Li dijî cezayê darvekirina lawê xwe banga xwedî derketinê kir
- rojane
- 16:02 22/6/2024
Li Îranê cezayê darvekirinê li Hatem Ozdemîr hat birîn. Bavê wî Abdurrahman Ozdemîr xwest her kes li dijî biryra darvekirinê dengê xwe derxe.
Li Îranê cezayê darvekirinê li Hatem Ozdemîr hat birîn. Bavê wî Abdurrahman Ozdemîr xwest her kes li dijî biryra darvekirinê dengê xwe derxe.
Cezayê darvekirinê yê repbêjê kurd Tumaç Salihî yê ku beşdarî çalakiyên “Jin jiyan azadî” bû ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat xerakirin.
Li Enqere û Stenbolê di çalakiyên ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş de, xwestin girtiyên nexweş Fatma Ozbay û Mehmet Edip Taşar serbest bên berdan.
Li gundê Seyîdhesena Bismilê şewat derketibû û piştî demekê şewat hat kontrolkirin.
Xizmên windayan û rêveberên Şaxên ÎHD'ê yên Amed, Êlih û Colemêrgê çalakiyên ji bo windayan berdewam kirin. Xizmên windayan vê hefteyê aqûbeta xwişk û bira Mumine (17) -Tayyibe (23) Sîncar û Mehmet Siddik Oncu û aqûbeta Velat Şedal pirsîn.
Hevşaredarê Şemrexê Hamdîn Demîr ê ku 10 xizmên wî di şewatê de mirin, diyar kir kir ku DEDAŞ û polîtîkaya çandiniyê ya dewletê ji şewatê berpirsiyar e û got: “DEDAŞ li vir pirsgirêka herî mezin e.”
Dayik ango Mirovên Şemiyê di çalakiya vê heftê de li aqûbeta Mehmet Zekî Dogan ê ku 30 sal berê li Çelê hat windakirin pirsîn û gotin dê tu carî dev ji lêgerîna edaletê bernedin.
Hevserokên Giştî yên DBP’ê û DEM Partiyê bi tevî şandeyek girseyî ve serdana şîna qurbaniyên şewatê kirin. Hevserokan da zanîn ku mesûliyeta mezin a şewatê DEDAŞ e û bang kirin ku herêma şewatê wek “Herêma Afetê” bê ragihandin.
Her çiqas DEDAŞ bêje şewat ne ji ber ceyranê bûye û dîrekên ceyranê li wir tune ne jî lê li cihê şewatê bi dehan dîrek tên xuyakirin.
Ji şahidên şewatê Hamza Bulbul ê ku li baxçeyê nexweşxaneyê li benda meta xwe Zekiye Erdenli ya ku di şewatê de bi giranî birîndar bûbû disekine, bertek nîşanî nûçeyên ku şewat ji ber pirêzeyan derketiye da û got ku şewat ji ber ceyranê derketiye.
Hêzên rejîma Îranê, ciwanê kurd Arkan Balvaseh ê ku kolberiyê dikir li ser sînor kuştin.
Baroya Amedê der barê kesên li ser hesabên xwe yên medya dîjîtal de têkildarî şewata li Çinarê û Şemrexê parvekirinên nijadperest kirin, gilî kir.
Walîtiya Amedê û Wezareta Tenduristiyê şewata li Çinarê û Şemrexê wek “şewitandina pirêzeyan” didin nîşandan. Cîgirê Wezîrê Karên Navxweyî Munîr Karaloglû jî diyar kir ku wan sedema derketina şewatê tespît nekirine.
Li Hîlwanê di navbera du malbatan de şerê çekdarî qewimî û 3 kes mirin û 4 kes jî birîndar bûn.
Kerîme Erdenlî ya di şewata li Çinarê û Şemrexê de jî birîndar bûbû, vê sibehê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.