'Wê hilbijartin bibe dengê grevên birçîbûnê'
- jin
- 11:09 28/3/2019
Aktîvîsta TJA'yê Ayşe Gokkan, diyar kir ku jinan di Newrozê de careke din ji pergala heyî re gotiye "Na" û wê hilbijartina 31'ê Adarê bibe dengê çalakiyên greva birçîbûnê.
Aktîvîsta TJA'yê Ayşe Gokkan, diyar kir ku jinan di Newrozê de careke din ji pergala heyî re gotiye "Na" û wê hilbijartina 31'ê Adarê bibe dengê çalakiyên greva birçîbûnê.
Jinên kurd, terekeme, azerî û tirk ku xebatên hilbijartinê yên HDP'ê bi rê ve dibin, gund bi gund, tax bi tax digerin û li deriyê her kesî didin û behsa projeyên HDP'ê dikin.
Jinên Wanî, diyar kirin ku daxwazên çalakgerên di grevên birçîbûnê de, daxwazên wane û gotin: “Divê hemû kes tişta dikeve ser milê wan bike. Ya ku îro dikeve ser milê me berxwedane.”
7 resamên jin ên Îranî "Pêşengeha resamên jin ên Îranî" vekirin. Jin bi van wêneyên pêşengehê dixwazin balê bikişînin ser cudakariya zayendî ya civakî. Ressam Farzaneh Bakhshi got: "Min jina ku li gorî dilê xwe porê xwe berdaye xêz kir."
Şervanên YPJ'ê, dawî li DAIŞ'a ku 5 salin li ser gelê Sûriye zilm û zordariyê dike, talan û wêran dike, anî. YPJ'ê ku li dijî DAIŞ'ê şerekî dijwar da û dawî li DAIŞ'ê ani, li Gundê Baxozê ala xwe çikand. YPJ, serkeftina li dijî DAIŞ'ê wekî diyariya Newrozê diyarî jinên cîhanê kir.
Li Mêrsînê, hunermendên jin ji bo HDP'ê bi navê "Jin û Jiyan" stranek çêkirin. Hunermendan bang li her kesî kir ku li dor HDP'ê bibin xelek.
Karker Sevda Kotan a di kafeya di bin baneya Şaredariya Kadikoyê de kar dikir û ji ber ducanî bû ji kar hat avêtin, doz vekir û piştî 3 sal şûnde doz qezenç kir. Kotan, ger ku disa dest bi kar neke, vê carê dê doza “cudakariyê" veke.
Li Semta Ofîsê ya Amedê 14 jinên xwestin “çalakiya rawestandinê” ya ji bo piştigiriya Leyla Guven li dar bixin rastî mudaxaleya polîsan hat û bi derbkirinê hatin binçavkirin.
TJA'yê Cejna Newroz li gel pîroz kir û got: "Em hemû jin bibin lehî û biherikin qadên Newrozê û mizgîniya serkeftina berxwedanê biqîrîn.
Gullu Karadag ku di gelek çalakiyên ekolojîk de cih digire û li Zeytînkoyê wekî "Bereket Ana" tê naskirin, behsa projeyên xwe yên ji bo keyatiyê kirin.
Jinan diyar kir ku çalakiyên greva birçîbûnê ketine asteke krîtîk û gotin: "Bidawîbûna tecrîdê, hêşînbûna axê ye. Hatina Newrozê ye. Mifteya aştî, mirovatî, wekhevî û azadiyê di destê Birêz Ocalan de ye."
Li Kadîfekaleyê amadekariyên Newrozê didomin. Jinan diyar kir ku ew ê bi ruhê têkoşîna Rahşan Demîrelê biçin Qada Gundogdûyê û gotin: "Em ê bibin dengê Leyla Guven."
Jinan bilêv kir ku divê şaredarî ji bo jinan qadên îstihdamê biafirînin û gotin: "Em şaredarîvaniyeke ku qîmetê dide jinan dixwazin."
Li Cizîrê, ji niha ve jin ji bo Newrozê amadekariyên xwe yên kincên gelêrî dikin. Terzî Kûrdê Aşkin, diyar kir ku herî zêde kincên spî yên rengîn tên tercîhkirin.
Berdevka Meclîsa Jina ya DTSO'yê Nevîn Îl, diyar kir ku newekheviya civakiyî herî zêde di qada aboriyê de xwe dide der û got: "Di bingeha hemû şideta li ser jinê de aborî heye. Wê Meclîsa Jinan cesaretê bide jinên muteşebîs."