Li Pendîkê jinek hat kuştin
- jin
- 14:23 23/8/2020
Li Pendikê, jina bi navê Rozygul Rejepova ya ji Tirkmenîstanê, ji aliyê Annamûhammet Y. ve hat kuştin.
Li Pendikê, jina bi navê Rozygul Rejepova ya ji Tirkmenîstanê, ji aliyê Annamûhammet Y. ve hat kuştin.
Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn, diyar kir ku wekî Îpek Er jina Kurd li dijî tundiyê bi tenê tê hiştin û wiha got: "Ev sepandin berdewamiya 'rêveberiya Şer' a salên 1990'î ye. Jinên Kurd li dijî tundiyê bi tenê têne hiştin. Polîtîkayên salên 1990'an û niha pir dişibin hev."
Berdevka Meclîsa Jina ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran, diyar kir ku ew ê di serdema nû de li dijî êrîşên li ser destkeftiyên jinan, giraniya xwe bêtir bidin ser xebatên rêxistinbûyînê û got: "Em ê bertekên li dijî hedefgirtina Peymana Stenbolê, bêtir birêxistin bikin."
Parlamentera HDP’ê ya Amedê rapora 7 mehên 2020’an a tundiya li ser jinan a Amedê eşkere kir û got 7 jin ji aliyê zilaman ve hatine qetilkirin û 9 jin bi awayên guman jiyana xwe ji dest dane.
Li Wanê, jin ji bo keça ciwan Î.E. ku çawişê pisporê Mûsa Orhan destdirêjî wê kiribû û jiyana xwe ji dest dabû, daketin kolanan û daxwaz kirin ku faîlê tecawizkar bê girtin û ev tişt gotin: “Êşa me ya ji ber mirina xwişka me Î.E. mezin e. Lê hêrsa me mezintir e”
Li navçeya Avkevirê, jinekê bi awayekê biguman jiyana xwe ji dest da.
Ji Tora Parastina Jinan Gîzem Coşkûn, bertek nîşanî MYK’a AKP’ê ya ku tê de betalkirina Peymana Stenbolê bê nîqaşkirin da û got: “Ne hedê kesêye ku Peymana Stenbolê nîqaş bike.”
Platforma Jinan a Îskenderûnê, derbarê zilamê bi qanûna înfazê hat beredan û zaroka xwe qetil kir de daxuyanî da û got: “Di mijarên wiha de, careke din girîngiya Peymana Stenbolê datîne holê.”
Li Enqereyê polîsan bi awayekî tund mudaxileyî çalakiya "Xeleka Jiyanê" ya jinan kir. Nûçegihana ajansa me Eylem Akdag jî di nav de 24 jin hatin binçavkirin.
Parêzera OHD'î Sevda Aydin, ji bo Peymana Stenbolê ku AKP dixwazê wê ji holê rabike got: "Di vî warî de tekane tişta ku divê em bikin, em bi tu awayî tawîzê nedin hikûmetê."
Jina bi navê Sevdî Aycîl bi parêzerên xwe re daxuyanî da û diyar kir ku giliya O.K. ku li gel biryara dûrxistinê jî timik wê dşopîne û gef lê dixwe kiriye lê dozgeriyê tiştekî nekiriye.
Zulfu P. piştî li qereqolê serbest hat berdan, êrîşî hevjîna xwe S.P. kir û bi giranî S.P. birîndar kir. Parêzerê S.P., Burcu Korkmaz, anî ziman ku mêrê êrîşî jinê dike hêz û wêrekiya xwe ji îqtîdar û polîsê qereqolê distîne.
Parlamentera HDP’ê Feleknas Ûca, firotina jinên êzidî bir rojeva meclisê û ev pirs kir: “Jin û zarokên êzidî ku weke kole hatine firotin, ji aliyê malbatên DAIŞ’î ve çawa wiha hêsan heta Enqereyê hatine?” Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca, dîtina jinên êzidî ku ji aliyê DAIŞ’ê ve hatibûn dizîn û weke kole hatibûn firotin a li Enqereyê bir rojeva meclisê. Ûca, derbarê mijarê de bi daxwaza ku Alîkarê Serokkomar Fûat Oktay bi bersivîne pêşniyazpirsek da Serokatiya Meclisê.
Li gundê Gamêşan ê girêdayî navçeya Kanîreşê Hasan E. tundiya fizîkî li hevjîna xwe S.E. û zarokên xwe kir. Dîmenên tundiyê li ser medya civakî hat belavkirin û pişt re Hasan E. hat binçavkirin.
Jinan diyar kir ku bi hedefgirtina Peymana Stenbolê re zemîna "komkujiyên jinan" tê amadekirin û gotin, rizgarî bi "rêxistinbûn û berxwedana pev re" pêkan e.