NAVENDA NÛÇEYAN -Serokê Koalisyona Dewleta Yasayî Nûrî Malîkî ji bo rewşa Iraqêgot: “Hewldanek ya welatên herêmî û cîhanî ji bo hilweşandina Iraqê heye. Eger hilbijartin neyê kirin wê Iraq hilweşe.”
Serokê Koalisyona Dewleta Yasayî Nûrî Malîkî der barê rewşa Iraqê daxuyaniyek da. Li gor nûçeya Rojnewsê, Malikî destnîşan kir ku divê hilbijartina Parlementoya Iraqê meha dawî ya qanûnê ya îsal bê kirin got: “Ev yek wê bibe derfetek ji bo bihêzkirina Iraq û sîstema dewletê. Eger hilbijartin bê paşxistin yan neyêkirin, wê şer rû bide. Heta dibe bibe sedemê rûxana Iraqê jî.”
Nûrî Malikî anî ziman ku divê desthilat bi hilbijartinê bê guherîn û got: “Her hewldanek derve ya ji bo pêkanîna hikûmetê bê kirin ji derveyî hilbijartinê red dikîn. Ji ber ku ew rewş dibe sedemê aloziyên zêdetir li herêmê û taybet rewşa Iraqê têk diçe.”
Malikî got: "Hewldanek li herêmê û cîhanê ji bo hilweşandina Iraqê heye. Divê ew dengê ji bo paşxistina hilbijartinê tên kirin bên beralîkirin. Ji ber ku paşxistina hilbijartinê tê wateya parçekirin û kuştinê li Iraqê.”