Şaxa ÎHD’ê Îzmîrê rapora binpêkirinên li girtîgehan parve kir

img
ÎZMÎR - Şaxa Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’a Îzmîrê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên li girtîgehên bi ewlekariya bilind û yên Tîpa S’yê parve kir û got: “Divê ev girtîgeh bên girtin û şert û mercên jiyaneke birûmet ji girtiyan re bên avakirin." 
 
Komîsyona Girtîgehên Navendî ya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên li girtîgehê bi ewlekariya bilind û girtîgehên Tîpa S’yê parve kir. Daxuyanî, li avahiya komeleyê hate dayin. Nûnerên Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE-TUHAYDER), rêxistina Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), komeleyên girseyî yên demokratîk û gelek welatî tev li bûn. 
 
Hevseroka Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Zîlan Gumuş diyar kir ku li girtîgehên bi ewlekariya bilind û girtîgehên Tîpa S’yê hemû girtî li gel girtiyên muebbeda girankirî di heman qawîşan de tên ragirtin û wiha got: “Di mijara nameyên girtiyan û hevdîtinên bi parêzer û malbatan re de gelek binpêkirin hatin tespîtkirin. Beşeke mezin a girtiyên li girtîgehê bi ewlekariya bilind tên ragirtin, di hucreyên yekkesî de tên ragirtin. Ev rewş, li dijî mewzûatan e. Her wiha girtiyên nexweş gelek caran bi hinceta ku kapasîteya revîran têr nake yan jî bi hinceta ku bijîşk destûrê bi kar tînin û saziyên têkildar tune ne, dernaxînin revîrê. Li girtiyan lêgerîna tazî tê ferzkirin. Ji ber ku girtî vê sepanê qebûl nakin, bi darê zorê cilên wan jê tên kirin. Girtiyên rastî vê sepanê derdikevin, bi hinceta ‘li dijî lêgerînê derketine’ der heqê wan de lêpirsîna disiplînê tê destpêkirin û cezayên cuda lê tên birîn.” 
 
KURDÎ TÊ ASTENGKIRIN
 
Di berdewamê de Zîlan Gumuş anî ziman ku li girtîgehên bi ewlekariya bilind û girtîgehên Tîpa S’yê mafê girtiyan ê berdana bi kontrola edlî û berdana bişert tê astengkirin û wiha pê de çû: “Mafên fealiyetên civakî, sihbet û sporê yên girtiyan tên binpêkirin. Hevdîtina bi telefonê ya heftane ya bi malbatan re tenê 10 deqeyan tê kirin û mafê hevdîtina bidîmen ê girtiyên siyasî tê astengkirin. Nameyên bi Kurdî yên ji girtiyan re tên bi hinceta ‘kesekê bixwîne tune ye’ nayên dayin. Lê belê di nameyên tên şandin de çendek gotinên Kurdî heke hebin tên reşkirin û wisa tên şandin.” 
 
'MEXDÛRIYETÊN RUHÎ Û ZÊHNÎ’
 
Zîlan Gumuş, diyar kir ku girtî rastî îşkence û muameleya xerab tên û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li dijî kesên van dikin jî polîtîkaya necezakirinê di meriyetê de ye. Girtîgehên bi tîpa hucreyê, ji hêla ruhî û zêhnî ve zirarê didin girtiyan, bandoreke neyînî li ser jiyana wan a civakî dike, ji bilî bêparmayina ji azadiya xwe di heman demê de rêbazekê din ê cezakirinê ye. Ji ber ku ji hêla hiqûqî ve jî nakokiyan derdixîne, ev pergala tecrîd û îzolasyonê nayê qebûlkirin. Cewhera cezayê hefsê ew e ku kes ji azadiya xwe bêpar were hiştin lê li gorî agahiyên serlêderan û tespîtên komeleya me kirine, em dikarin bibêjin ku sepanên tecrîdê yên li girtîgehên bi ewlekariya bilind, ji hêla fîzîkî, ruhî û zêhnî ve zirareke mezin dide girtiyan û rê li ber mexdûriyetên jêneveger vedikin. Mimkin nîne ku mirov sepana tecrîdê û cezayê hefsê bi hev re girê bide.” 
 
'DIVÊ MAFÊ JIYANÊ WERE PARASTIN’
 
Zîlan Gumuş, anî ziman ku ev sepanên di meriyetê de li dijî xala “Mafê parastin û pêşxistina hebûna xwe ya madî û manewî ya şexs” ku di destûra bingehîn de hatiye destnîşankirin e û wiha bi dawî kir: “Sepanên di meriyetê de tenê dikare bi têgehên weke muameleya xerab û îşkenceya bi demê re hatiye vehêlandin bên pênasekirin. Divê girtîgehên bi ewlekariya bilind, girtîgehên Tîpa S’yê û girtîgehên bi Tîpa F’yê bên girtin û derfet bên dayin ku girtî bikarin li gorî rûmeta mirovahiyê bijîn. Di heman demê de divê mafên jiyanê û tenduristiyê yên girtiyan bên parastin.” 
 

