STENBOL - Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu diyar kir ku ew ê pêvajoya ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiriye ji însafa hikûmetê re nehêlin û ew ê wek jin bixebitin.
Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Sibatê de di çarçoveya avakirina ‘Civaka Demokratîk’ de hin rêzecivîn li dar xistin. Di çarçoveya van civînan de Meclîsa Jinê di mijara avakirina ‘Civaka Demokratîk’ û mîsogerkirina aştiyê de wê roleke çawa bilîze û xeta têkoşînê ya piralî dewam dike hatin axaftin. Di çarçoveya nîqaşan de Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu li Taksîma Stenbolê li otelekê bi rojnamegerên jin re hat cem hev.
Halîde Turkoglu ji pirsên rojnamegeran bersivand û diyar kir ku ew wek Meclîsa Jinan a DEM Partiyê li dijî zilam-serweriyê têdikoşin. Halîde Turkoglu diyar kir ku herî zêde jin ji şer bandor bûne û bal kişand ser ku pêşketinên li Rojhilata Navîn. Halîde Turkoglu da zanîn ku ew wek jin û têkoşer nikarin li hemberî pêşketinên sedsala 21’emîn wek temaşevan bimînin û wiha got: "Jin di têkoşîna aştî, wekhevî û azadiyê de li herî pêş in ku bi awayekî dikarin li van xakan bên pêçandin û têkoşînê bimeşînin. Dema em geşedanên gerdûnî yên li Rojhilata Navîn ji hêlekê ve binirxînin rewşa Tirkiyê ji hev ne cuda bû. Dê guhertinek çêbibe, lê di mijara ku dê çi bi pêş bikeve de nediyarî heye."
Halîde Turkoglû anî ziman ku banga Abdullah Ocalan li Tirkiyeyê û li cîhanê bi erênî hatiye qebûlkirin û wiha got: “Weke Meclîsa Jinê em difikirin ku divê ev yek bi tenê di asta bangekê de nemîne. Em ê naveroka wê çawa bi rêxistin bikin, em ê qadeke çawa ya siyasî ya demokratîk biafirînin? Mesele ne tenê PKK'ê yan jî gavên ku hikûmet bavêje ye. Girîng e her beşê civakê biaxive û nîqaş bike bê çawa dikare di vê pêvajoyê de cih bigire û di vê mijarê de em dikarin çi bikin. Pêvajoyên aştî û çareseriyê gelekî girîng in ku divê ji siyaseta bi serdestiya mêr re neyên hiştin.”
BI MHP'Ê RE HEVDÎTIN
Halîde Turkoglû diyar kir ku wan bi serokên şaxên jinan û partiyên ku di parlamentoyê de komên wan hene re hevdîtin pêk anîne. Turkoglu got ku di vê çarçoveyê de bi partiyên CHP, AKP, EMEP, TÎP, Saadet û DEVA'yê re hevdîtin kirine. Halîde Turkoglû da zanîn ku ew bi MHP'ê re neciviyane, lê ew ê di hefteya pêş de li Meclîsê bicivin û wiha got: "Em li ser wê yekê axivîn ku eger li meclîsê komîsyonek were avakirin, divê jin di vê mijarê de çawa rolê bilîzin, an jî dema komîsyonek neyê avakirin divê jin di vê mijarê de çawa bixebitin. Şaxên jinan ên hemû partiyan, aştiyê weke pêwîstiyekê dibînin û dixwazin xwe weke mijarekê bibînin. Li parlamentoyê ji bo jinan baş hat pêşwazîkirin. Pêşniyar hatine kirin û ev danûstandin wê dewam bikin.”
Halîde Turkoglû anî ziman ku di pêvajoyên li jêr de ew ê bi şaxên jinan ên partiyên ku meclîsê komeke wan nîne re jî bicivin.
WÊ CIVÎNÊN HERÊMÎ BÊN LIDARXISTIN
Halîde Turkoglu diyar kir ku ew ê ne tenê di siyaseta navendî de, di asta herêmî de jî civînan li dar bixin û bi polîtîkayên wek tayînkirina qayûman, li qadên demokrasiya herêmî de demokrasî û pêkhatina aştiyê zehmet bûye. Halîde Turkoglû diyar kir ku di vê çarçoveyê de ew ê bi rêxistinên jinan ên herêmî, platformên jinan ên bajaran û meclîsên jinan ên bajaran re bên cem hev.
PLANSAZIYA JI BO GIRTÎGEHAN
Halîde Turkoglu, bilêv kir ku di çarçoveya van hevdîtinan de planên wan ên ji bo girtîgehan jî hene. Di vê çarçoveyê de diyar kir ku ew ê van hevdîtinan hem ji jinên siyasî yên girtî yên li girtîgehê re ragihînin hem jî bi wergirtina pêşniyarên xwe re pêvajoyê bi rêxistin bikin.
'EM Ê PÊVAJOYÊ JI ÎNSAFA HIKÛMETÊ RE NEHÊLIN'
Halîde Turkoglu diyar kir ku baweriya civakê bi hikûmetê nîne û wiha got: "Ji ber vê sedemê, dibe ku ferasetek çêbibe ku xebatek neyê kirin. Weke jin, em naxwazin 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a birêz Ocalan ji insafa hikûmetê re bihêlin.”
Halîde Turkoglu wiha berdewam kir: "Lê di heman demê de em ê bi hemû beşên civakê yên ku em jê re muzakereya piralî dibêjin re bicivin û muzakereyan bimeşînin. Dewleta serwer, hikûmet bi xwe, hişê netewe dewletê bi xwe taktîkan dike ka divê em li ku derê li ber xwe bidin divê em xetekê xêz bikin. Lê yên têkoşînê dimeşînin jî xwedî tarzekî siyaset û xeteke têkoşînê ne. 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a birêz Ocalan ne tiştekî ku karibe li retorîk û siyaseta populîst bê hiştin e. Pêwîstî bi avakirina siyaseteke aştî û çareseriyê heye. Di vî warî de em hemû di qefeseke hesin de ne."
SIYASETA AŞTÎ Û CIVAKA DEMOKRATÎK
Halîde Turkoglu der barê ‘Civaka Demokratîk’ û siyaseta aştiyê de axivî û wiha got: "Li hember me rêxistinbûneke ku êrîşî hemû civakê dike heye. Girîng e li dijî vê têbikoşin. Siyaseta aştiyê polîtîkayeke li ser esasê demokratîkbûna civakê ye. Ji bo vegotina çawaniya avakirina civakeke demokratîk e. Di civaka demokratîk de ji ber ku ne desthilatdar e zimanê xwe înkar bike ne mimkûn e. Demokrasiya herêmî, pirsgirêka rêveberiyên herêmî, mafê rêxistinbûnê, azadiya ramanê, ev hemû çarçoweya civaka demokratîk in. Di nava civaka demokratîk de yekdestî nîne. Em jin difikirin ku herî baş em dikarin vê pêvajoyê bihûnin."
PLANA ÇALAKIYÊ
Halîde Turkoglu diyar kir ku pêşniyarên ku di çarçoveya civînan de tên kirin girîng in û wiha got: "Em ê bi jinên ku li dijî xizaniyê, avaniyên jinan ên baroyan, jinên di qada tenduristiyê de dixebitin, jinên femînîst, jinên oldar, jinên Elewî re bên cem hev. Têkoşîna meclîsa me ya jinê û pirsgirêka aştî û civaka demokratîk wê ji rojeva jinan a li welêt serbixwe bi pêş nekeve. Di mijarên weke kuştina jinan de jî em ê têbikoşin."
MA / Dîren Yurtsever