ENQERE - Hevdîtina Şandeya Îmralî ya DEM Partiyê û Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan wê vê hefteyê pêk bê.
Berdevkê AKP’ê Omer Çelîk di civîna MKYK’ê ya partiya xwe de axivî û bal kişand ser hevdîtina ku wê di navbera Şandeya Îmralî ya DEM Partiyê û Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan de pêk bê.
Omer Çelîk got ku wê hevdîtin vê hefteyê pêk bê.