• img

    TJA: Em li her derê Newrozê pîroz bikin

    • jin
    • 13:31 20/3/2020

    TJA’yê Newroza hemû gelan pîroz kir û ev bang kir: "Em ê dev ji têkoşîna ji bo azadiyê bernedin. Em ê têkoşîna xwe ya bi hezarê salan li dijî zihniyet baviksalarî bi serîhildana Newrozê bikin yek.”

  • img

    Wê Komeleya Jinê ya Starê li dijî şidetê bitêkoşe

    • jin
    • 09:19 20/3/2020

    Endama Komeleya Jinê ya Starê Civaknas Aslihan Şedal, ji bo têkoşînê bang li hemû kesên dibêjin "Şideta li dijî jinê pirsgirêka min e jî" kir.

  • img

    Xebatkarên vê şaredariyê giş zilam in!

    • jin
    • 09:17 19/3/2020

    Piraniya nifûsa navçeya Hewangê jin in, lê belê xebatkarên şaredariyê giş zilam in.

  • img

    Komeleya Jinê ya Rosa: Vekişîna malê dê bêtir kedê binpê bike

    • jin
    • 12:35 18/3/2020

    Komeleya Jinê ya Rosayê, diyar kir ku ji ber vîrusa coronayê navberê didin xebatên xwe û got: "Di vê pêvajoyê de em ne li gel hev bin jî em bi rih û piştevaniya xwe li gel hevdu ne û em ê piştevaniya xwe mezin bikin. Bi ketina malê dê bêtir keda jinê ku nayê dîtin bê xwarin û binpêkirin. Vekişîna malê bêtir me dixe nava fikaran."

  • img

    Her maskek çîroka jinekê ye

    • jin
    • 09:01 14/3/2020

    Beyan Behramî (41) jineke ji bajarê Sînê yê Rojhilat e. Behramî hunermendeke ku ji qartonên hêkan, bi zelîqokê û arvanê garisan maskan çê dike. Bi boneya 8’ê Adarê û ji bo Newrozê, pêşengehek bi navê “Maskên Diaxivin” ya ku hestên jinan temsîl dike li Galeriyayê vekir. Behramî, got: “Di her maskekî de çîroka jinekî heye.”

  • img

    Platforma Jinê ya Elewiyên Îzmîrê ji bo wekheviyê têdikoşe

    • jin
    • 10:38 13/3/2020

    Jinên ku di saziyên Elewiyan de cih digirin, ji bo ku di bawerî û rêveberiyê de wekhevî pêk bê, Platforma Jinê ya Elewî ya Îzmîrê ava kirin.

  • img

    Ji ber ku tacîza li hemberî aşkera kir sirgûn bû

    • jin
    • 10:32 11/3/2020

    Olcay Senem ku li Miduriyeta Çand û Turîzmê ya Qersê hatibû tacîzkirin, got li gel ku bi ser gilîkirina wê ya li dozgeriyê re 2 sal derbas bûye jî tu bersivej jê re nehatiye dayîn.

  • img

    Hat îdîakirin ku li Mîdyadê jinekê xwe kuştiye

    • jin
    • 14:41 09/3/2020

    Hat îdîakirin ku gundekê Midyadê jina bi navê Aygul A. xwe kuştiye.

  • img

    Li Seranserî bajarên Rojava pîrozbahiya 8'ê Adarê

    • jin
    • 17:24 08/3/2020

    Bi hezaran jin bi minasebeta 8'ê Adarê li bajarên Şehba, Qamişlo, Reqa, Hesekê û Minbiçê kom bûn û şahî li dar xistin. Jinan di şahiyê de diyar kirin çirûska ku jinan pê xistiye, venamire û tevahiya cîhanê ronî dike.

  • img

    Di mitînga Êlihê de destnîşankirina yekitiye neteweyî

    • jin
    • 17:12 08/3/2020

    Hevseroka DBP'ê Salîha Aydenîz, di mitînga 8'ê Adarê ya Êlihê de diyar kir ku ji bo yekitiya neteweyî ya kurdan berpirsyariya dîrokî ya jinan heye û wiha got: "Em jin ji bo vê yekê amade ne, ya em ê pêk bînin an em ê pêk bînin."

  • img

    ‘Em barîkata jinan ên kes nikarin derbas bikin ava dikin

    • jin
    • 16:57 08/3/2020

    Platforma Jinan a 8'ê Adarê ya Stenbolê bi dirûşmeya "Em li dijî qeyran û tundiyê serî hildidin, li hemû cîhanê li ser piyan in" şahiyek li dar xist. Jinan di şahiyê de peyama " Dema ku îqtîdara mêrê desthilatdar xwe davê ser me, em jin xwe davên milê jinên herî nêzî xwe. Em bi piştevaniya jinê barîkata ku kes nikare derbas bike ava dikin."

  • img

    Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê: Siyaseta jin têde tune ne ne demokratîk e

    • jin
    • 16:09 08/3/2020

    Berdevka Meclîsa Jinan HDP a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, di şahiya jinan a li Wanêde axivî û diyar kir ku siyaseta ku jin têde tune be demokratîk nabe û wihagot: "Em ê li dijî tecrîd û şer aştiyê bi rêxistin bikin."

  • img

    Jinên Dersimî: Gulistan Dokû li kuderê ye?

    • jin
    • 16:00 08/3/2020

    Çagla Yolaşan, di şahiya Paltforma Jinan a Dersimê de diyar kir ku jin bi xwedîderketina jiyan, ked, laş û nasnameya xwe qadan têje kirine û aqûbeta xwendekara zanîngehê Gulistan Dokû ku nêzî 2 mehan e winda ye pirsî.

  • img

    Li Mêrdînê bi hezaran jin meşiyan: Têkoşîn didome û wê bidome

    • jin
    • 15:17 08/3/2020

    Li navçeya Qoserê, di çarçoveya 8'ê Adarê de bi hezaran jin hatin gel hev û bak kişand ser têkoşîna ku pêşengiya wê dikin û daxwazên xwe rêz kirin.

  • img

    Guven: Em bi şens in îro hemû cîhan qala têkoşîna jina Kurd dike

    • jin
    • 13:52 08/3/2020

    Hevseroka KCD'ê Leyla Guven di mîtînga Jinan a 8'ê Adarê ya li Navçeya Sîlopyayê de axafî u diyar kir ku ji bo jinan bêdeng bikin Dayika Taybet Înan, Sêvê li sîlopî qetil kirin û 3 jinên siyasetmedar li Parîsê qetil kirin û wiha got: "Lê em îro bi coşek mezintir li vir in. Em bêtir bi hêz bûne. Em îro pir bi şens in. Hemû cîhan me temaşe dike. Hemû cîhan qala têkoşîna jina Kurd dike." Guven bal kişand ser tecridkirina Ocalan û anî ziman ku bahar nêzîk e û aştî bi vekirina deriyê Îmraliyê pêkan e.

LÊGERÎN