PDK’ê li Kerkûkê bi eniya dijî kurdan re lihev kir
- rojane
- 15:11 19/7/2024
Parlamenterê ITC’ê Erşat Salihî ragihand ku wan di mijara diyarkirina Serokê Meclisa Kerkûkê û walî de bi PDK’ê re lihev kirine. YNK'ê jî got: “Em ê tawîzan nedin.”
Parlamenterê ITC’ê Erşat Salihî ragihand ku wan di mijara diyarkirina Serokê Meclisa Kerkûkê û walî de bi PDK’ê re lihev kirine. YNK'ê jî got: “Em ê tawîzan nedin.”
Abdullah Kaya ku li navçeya Giyadînê rojnamegeriyê dike, diyar kir ku Midûrê Polîsan ê Giyadînê Ûgûr Çamli cara 3’yemîn e ku gefan lê dixwe.
Cenazeyê endamê HPG’ê Osman Erbek ê li Bedlîsê di şerekî de jiyana xwe ji dest da, piştî 4 salan radestî malbata wî hate kirin.
Fezleyên ku derbarê 10 parlamenteran de hatine amadekirin pêşkeşî Serokatiya Meclisê hatin kirin.
Selahattîn Demîrtaş ê li Mêrsînê di danişîna doza ku jê tê darizandin de axivî, wiha got: “Heke ez siyasetmedarekî faşîst bûma daraz da min biparasta. Lê ji ber ku ez siyasetmedarekî kurd im têm darizandin.”
Welatiyê bi navê Mahmût Orak îdia kir ku di dema Covîd-19’ê de ji bo tedawiya “Turk Işini” hatiye bikaranîn, giliyê rayedaran kir û got: “Min nedizanî ku canê mirovan ewqas erzan e.”
Hiqûqnasên ku girtina parêzer Şuheda Ronahî Çîftçî şermezar kirin, xwestin ku hempîşeya wan demildest bê berdan.
Siyasetmedara kurd Sebahat Tûncel a ku beşdarî civîna gel a li Wanê bû, bal kişand ser hevkariya PDK'ê ya bi dewleta tirk re û wiha got: “Herêma Kurdistana Federe bi xwe ve girêdidin, lê PDK dengê xwe nake. Heke PDK ji bo aştî û xwişk û biratiyê helwest bigirta îro ev şer, tecrîd û pevçûn bi dawî dibû. .”
Li gundê Bilexşê 3 jê dayik 9 kes hatibûn girtin. Parêzerê girtiyan Yûnûs Bagiş diyar kir ku têkildarî îdiaya “alîkarî dane rêxistinê” tu delîl di dosyayê de nînin.
DEM Partiya ku salvegera 12’emîn a Şoreşa Rojava pîroz kir, wiha got: “Parastina vê şoreşa ku bi pêşengiya jinan pêk hat û diyariya hemû cîhanê ye, berpirsyariya me ya bingehîn e.”
Malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Giştî ya Îmraliyê da.
Parêzerê Vedat Kurt ê dema heqê xebata xwe dixwest hatibû revandin û îşkenceyên giran lê hatibûn kirin, Yûsûf Onkol diyar kir ku heke bersûcên gefan li miwekîlê wî dixwin neyên girtin, xetere li ser jiyana wan heye.
KNK’ê bi wesîleya salvegera 12’emîn a Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê, daxuyaniyek nivîskî weşand û bang li hemû kurdistaniyan kir ku ji bo parastina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî êrîşên dagirkeriyê rabin.
Dewleta tirk a ji Herêma Behdînanê re sewqiyeta leşkerî didomîne, çoltara Herêma Biradostê bombebaran kir.
Mamosteyê olî yê ji Eşîra Berzenciyan Resûl Berzencî bertek nîşanî êrişên dewleta tirk da û wiha got: “Yekitiya neteweyî dê dawî li van êrişên dagirkeriyê bîne.”