Endama Meclîsa Jinan a HDK'ê Benazîr Coşkun li TEM'ê binçav kirin
- jin
- 16:11 03/12/2018
Meclîsa Jinan a HDK, diyar kir ku dema endama meclîsa wan çû Şaxa TEM'ê ya Stenolê îfade bide hat binçavkirin.
Meclîsa Jinan a HDK, diyar kir ku dema endama meclîsa wan çû Şaxa TEM'ê ya Stenolê îfade bide hat binçavkirin.
Aktîvîsta TJA’yê Ayşe Gokkan got: “Pergala hevserokatiyê li dijî newekheviya zeyndî cudahiyek e û modela jiyana hevpar e. Ev model ji bo hemû netewan û çandan derbas dibe.”
Platforma Jinan a Keçîoren, diyar kir ku tundiya li dijî jinan di desthilatdariya AKP’ê ya 16 salan de ji sedî hezar û 500 car zêdetir bûye û bal kişand ser berxwedana jinên Kobanê û Efrînê û girîngiya têkoşînê.
Li Mêrsînê, biryara veşartinê ji bo lêpirsîna cînayeta Cemîle Erturkoglu ya ji aliyê hevjînê xwe Mûstafa Erturkoglu vê hat kuştin, hat dayîn.
Du xwişkên mîna xwişka xwe ya biçûk bi awayê pergalê rastî îstîsmara zayendî ya bavê xwe Huseyên N. hat, bûyerên bi serê wan hatî vegotin. Xwişkên ji bo berdana bavê xwe bi fikarin, gotin, “Ma divê bavê me tecawîzê me bike?”
M.Ç. a ku bi salan rastî şideta sistematîk a zilamê pê re hat zewicandin tê her çiqas 2 meh berê çû stargehê jî lê dîsa rastî tehdîta zilam tê. M.Ç. ji bo jiyanek nû ji xwe re ava bike xwe amade dike biçe bajarek din û got: “Ez natirsim û bixwe bawerim. Bes bila jin destê hev bigirin.”
Parêzer Canan Arin, anî ziman ku ji ber hikûmet ji hêza jinan ditirse li Taksîmê êrîşî jinan kiriye û got: "Ji eniya jinan ve berxwedan û têkoşînele nû dest pê kir."
Hevseroka HDP'a Sêrtê Ayşe Ekîncî, destnîşan kir ku jin dê tabelaya sê zimanî qeyûmê Sêrtê ew daxist dîsa daliqînin.
Meclîsa Jinan a HDP'ê bersîv dan Wezîrê Karên Hundir Suleylan Soylu ku jinên partiyî kirin hedef. “Li şûna tundiya jinan rawestîne, li cih û meqamê xwe tundiya li dijî jinan rewa dike û pêş dixe û bûye saziya ku tundiyê rewa dike."
Meclîsa Jinan a HDP’ê yên Wanê, bang li jinan kir ku ji bo namzetiya hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê serlêdan bikin.
Mamoste Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û hemşîre Mesûde Demîr ku piştî hatin îxrackirin jî dev ji kar û barên sendîkayê bernedan, tevî pitikên xwe sibehê tên sendîkayê û heta êvarî dixebitin. Herdu jinan got: "Ji bo em welatekî demokratîk ji bo zarokên xwe biafirînin em têdikoşin."
Bi hezaran jinên ji tunela Taksimê meşiyan Qada Galatasarayê û rastî êrîşa polîsan a bombeyên xazê hatin, barîkatên polîsan nas nekirin û kolan bi rengê xemrî neqişandin.
Bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya Li Dijî Jinê li Tunela Qada Taksimê kom bibin û xwestin heta Qada Galatasarayê bimeşin. Jinên ku dest bi meşê kirin rastî êrîşa polîsan a biava şit û bombeyên gazê hatin. Parlamentera HDP'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît ji aliyê polîsan ve hat derbkirin.
Hevseroka Giştî ya HDP'e ya Pervîn Buldan, bal kişand ser Erdogan ku li Amedê Qeyûm disa namzetê şaredariyê nişan da û wiha got: “Ew dê winda bikin. Li Kurdistanê em de dîsa şaredariyan bi dest bixin. Em dê li Amedê jî, li Stenbolê jî û li Edene û Mêrsînê jî şaredariyan ji destê faşîzma AKP-MHP'ê bistînin. Buldan bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan û destnîşan kir ku Ocalan ji bo gelê Kurd xeta sor e.
Endama Meclîsa HDP'ê Yuksel Mutlu, balm kişand ser çavkaniya tundiya ku mêr li dijî jinê pêk tîne û wiha got: “Yek ji sedema herî girîng, pêvajoya darazê mêrî ye. Mêr hem hêzê ji îktîdarê û hem jî ji darazê distînin."