Jin ji bo têkoşîna hevpar di Hevdîtina Jinan a Tirkiye de kom bûnSala 2019'an dê bi jinan dest pê bike
- jin
- 13:07 05/1/2019
Jin ji çar aliyê Tirkiye li Stenbolê gihiştin hev. Jin bi dirûşmeya “Hevditina Jinan a Tirkiye" gihiştin hev û li ser rêbazên têkoşîna hevpar niqaş kirin. Jinan di civînê de diyar kirin ku dê heta dawi têbikoşin û peyama “Em serî natewînin! Em di malê de xwe hepis nakin! Em dest ji jiyana xwe bernadin!" dan.