WAN - Parêzer Selîn Balkiş Yagdiran, diyar kir ku qetlîamên jinan ne ji ber hêrsa şexsî û tundiya malbatî ye, encama herî giran a newekheviya zayendî ya civakî ye û got: “Pirsgirêk a civakê ye. Çareseriya wê tenê bi piştevaniya civakî pêkan e.”
	Komîsyona Edalet Ji Bo Rojîn Kabîşê û Navenda Mafên Jinan a Baroya Wanê, têkildarî mirina biguman a Rojîn Kabaîşê û tundiya li dijî jinan li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Wanê panelek li darxistin. Tevî nûnerên rêxistinên jinan, nûnerên saziyên civakî û welatî jî beşdarî panelê bûn. Li panelê pankarta “Tundiya li diji jinan û mirina bi guman a Rojîn Kabaîş” hat daliqandin. 
	Di panelê de ji ewil endama Navenda Mafên Jinan a Baroya Wanê Selîn Balkiş Yagdiran axivî. Selîn Balkiş Yagdiranê, got: “Em ê îro tenê li ser mijarekî neaxivin, em ê qetliamên jinan ên ku birîna kûr a civakê ne biaxivin. Qetlîamên jinan ne encama hêrsa şexsî yan nîqaşên malbatî ne. Ev qetlîam encama herî giran a newekheviya zayendî ya civakê ye. Çareseriya wê tenê bi piştevaniya civakî ve pêkan e. Di sala 2024’an de 315 jin hatin qetilkirin, 248 jin jî bi awayeke mirina biguman jiyana xwe ji dest dan. Ev hejmar ne tenê hejmar in, her yek jiyanek, hêviyek û raboriyek e. Ev qetlîam, birîneke kûr di wijdana gel de vedikin û carînan bûyerên wiha biguman vedişêrin.”
	DOSYAYA ROJÎN KABAÎŞÊ 
	Selîn Balkiş Yagdiranê, diyar kir ku mirinên gelek jinan wek “întîhar” tên qeydkirin û wiha pê de çû: “Ev rewş terkexemî, nakokî û derengxistina qetliamên jinan nîşanî me didin. Xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Rojîn Kabaîş, di 27’ê Îlona 2024’an de ji wargeha KYK’ê derdikeve û piştre winda dibe. Piştî 18 rojan di 15’ê Cotmeha 2024’an de cenazeyê wê hat dîtin. Lêpirsîna ku di nava salekî de hatiye kirin, rewşa sepanên li dijî qetlîamên jinan nîşan didin. Hêj lêkolîna telefona Rojînê xilas nebûye, agahiya malbat, muwekîl û raya giştî hatiye sînordarkirin. Em wek Baroya Wanê û Navenda Mafên Jinan me bi dehan car serlêdan kir. Me daxwaza aşkerakirina DNA’yên li ser laşê Rojînê kir, lê ev daxwazên me her tim hatin paşguhkirin.”
	TUNDIYA LEŞKERAN  
	Piştre endama Komîsyona Edalet Ji Bo Rojîn Kabîşê Hîvda Selen axivî. Hîvda Selenê diyar kir ku li welat roj bi roj qetliamên jinan zêde dibin û got: “Li vê erdnîgariyê jin tên qetilkirin û sedemên vê diguherin. Jin bi tundiya leşkeran re rû bi rû dimînin. Mînaka herî şênber Gulistan Doku ye. Dosyayên qetlîmanên jinan û mirinên biguman wek ‘întîhar’ tên qeydkirin û tên girtin.”
	Panel piştî axaftinan bi dawî bû.   