Sernavên din

17:12 Têbiniyên Newroza Wanê
17:12 Newroza bi heybet ya Wanê bi dawî bû
16:19 Polîsan êrişî protestoya CHP’iyan kir: 5 kes hatin binçavkirin
16:18 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Pêdiviya welat bi civaka demokratîk heye
16:12 Rojnamevan Volkan Eryîgît li ser gora xwe hat bîranîn
15:29 Mûş bi agirê Newrozê germ bû: Baweriya me bi Ocalan heye
15:29 Serokên Baroyan dê li Stenbolê civîna awarte li dar bixin
15:11 'Divê em vê pêvajoyê bi têkoşîna xwe tacîdar bikin’
14:50 Li sînorê Kobanê agirê Newrozê hat pêxistin: Ocalan ji bo aştiyê gav avêt
14:46 Bayindir: Em dixwazin Ocalan bi awayekî fîzîkî di nav gel de bibînin
14:38 Îmamoglû peyam şand: Dê gelê me bersivê bide
14:38 Navnîşana Newroza li Stenbolê Yenîkapi ye
14:37 Şaxa ÎHD’ê Îzmîrê rapora binpêkirinên li girtîgehan parve kir
14:36 Di Newroza Wanê de posterê mezin ê Abdullah Ocalan
14:34 Meral Daniş Beştaş: Dixwazin Tirk û Kurd li kêleka hev nebin
14:13 Li Nisêbînê coşa Newrozê: Divê hikûmet gav biavêje
14:08 Tulay Hatîmogûllari: Banga Ocalan banga rizgariya 85 milyona ye
14:01 Pervîn Bûldan: Pêwîstî bi gavên ku vê firsendê xerc neke heye
14:01 CHP’ê banga çalakiyan kir
14:00 Bakirhan: Ev operasyon di heman demê de li dijî me hatiye kirin
13:48 Li Amedê amadekariyên Newrozê didomin
13:33 Li gelek bajaran coşa Newrozê: Daxwaza azadiya fîzîkî Ocalan hat kirin
13:24 Gardiyanan milê girtî şikand!
13:05 Cezayê polîsê Şahîn Oner qetil kiribû hate kêmkirin
12:32 Li Wanê Newroza biheybet: Em bi banga Ocalan re ne
12:30 Li Şengalê aloziya ku bi êrîşa Artêşa Iraqê re destpê kir dewam dike
12:24 Ji bo rojnameger Eylem Babayîgît biryara berdanê û cezayê
11:28 HDK: Operasyona binçavkirinê derbeya li dijî vîna gel e
11:25 3 şaredarên Stenbolê binçavkirî ne
11:23 Li 10 navendan Newroza ‘azadiyê’ tê pîrozkirin
11:13 MYK’a DEM Partiyê li Amedê dicive
11:10 Piştî binçavkirina Îmamoglû dovîz û zêr biha bû
11:07 Ozel bertek nîşanî binçavkirina Îmamoglû da
10:58 'Em ê di Newroza Amedê de bersivê bidin banga Ocalan'
10:49 Hevserokên Giştî yên DBP’ê: Em ê îradeya gel biparêzin
10:45 Li Wanê gel diherike qada Newrozê
10:45 Serbestberdana Rozerîn Kalkan dîsa 11 meh hat taloqkirin
10:31 Êlih dê Newroza xwe bi daxwaza azadiya Ocalan pîroz bike
10:26 Ji DEM Partiyê ji bo Îmamoglû daxuyanî: Tolhildana têkçûnê ye
10:25 Ji bo Newroza Mêrsînê bang
10:23 Dozgeriyê binçavkirina Îmamoglû girêdayî KCK’ê kir
09:59 Dîroknas Aydin: Aştî li ser bingeha welatîbûna wekhev pêkan e
09:58 Doç. Dr. Demîrer: Divê şert û mercên xebatên yên Ocalan bên başkirin
Hakan Tahmaz: Hewldana sabotekirina mutebeqeta Sûriyeyê dê pêvajoyê derb bike
09:55 Ji Serokê Baroya Dîlokê ji bo pêvajoyê pêşniyaza 'destûra bingehîn a nû' li baroyan
09:48 Piştî binçavkirina Îmamoglû medyaya dijîtal hat bisînorkirin
09:40 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê bertek nîşanî binçavkirina Îmamoglû dan
09:40 Li Stenbolê çalakî û xwepêşandan ji bo 4 rojan hatin qedexekirin
09:24 Ji bo rojnameger Îsmaîl Saymaz biryara binçavkirinê hat dayin
