Guven: Em bi şens in îro hemû cîhan qala têkoşîna jina Kurd dike
- jin
- 13:52 08/3/2020
Hevseroka KCD'ê Leyla Guven di mîtînga Jinan a 8'ê Adarê ya li Navçeya Sîlopyayê de axafî u diyar kir ku ji bo jinan bêdeng bikin Dayika Taybet Înan, Sêvê li sîlopî qetil kirin û 3 jinên siyasetmedar li Parîsê qetil kirin û wiha got: "Lê em îro bi coşek mezintir li vir in. Em bêtir bi hêz bûne. Em îro pir bi şens in. Hemû cîhan me temaşe dike. Hemû cîhan qala têkoşîna jina Kurd dike." Guven bal kişand ser tecridkirina Ocalan û anî ziman ku bahar nêzîk e û aştî bi vekirina deriyê Îmraliyê pêkan e.