ESKÎŞEHÎR - Ciwanan banga tevlibûna Newrozê kirin û gotin: "Em berxwedana xwe bi agirê Newrozê re bikin yek. Ji bo jiyaneke birûmet an azadî an azadî."
Bi pêşengiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Eskîşehîrê de wê di 23’yê Adarê de Cejna Newrozê li Qada Bêhnvedanê ya Koçakirê were pîrozkirin. Parlamentera DEM Partiyê Adalet Kaya û Hevserokê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a DEM Partiyê Ozturk Turkdogan dê beşdarî pîrozbahiya ku wê saet di 12:00'an de dest pê bike, bibin. Rêxistinên ciwanan jî diyar kirin ku ew ê beşdarî Newrozê bibin û hemû ciwan vexwendin pîrozbahiyê.
Endamê Yekitiya Xwendekarên Şoreşger (DOB) Rojhat Demirdoken diyar kir ku Newroz di warê biratiya gelan de xwedî girîngiyeke mezin e. Demirdoken anî ziman ku Newroz sembola hatina biharê û aştiyê ye û got: "Em hemû ciwanên xwendekar vedixwînin qadên Newrozê da ku têkoşîna gelê kurd û tirk berfirehtir bikin û li dijî nijadperestî, olperestî û zayendperestiya ku li zanîngehan rû dide, têkoşîneke hevpar bimeşînin."
BANG LI CIWANAN KIR
Endamê Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Yusuf Ozdemîr jî bi bîr xist ku Newroz di encama têkoşîna li dijî xerabiyê derketiye holê. Ozdemîr diyar kir ku berxwedana Kawayê Hesinkatr roja îro mezin dibe û got: "Zilma xeraban hê jî heye. Her ku zilma xeraban zêde dibe, divê em berxwedana xwe mezin bikin. Ciwan ji pergala heyî gelekî nerazî ne û li rêya têkoşînê, li rêya çareseriyê digerin. Divê em daxwaza xwe ya ji bo têkoşîna veguhêzînin qadên Newrozê û mezin bikin. Em berxwedana ciwanan bi agirê Newrozê re bikin yek. Bila di vê Newrozê d egovendên me bicoştir bin. Ji bo jiyaneke birûmet an azadî an azadî."