09:22 Newrozên dîrokî yên Amedê
09:19 ‘Ji bo çareseriyê sererastkirinê hiqûqî divê tecrîd bê rakirin'
09:17 'Sê darikên niftikê wateyeke nû li Newrozê bar kir'
09:15 Jin bi ruhê 8’ê Adarê dadikevin qadên Newrozê
09:02 Dozgeriyê ji bo Îmamoglû got ‘rêveberê rêxistina sûc’
09:00 ROJEVA 19’Ê ADARA 2025’AN
08:19 Artêşa Iraqê êrişî wesayîta YBŞ'ê kir: 3 kes birîndar bûn
07:49 Îstasyonên metro yên Taksîm û Emniyet-Fatîhê hatin girtin
07:48 Ji Îmamoglû parvekirina yekem
07:48 Îmamoglu hat binçavkirin
18/03/2025
16:47 Li Dihê û Dîgorê Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin
16:30 Li Qoserê piştî Newrozê meş hat lidarxistin
16:24 Riha ji bo Newrozê amade ye: Werin em agirê azadiyê bi hev re gur bikin
16:20 Di êrişên Îsraîlê de 4 rayedarên hikûmetê hatin kuştin
16:16 Rêveberiya Xweser: Divê gelê Efrînê vegere ser xaka xwe
16:08 Derdora Bendava Tişrînê hat bombebarankirin
15:58 PYD û ENKS civiyan
15:57 Hatem Ozdemîr bi xetereya darvekirinê re rû bi rû ye
15:56 Li navçeyên Amedê tevî baranê jî gel Newroz bi coş pîroz kir
15:42 Keskîn Bayindir: Kurd dixwazin dengê Ocalan bibihîzin
15:33 Newroza Silopiyayê: Em xwedî li manîfestoya jiyana nû derkevin
15:16 Di Newroza Colemêrgê de gel piştgirî da banga dîrokî
15:00 Kampanyaya şandina pereyan a ji girtiyan re didome
14:24 Hejmara kesên di êrişa li Xezeyê de hatin qetilkirin derket 412’an
14:21 Bertek nîşanî qetilkirina Cansever Sucu dan
14:14 DEM Partî çû serdana TBB’ê
14:08 Bakirhan bersiv da Tûnç: ‘Mafê hêviyê’ heye û mafek e
13:49 Bakirhan: Niha dora zivirandina pedalê ya hikûmetê û dewletê ye
13:35 Li Agiriyê Newroza azadiyê: Ev pêvajo yekalî nameşe
13:35 DEM Partî ji bo bi Ocalan re hevdîtinê bike serlêdan kir
13:20 Tunç ji bo Newrozê got: Heke daxwaz çêbibe mijara nameyê dikare bê nirxandin
12:43 Li Qoserê posterên Ocalan hatin hilgirtin
12:42 Îzmîr ji bo Newrozê amade ye: Em di 22’yê Adarê de li Gundogduyê bin
12:30 MKG’ê ji bo danişîna Eylem Babayîgît bang kir
11:30 Li 7 navendan Newroz tê pîrozkirin
11:22 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:17 Komîteya Amadekar a Newroza Amedê banga tevlibûna Newroza dîrokî kir
11:10 Leyla Xalid rakirin nexweşxaneyê
10:58 Abdullah Ocalan: Ev bang wê ji bo gelê me yê Êzidî Ronesans be
10:45 Di nava 24 saetan de li Sûriyeyê 63 kes hatin qetilkirin
10:17 Amadekariyên Newroza Mûşê temam bûn
10:03 Ji bo 11 bajarên Bakur bi koda zer hişyarî hate kirin
09:53 Wan 34 sal in navnîşana Newrozên biheybet e
09:46 Li Girtîgeha Wanê bi lêdanê girtî li erdê dirêj kirin
09:44 Rêxistinên çapemeniyê ji bo danişîna Eylem Babayîgît bang kirin
09:39 Eulalia Reguant: Divê civaka navneteweyî ji bo Rojava bikeve nava tevgerê
09:14 Îsraîlê êrişî Xezeyê kir: Herî kêm190 kes hatin qetilkirin
09:01 'Dê Newroza Îzmîrê bihêztir derbas bibe'
09:00 ROJEVA 18’Ê ADARA 2025’AN
08:53 Di tevahiya şevê de Newroz hate pîrozkirin
17/03/2025
16:26 Li Misircê piştî 11 salan Newroz hat pîrozkirin
16:13 Tuncer Bakirhan: Em li ser hiqûqa aştiyê axivîn
Tulay Hatîmogûllari: Em li bendê ne dewlet gavên erênî biavêje