. Meclisa Dayikên Aştiyê, Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, wekîlên DEM Partiyê û bi hezaran kes tev li bûn. Li qadê pankarta “Newroza azadiyê” hat daliqandin. Welatiyên ku di saetên zû yên serê sibehê de herikîn qadê, li ber stranan govend gerandin.
Pîrozbahî bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî dirûşmên “Bijî Serok Apo" û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” hatin berzkirin. Piştî axaftinên kin û xwendina peyaman, Hevseroka DEM Partiyê ya Şirnexê Taybet Bîlge banga xwedîderketina li banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.
'EM BI PROJEYA SEDSALÎ RE NE’
Cîgirê Hevserokê Giştî yê DBP’ê Huseyîn Bîrlîk di pîrozbahiyê de got ku banga Abdullah Ocalan ji bo gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn firsendek e. Bîrlîk, wiha domand: “Divê em tevek xwedî li vê firsenda dîrokî derkevin. Divê em vê bangê bi têkoşîna xwe tacîdar bikin. Bila ev gel ji Rêber û pêşengên xwe bawer be. Em jê bawerin û piştgiriyê didin projeya sedsalî ya rêberê xwe. Birêz Ocalan bi paradîgmaya xwe polîtîkaya nîjadperestî, yekperestî, olperestiyê vala derxist. Li Iraqê Sedam tune bû, li Rojava rejîma Baasê tune bû. Gelê Kurd bi berxwedana xwe bersiva hemû êrişan da. Kesên li Tirkiyeyê maf û nasnameyên gelan tune dihesibînin bila baş bizanin ku em ê têkoşîna xwe hêj mezintir bikin. Divê bi pêvjajoya nû re em têkoşîna xwe mezintir bikin. Divê em yek deqeyê vala nesekinin û berpisyartiya xwe bicih bînin.”
'EM XESPKIRINA VÎNA GEL QEBÛL NAKIN’
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan jî bertek nîşanî binçavkirina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû da. Ayşegul Dogan, wiha domand: “Weke gelê kurd em xespkirina îradeyê qebûl nakin. Me gotibû ku neheqiya li Şirnexê tê kirin dê bigihije Îzmîrê jî. Çi kirin, çavên xwe li Şirnexê girtin lê îro bêhiqûqî belav bûn. Em li qadên Newrozê sekna xwe ya li dijî bêhiqûqiyan nîşan didin. Ev 50 sal in em dibêjin zilm heye, înkar heye, tunekirin heye. Tu tiştek li xaka me nehiştin, heta morî jî qetil kirin. Lê dîsa jî em dibêjin pêkvejiyan, civaka demokratîk.”
'TU HÊZ NIKARIN XWE LI BER WE BIGIRIN’
Ayşegul Dogan, bal kişand ser banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Tenê hûn dikarin pêşiya vî şerî bigirin. Ev 50 sal in em ji bo jiyaneke azad dijîn. Birêz Ocalan rê li pêşiya me vekir û deriyên jiyaneke birûmet vekir. Sekna Şirnexê zelal e. Gelê me îro xwedî li wê bangê derdikeve. Ev gel ji pêşengên xwe bawer e. Lê gumanên wan ji kesên neheqiyê dikin, zilmê dikin hene. Lê belê bila gelê me piştrast be ku em ê civakeke demokratîk ava bikin. Bila gumana we nebe û xwe birêxistin bikin. Tu kes nikare xwe li ber îradeya we bigire.”
Piştî axaftinan, agirê Newrozê hate hilkirin. Pîrozbahiya Newrozê bi stranên Sorjiyan û Hozan Şervan berdewam kir.