'Em ê bi berxwedanê li dijî xespkirina vînê bi ser bikevin'
- rojane
- 19:24 06/11/2024
Berxwedana li dijî darbeya qeyûmê ya li dijî Şaredariya Esenyûrta Stenbolê û Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê şaredariyên Êlih û Xelfetiyê didomin.
Berxwedana li dijî darbeya qeyûmê ya li dijî Şaredariya Esenyûrta Stenbolê û Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê şaredariyên Êlih û Xelfetiyê didomin.
Li Rihayê jinên di rêveberiya herêmî de cih digirin diyar kirin ku ew qeyûman qebûl nakin û wê gotina dawî ew bêjin.
Hat zanîn ku kesên li Xelfetiyê di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin, bi lêgerîna tazî, tundî û gefxwarinê re rû bi rû man.
Xelkê Êlihê li dijî qeyûm çalakî li dar dixist û li ser êrişa polîsan, kolan veguherandin qadên berxwedanê.
Di çarçoveya protestokirina tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê de li Qoserê meş tê lidarxistin.
Li Kerboranê di qezaya trafîkê de ku rû da ji heman malbatê sê kesan jiyana xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.
Li çolterê Çiyayê Bagokê yê li navçeya Nisêbînê liv û tevgera leşkerî heye.
Girtiyê siyasî Mehmet Başaran ku li girtîgehê krîza dil derbas kir û rakiribûn beşa lênihêrîna awarte, dîsa birin girtîgehê. Rêveberiya girtîgehê têkildarî rewşa Başaran agahî neda malbatê.
Li Wanê bi beşdariya sedan kesan li ser Cadeya Cumhuriyetê li dijî tayînkirina qeyûman çalakiya protesetoyî ya “Ji bo îradeya gel rêzgir bin” hate lidarxistin. Bi sedan kesan li ser cadeyê zincîra ji mirovan çêkirin.
Şaxa ÎHD’a Stenbolê rapora xwe ya girtîgehên Herêma Marmarayê eşkere kir. ÎHD’ê got ku li 23 girtîgehan di nava 3 mehan de hezar û 525 binpêkirinên mafan hatine kirin û wiha got: “Li Girtîgeha Îmraliyê 154 binpnêkirinên mafan hatin kirin.”
Berxwedana li Mêrdînê ya li dijî tayînkirina qeyûm di roja sêyemîn de didome. Di berxwedanê de peyama "Em ê heta dawiyê têkoşîn û berxwedana xwe ya li dijî qeyûman bidomînin” hat dayîn.
Li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Êlihê, bi beşdariya hezaran kesan ji sê aliyan ber bi şaredariyê ve meş hat lidarxistin. Di meşê de peyama “Em li vir in, li ser pêya ne, dê li ber xwe bidin. Em ê teqez bi ser kevin hate dayin.”
Baroya Mêrdînê li dijî binpêkirinên mafên kesên di çalakiyên protestokirina qeyûm de tên binpêkirin, stant danî. Serokê baroyê Ahmet Duyan bang li hiqûzanan kir ku li dijî qeyûman dengê xwe derxin.
ÎHD’ê têkildarî tayînkirina qeyûman ji Wezareta Karên Hundir re name şand û wiha got: “Biryara xwe betal bikin.”
Sewqkirina girtiyê nexweş Abdurrahman Gemîcîoglû ji bo ATK’ê hat betalkirin. Hat diyarkirin ku wê raporên Gemîcîoglû dê ji bo ATK’ê bên şandin.