Li Geverê ciwanan tayînkirina qeyûman protesto kirin
- rojane
- 08:12 06/11/2024
Ciwanan li navçeya Geverê li dijî tayînkirina qeyûman seranserî şevê çalakiyên protestoyê li dar xistin.
Ciwanan li navçeya Geverê li dijî tayînkirina qeyûman seranserî şevê çalakiyên protestoyê li dar xistin.
Çalakiya nobetê ya li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê li dijî qeyûm hatiye destpêkirin tevî hewayê sar jî domiya.
Ciwanên ku bi roj li ber şaredariyê û li derûdora wê li ser pêya bûn û li ber xwe dan, tevahiya şevê jî li cade û kuçeyan agir pêxistin û desteserkirina îradeya xwe protesto kirin.
Ciwanan li navçeya Qoserê tevahiya şevê li dijî tayînkirina qeyûmên ser şaredariyên DEM Partiyê bi fişekên hewayî protesto kirin.
Li Êlihê di berxwedana li dijî qeyûm de ji kesên hatine binçavkiriyan 29 kes hatin berdan.
Gelê Qoserê bi sirûda “Herne Pêş" desteserkirina îradeyê şermezar kir.
Li Êlihê bi hezaran kes li dijî tayinkirina qeyim meşiyan. Ciwanan bi keviran bersiv dan êrişa polîsan.
Li Xelefetiyê li dijî tayînkirina qeyûman peyama wê berxwedan bidome hat dayîn û gel meşek girseyî pêk anî.
Di çalakiyên li dijî desteserkirina îradeyê de wiha hat gotin: “100 sal in gelê kurd nikarin teslîm bigirin, hewl didin teslîm bigirin. Em ê destûrê nedin vê yekê.”
Dîmenên kêliya ku dewleta tirk li bajarê Dihokê yê Herêma Federe ya Kurdistanê daran li kamyonan bar dike û ji herêmê derdixîne derketin holê.
Girseya li pêşiya Şaredariya Êlihê li dijî êrişên polîsan dest bi berxwedanê kir. Rojnameger Pelşîn Çetînkaya hate derbkirin û binçavkirin.
Parlamenter û rêveberên DEM Partiyê li Xelfetiyê serdana dikandaran kirin û banga beşdariya hevdîtina ku wê Hevserok Tulay Hatimogûllari beşdar bibe kirin.
Li dijî tayînkirina qeyûman li gelek bajaran daxuyanî hat dayîn û wiha hat gotin: “Wê li dijî darbeya qeyûm berxwedana me bênavber bidome.”
Parlamenterê DEM Partiyê nerazîbûn nîşanî tayînkirina qeyûman da û ji parlamenterên AKP’ê re got: “Hûn wek desthilatdariyek darbekar di nav dîrokê de cih digirin.”
Li Xelfetiyê berxwedana gel a dijî qeyûm di roja duyemîn de didome. Parlamenter Mîthat Sancar axivî û got: “Gelê kurd teslîmî qeyûm nebû û wê qet jî nebe.”