STENBOL - Şaredarê ÎBB’ê Ekrem Îmamoglû ku îro hatibû binçavkirin, peyameke nivîskî şand û got: “Dê gelê me bersiva pêwîst bide kesên mafê mirovan dixwin.”
Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû di çarçoveya du lêpirsînên der heqê wî de hatine vekirin, îro li Stenbolê di serdegirtina malê de hate binçavkirin. Îmamoglû, peyameke nivîskî weşand. Peyama li ser hesaba X’ê ya Îmamoglû hatiye parvekirin wiha ye: “Dê gel bersiva pêwîst bide kesên îradeya gel dizîne. Dê gelê me bersiva pêwîst bide xeletiyên tên kirin, kompasan, xefikan, derewan, kesên heqê gel dixwin û îradeya gel dizîn. Ji ewil emanetî Xwedê û piştre jî emanetê gelê me me.”